Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Gêrîlayên YJA Starê li Zagrosan 8’ê Adarê pîroz kirin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
09/03/2019 - 11:26
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Gêrîlayên YJA Starê li Zagrosan 8’ê Adarê pîroz kirin
ParvekeTweet

Gerîlayên YJA Starê li Zagrozan 8’ê Adarê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de yek ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya  YJA Starê Emîne Erciyes axivî û got, heta ku azadiya fizîkî ya Ocalan pêk bînin ew ê têkoşîn bidome.

NAVENDA NÛÇEYAN – Gerîlayên YJA Starê li çiyayên Zagrosan 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin. Li gel yek ji fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê, fermandarên YJA Starê Hezîl Ozgur, Berfîn Nurhak, Pelşîn Koçgirî, Baharîn Kobanê û gelek gerîlayên jin li pîrozbahiyê hazir bûn, pîrozbahî bi merasîmeke leşkerî ya ji bo şehîdan dest pê kir.

Yek ji fermandara YJA Starê Emîne Erciyes ku di merasîmê de axivî û got, li dijî tecrîdê berxwedaniyeke mezin heye û ev berxwedan peywireke giran li ser gerîlayan jin datîne.

Erciyes got heta ku azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan were pêkanîn têkoşîna wê geştir bibe û bidome û wiha domand: ”Îro 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ye. Ji bo vê em 8’ê Adarê ya hemû hevalan pîroz dikin. Em vê 8’ê Adarê li çiyayên Zagrosan pîroz dikin. Ev xwedî wateyeke mezin e. Beriya her tiştî, bi zelaliya Avaşînê, em ji vir slavan ji Imraliyê re dişînin. Îro li ser Rêbertiya me polîtîkayeke giran a tecrîdê heye. Em jin vê dibêjin; çi dibe bila bibe, çi qasî tecrîdê giran bikin jî, ti caran nikarin me ji Rêbertî qut bikin. Rêbertî bi me re ye. Em jî bi têkoşîna ku me geş kirî em ê tim bi Rêbertî re bin. Bi vê çarçoweyê em vê 8’ê Adarê Rêbertî slav dikin.

1998’an Rêber Apo îdeolojiya azadiya jinê danî holê. Diyarî jinan kir û got, ”ne tenê 8’ê Adarêhemû jin divê yên jinê bin”. Ji wê rojê ve li hemû çiyayên Kurdistnaê têkoşîneke mezin tê dayin. Jin gav bi gav azadiyê pêk tînin. Îro li ser Rêbertî tecrîdeke giran heye. Li dijî tecrîdê berxwedaneke mezin heye. Grevên birçîbûnê didomin. Leyla Guven pêşengiyê ji çalakgeran re dike. Ev berxwedana Leyla Guven ispata wê ye ku jinên Kurd çendî dilsozê Rêbertiya xwe ne. Leyla Guven bûye sembola têkoşîna azadiyê ya jinê ye. Bi vê wesîleyê em li çiyayên Zagrosan, bi xweşikiya Çarçele berxwedana hevala Leyla pîroz dikin. Bi bilindî û serhildêriya Cîlo em berxwedêrên zindanan slav dikin. Bi qedîmbûna Govendê, em gelê xwe yê ku li çar parçeyên Kurdistanê, li Hewlêrê, li Mexmûrê, Strasboûrgê, Torontoyê û li hemû deverên cîhanê li ber xwe dide slav dikin.  Em bawer dikin ku em ê vê berxwedanê bi ser bixin. Ev berxwedan peywireke mezin dide me gerîlayên jin. Em gerîlayên jin, heta ku bi têkoşîna xwe Rêbertî azad bikin, em ê têkoşînê geştir bikin û bidomînin.

AGIRÊ AZADIYÊ WÊ GEŞTIR BIBE

Çiyayên zagrosê di dîrokê de tim bi berxwedanê hatine bibîranîn. Her demê bûye hêlîna azadiyê. Gelê Kurd her demê li çiyan li azadiya xwe geriyaye.  Îro gerîla li çiyayên Zagrosan mewziyên xwe asêtir kirine. Heta ku li çiyayan têkoşîna gerîla hebe, azadî wê zîl bide, agirê azadiyê wê geştir bibe û bidome. Dewleta TC’ê ya mêtinger îro li dijî gelê me şerekeî taybet dike. Her roj dibêjin, ”me gerîla qedand”. Em jî dibêjin, ev çiya wê bê gerîla nemînin. Gelekan gotin, ‘me gerîla qedandin” lê her carê yên ku qediyan ew bi xwe bûn. Niha navê wan di dîrokê de jî tine.

Îsal têkoşîneke mezin li benda me ye. Di serî de Leyla Guven hemû berxwedêr peywirê li me bar dikin. Têkoşîna îsal wê bibe têkoşîna ku azadya Rêber Apo dayî ber xwe. Her hilma me, her gava me, her karê ku em ê bikin wê ji bo azadiya Rêbertî be. Li ser vê bingehê em careke dî Cejna 8’ê Adarê ya hemû hevrêyan û jinan pîroz dikin.’

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Şoreşger li Marsîlyayê tecrîdê şermezarkir

Nivîsa Pêş

Dîmenên polîsên dagirker a ku êrîşa parlementeran dike!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dîmenên polîsên dagirker a ku êrîşa parlementeran dike!

Dîmenên polîsên dagirker a ku êrîşa parlementeran dike!

Rêxistina Jinên Ciwan yên Têkoşer bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê  pîroz kirin

Rêxistina Jinên Ciwan yên Têkoşer bi daxuyaniyekê 8'ê Adarê pîroz kirin

Manşet

  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.