Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘Newroz bû roja têkçûna DAIŞ’ê’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/03/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
ANALÎZ – ‘Newroz bû roja têkçûna DAIŞ’ê’
ParvekeTweet

“Cihê herî dawî yê di destê çeteyên DAIŞ’ê de di 21’ê Adarê ji aliyên Hêzên Sûriyeya Demokratik (HSD) ve hat rizgarkirin. Lê li herêmê lêgerîna çeteyên xwe veşartibûn didomand. HSD’ê roja şemiyê fermî ragihand ku êdî cihekî di destê DAIŞ’ê de nemaye. Di merasîma ku ragihandina têkçûna DAIŞ’ê de li ser axê, bi beşdarbûna fermandarê giştî yê HSD Mazlûm Ebdî û fermandarên din, nûnerên Wezareta Karê Derve ya DYA’yê, gelek mêvanan pêkhat. Di merasîmê de cara yekemîn rastiya biêş ya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê jî aşkera bû. Fermandarê giştî yê HSD’ê ragihandin ku di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de 11 hezar şehîd û 21 hezar jî birîndar dane. Ev rastî bi tena xwe fedakariya kurd, ereb, suryan û gelê din dide xuyakirin.

Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bi pêşengiya kurdan pêk hat. Ger berxwedana kurdan ya ji Kobanê û Şengalê nebûna, dibe ku îro me qala rastiyekî din yê Rojhilata Navîn bikira. Tenê ne rastiyeke din Rojhilata Navîn lê cîhanê jî rojeva yekemîn terora DAIŞ’ê bûna. Lê têkoşîna bi pêşengiya gelê kurd bû sedem ku çete têkbiçin. Merasîma encama têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya 5 salan di nav xwe de gelek aliyên din jî aşkera kir. Aşkera bû ku Hêzên Sûriya Demokratîk 5 milyon ji şêniyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê ji terorê xelas kirine û 52 hezar km çargoşe ji axa Sûriyeyê rizgar kirine.

Temsîla merasîmê de ya hêzên koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê ligora serkeftina li dijî DAIŞ’ê mirov dikare bêje lewaz bû. Hêzên gelek dewletên li dijî koalisyona li dijî DAIŞ li bakûr û rojhilatê Sûriyeyê hene. Lê di merasîmê de nûnerê wezareta DYA’yê William Roebuck û çend fermandarên leşkerên amerîkî beşdar bûn. Ev jî daxuyakirin ku heta niha jî, nêzîkatiyên şermok yên hêzên navdewletî liberamberî bakûr û rojhilatê Sûriyeyê didome. Di merasîma îlankirina serkeftina li dijî DAIŞ de jî carekî din ev aşkera bû.

Hem ji daxuyaniya HSD’ê û hem jî ya ji William Roebuck nûnerê Wezareta Karê Derve ya DYA’yê aliyekî hevbeş derket holê ku wê têkoşîna li dijî bidome. Hêzên Suriyeya Demokratîk ve bi gotina; ‘Em ji rayagiştî ya cîhanê re radigihînin ku em dest bi pêvajoyeke nû ya şerê li dijî terorîstên DAIŞ`ê dikin’ ragihandin. Roebuck jî got ku wê têkoşîna wan li dijî heta tunekirinê bidome. Ji niha ve tê xuyakirin ku têkoşîna li dijî wê ji berê zahmettir be. Ji ber ku heta niha têkoşîna dihat kirin li beramberî DAIŞ’a li ber çavan bû. Lê wê niha têkoşînek li beramberî DAIŞ’a veşartî be. Ev wê ji têkoşîn dê ji ya dinê zahmetir be.

Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehemd di merasîmê de gotinek pirr balkêş kir û got ku pêvajoya bê hîna girîngtir e. Niha ev pêvajo ji niha rastiya xwe li rûyê herkesê dixe. Ji aliyekî komên veşartî yên DAIŞ’ê, ji aliyekî dewletên wek dewleta tirk ya dixwaze hîn jî wan koman ji bo xwe bi kar bîne, hîn jî li wek rastiyekî li meydanê ye. Perwerdekirina bi hezaran kesên ji DAIŞ’ê bi bandor bûne dê çawa be, hîn jî nebûye mijarekî nîqaşê. Rewşa girtiyên DAIŞ’î her çend tê nîqaşkirin, siyaseteke giştî yê cîhanê ji bo wan kesan tune.

Hemû daxuyaniyên ji aliyên kes û rayadarên bi rastî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dixwazin bimeşînin, yek tiştî derdixin pêş ew jî têkoşîna li dijî DAIŞ neqediya ye. Ev ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hinek hêvî bide jî, roja aşkerakirina merasîma têkçûna DAIŞ’ê, wezîrê parastinê ya dewleta tirk ya dagirker û fermandarê artêşa dagirker li ser sînorê bakûr û rojhilatê Sûriyeyê bûn. Zêde derneket pêş lê ev nerazîbûna dewleta tirk ya ji bo têkçûna DAIŞ’ê bû. Bi tehdîdên wezîrê parastina dewleta tirk Hulusî Akar piştî hatina xwe ya liser sînor jî tê xuyakirin ku dewleta tirk ji serkeftina cîhanê ya li dijî DAIŞ pir nerazî ye.

Serokdewletê Çekyayê Milos Zeman bi zimanekî vekirî got, “ Dewleta tirk ma çima êrîşî kurdan dike? Ji ber ku bi awayekî fiîlî hevkarên DAIŞ’ê ne.” Hevkariya dewleta tirk û DAIŞ’ê aşkera kir. Gelo piştî vê têkçûna DAIŞ’ê li ser erdê wê dewletên din jî ev rastî bi dengekî bilind bînin ziman. Ka em ê bibînin…”

ÇAVKANÎ: e-rojname – Ezîz Koyluoglu

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – ‘Berxwedan û bêçaretiya faşîzmê’

Nivîsa Pêş

TAYBET – Malbata şehîd Egît û şehîd Dîrok behsa jiyan û berxwedana wan kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Malbata şehîd Egît û şehîd Dîrok behsa jiyan û berxwedana wan kir

TAYBET - Malbata şehîd Egît û şehîd Dîrok behsa jiyan û berxwedana wan kir

Ciwanên Qoserê ji bo Medya Çinar çalakî pêk anîn

Ciwanên Qoserê ji bo Medya Çinar çalakî pêk anîn

Manşet

  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.