Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPS: “Yê ku heta dawiyê ber xwe dan zarokên Kurdistanê yên bi rûmet û bi şeref bûn”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
10/02/2019 - 10:51
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
YPS: “Yê ku heta dawiyê ber xwe dan zarokên Kurdistanê yên bi rûmet û bi şeref bûn”
ParvekeTweet

YPS: “Berxwedana xwerêveberiyê ku gelê Kurd 24’ê Tîrmeha 2015’an li dijî êrîşên tinekirinê yên li hemberî gelê Kurd û hêzên azadiyê da destpêkirin, li dijî teslîmiyet û xiyanetê bersiva xweparastinê ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) bi wesîleya salvegera şehadeta berxwedêrên xwerêveberiyê yên Cizîrê adxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi wesîleya salvegera çaremîn a şehadeta lehengên berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê, hem şehîdên xwerêveberiyê hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, berxwedana xwerêveberiyê ku gelê Kurd 24’ê Tîrmeha 2015’an li dijî êrîşên tinekirinê yên li hemberî gelê Kurd û hêzên azadiyê da destpêkirin, li dijî teslîmiyet û xiyanetê bersiva xweparastinê ye.

Koordînasyona YPS’ê diyar kir, vê berxwedanê bi rengekî vekirî ji her kesî re ragihandiye ku êdî mîna berê peymanên Lozanê li ser Kurdan û Kurdistanê nikarin bên ferzkirin. Hate gotin, “Asta amadekariyê çi dibe bila bibe, eger dijmin hatibe ber deriyê te û rûmeta te binpê dike, yekane biryara ku bê dayîn, berxwedan e. Ji bo azadiyê berdêl çi dibe bila bibe divê wê wextê were dayin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê bi mehan dewam kir û dewleta Tirk a faşîst piştî ku fêhm kir nikare encamê bi dest bixe, herî dawî 14’ê Kanûna 2015’an di dorpêça pêncemîn de bi dehan hezar leşker, bi dehan general, efser, bi sedan tank û her şêwe çekên teknolojîk êrîş bir ser bi sedan ciwanên berxwedêr û gelê bêparastin.

Koordînasyona YPS’ê diyar kir, dewleta Tirk li gorî kevneşopiya xwe tevgeriya û bi kiryarên hovane û li derveyî mirovahiyê dest bi hilweşandina bajarekî kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi taybetî di 15 rojên dawî yên berxwedanê de, berxwedêrên ku ji bilî destan tiştekî karibe xwe pê biparêzin nemabû, li dijî bangên teslîmiyetê di nava şert û mercên gelekî giran de berxwedana xwe dewam kirin û nîşanî cîhanê tev da ku mirov di her şertî de dikarin rûmeta xwe biparêzin û li ber xwe bidin. Di encama vê berxwedanê de ji gelê sivîl, ciwanên berxwedêr û ciwanên ku ji bajarên din ên Kurdistanê hatin piştgiriya berxwedanê, nêzî 300 mirov şehîd bûn.”

Koordînasyona YPS’ê destnîşan kir, berxwedêrên Cizîrê eşkere kirin ku êdî teslîmiyet wê nikaribe reh berde nava vê xakê û hate gotin, “Tovên ku bi jiyana berxwedêran hatin çandin, zû ya jî dereng we şîn bibin. Bi taybetî çalakiyên fedayî yên mezin ên hevalên Zinar Raperîn (Abdulbakî Somer), Doga (Seher Çagla Demîr) û Firat Pirsûs (Mûstafa Aslan) ew çalakiyên destanî ne ku ruhê pêvajoyê nîşan didin.”

MEHMET TÛNÇAN NÎŞAN DAN BÊ MILÎTANÎ ÇAWA TÊ KIRIN

Di daxuyaniya YPS’ê de hate bibîrxistin, ji lehengên mezin ê vê berxwedanê Mehmet Tûnç û hevalên wî bi rojan banga rizgariyê kirin, lê belê negotin ‘werin me rizgar bikin’. Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Gotin, ‘werin em bajarê xwe, welatê xwe, mirovahiya xwe rizgar bikin’. Mehmet Tûnç di kêliya dawî de jî bi gotina ‘têkoşîn demdirêj e, wê bi berxwedana me neqede’ moral da her kesî û banga wezîfeya şoreşgerî li her kesî kir. Lewma, heval Mehmet û hevalên wî xwe mexdûr nekirin, wan rê û rêbazên milîtaniyê nîşanî dost û dijminan dan.

Gotina ‘Me li ber xwe da, bi me serbilind bin’ a Mehmet Tûnçan ku li mejiyê her kesî neqişî û bû mizgîniya serketinê, bi gotina ‘Em bi ser ket, em bi ser ket’ a berxwedêrên rojiya mezin a mirinê ya 14’ê Tîrmehê re xwedî heman wate ye.”

Koordînasyona YPS’ê diyar kir, di şexsê vê berxwedan û van berxwedêran de rûmeta mirovahiyê bi ser ketiye û got, “Yên ku bi ser ketin û tevlî karwanê nemiran bûn, yên ku cihê xwe di dil û mejiyê her kesî de girtin Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, ciwan, dayik, bav û zarokên heta dawiyê bi rûmetdarî û bi şeref li ber xwe dan.” Koordînasyonê destnîşan kir, ku yên hewl didan têk bibin ew bi xwe têk çûn.

‘EM Ê SALA 2019’AN BIKIN SALA ŞEREKÎ BÊ EMAN

Koordînasyona YPS’ê da xuyakirin ku ew xwedî li mîrateya dîrokî a Mehmet Tûnç û hevrêyên wî derdikevin, ew bi wan serbilind in û wiha dewam kir: “Di rewşa heyî de berxwedan an jî xweparastin wê bi rengê civakî bê dayin. Ev yek pêkane… Ya ku ji bo mîrate û wasiyeta berxwedana xwerêveberiyê bê kirin, avêtina gavên ber bi serketinê ve ye.

Bi navê YPS’ê haya me ji vî barê giran heye, em ê heta dawiyê li ser rêya serketinê ya Mehmet Tûnç, Asya Yuksel û berxwedêrên xwerêveberiyê hemûyan bimeşin û ji bo rê li ber azadiya Rêbertî û Kurdistanê vekin em ê sala 2019’an bikin sala şerekî bê eman.”

 

1 Ji 6
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bayik: “Li Suriyê çareseriyê Tirkiye asteng dike”

Nivîsa Pêş

Ciwanên Kurd û Enternasyonal ji Meşa Dirêj re Amede ne

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên Kurd û Enternasyonal ji Meşa Dirêj re Amede ne

Ciwanên Kurd û Enternasyonal ji Meşa Dirêj re Amede ne

PAJK: “Kêlî kêliya afirandina dîrokê û serdema xwe ye”

PAJK: "Kêlî kêliya afirandina dîrokê û serdema xwe ye"

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.