Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: ‘EM XWEDÎ LI JIYANÊ DERKEVIN, DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNIN’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
24/03/2019 - 11:12
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
PAJK: ‘Em ê bi Berxwedanê rê li ber Azadiyê vekin’
ParvekeTweet

PAJK’ê Zulkuf Gezen, Ûgûr Şakar û Ayten Beçet bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir, “Em bang dikin ku li her cihî bi pêşengiya jin û ciwanan bi şiyara ‘Em xwedî li jiyanê derkevin, tecrîdê bi dawî bikin’ çalakiyên xwe bigihînin asta pêngaveke nû.”

BEHDÎNAN – Koordînasyona PAJK’ê li ser kesên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kirine daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya PAJK’ê de hate gotin, “Çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdorveger bûne nîşaneya bêdawî ya îradeya mirovan. Ev deng û sekna li girtîgehan, li derve deng vedide, êdî ji çalakiyekê wêdetir bûye navê jinûve vejîna xeta berxwedana dîrokî di bedena mirovan de. Di asta heyî de desthilatdariya faşîst a AKP’ê, medya şerê taybet mîna mirî ne bêdeng in, li mirina mirovan temaşe dikin û vê yekê weke konsepteke siyasî didomînin. Hevrêyên me Zulkuf Gezen, Ûgûr Şakar û Ayten Beçet ji bo bidawîkirina vê bêdengiya mirinê çalakiya fedayî kirin, em wan bi rêz û minet bi bîr tînin. Ji malbatên hevrê Ayten Beçet û Ûgûr Şakar û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Ew bi berxwedana xwe bûn navê îradeya tûj a li dijî zilmê, navê vejînê.”

Di daxuyaniya PAJK’ê de işaret bi van xusûsan hate kirin:

“LI HER DERÊ DAKEVIN QADAN’

“Çalakiya li dijî tecrîdê ku bi hevrê Leyla Guven û Nasir Yagiz re bû sembol, niha li girtîgehan hemûyan, li Kurdistanê û derveyî welat belav bûye. Deynê siyasî, wijdanî û exlaqî yê me hemûyan e ku li dora vê çalakiyê li hev bicivin û vê bikin sekneke azadiya civakî. Çalakiya hevrê girtiya ji doza PAJK’ê Ayten Beçet a li Girtîgeha Gebzeyê çalakiya fedayî kir, ji bo jinên ciwan, ji bo jinan hemûyan û gelê me banga çalakiyan a li her cihî ye. Dewleta Erdogan ku ji çalakiyê tirsiya, cenazeyê hevrêya me Ayten Beçet revand. Li dijî tundiya dewleta Erdogan a faşîst dîktator, gelê me bi biryar e ku di asta girseyî de xwedî li şehîdan derkeve ku bi vî rengî wezîfeya xwe b cih bîne. Desthilatdariya faşîst a AKP’ê û dewletên Ewropayê di serî de Elmanya, hewl didin vê pêvajoyê bikin qurbanê berjewendiyên xwe yên siyasî. Yekane hêza ku van polîtîkayên wan têk bibe, gel bi xwe ye.

Xwedîderketina li şehîdan ku her yek ji wan bîrdariyên berxwedanê ne, biserxistina vê çalakiyê ye. Şehîdên me yên leheng û hevrêyên me yên çalakiyê didomînin, bi îradeya xwe ji niha ve serketina çalakiyê di şexsê xwe de afirandine.

Armanca hevrêyên me ku berdêlên giran dane pêş çavên xwe, bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê me û misogerkirina mafên wî yên xwezayî, gerdûnî û hiqûqî ye. Wezîfeya biserxistina vê çalakiyê beriya her kesî dikeve ser milê her kesên li derve. Çalakgeran bi sekn û biryardariya xwe helwesta xwe nîşan dane. Soza me ya li pêşberî vê berxwedanê divê ew be ku em li her derê çalakiyên girseyî pêk bînin. Şehîdên me ku xwediyê vê çalakiya dîrokî ne, fermanê didin me ku li her devera Kurdistanê, li derveyî welat xwedîderketina li çalakiyê bigihînin asteke nû.

EM Ê BERXWEDANÊ BI SER BIXÎNIN

Gelê ku 8’ê Adarê, Newrozê daket qadan, wezîfeya xwe ye ku hîn bi bandor dest li vê pêvajoyê werde. Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger ku li her qada berxwedanê ji sînorê krîtîk derbas bûye, êdî ji bo berxwedêran xwedî rîska jiyanî ye. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku li her cihî bi pêşengiya jin û ciwanan bi şiyara ‘EM XWEDÎ LI JIYANÊ DERKEVIN, DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNIN’ çalakiyên xwe bigihînin asta pêngaveke nû. Xwedîderketina li jiyana çalakgeran bi bidawîkirina tecrîdkirina Rêbertî dibe. Ev yek berpirsyariya me ya însanî, exlaqî, wijdanî û siyasî ye.

Em careke din Leyla Guven, Nasir Yagiz, Fadîle Tok, girtiyên PAJK-PKK’î yên li zindanan, berxwedêrên li Elmanya, Strasbourg, Hollanda, Îngilistan, Galler, Kanada û Awûstûryayê bi rêzdarî silav dikin û soz didin ku em ê berxwedana wan bi ser bixînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Ciwanên Stenbolê çalakî

Nivîsa Pêş

Li Silêmanî tevgera balafirên keşifê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Silêmanî tevgera balafirên keşifê

Li Silêmanî tevgera balafirên keşifê

Li Sîlopî maşîneya zirxî qulipî: Leşkerek dagirker mir û 20 jî birîndar bûn

Li Sîlopî maşîneya zirxî qulipî: Leşkerek dagirker mir û 20 jî birîndar bûn

Manşet

  • Tev Baranê, Ciwanên Kobanê Derketin Qadan
  • Şehîd Ehmed Omer Bi Rêya Deriyê Sînor ê Sêmalka Ber Bi Başûrê Kurdistanê Ve Hate Şandin
  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.