Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Li Almanya di lîseyan waneyan de zimanê Kurdî

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/01/2019 - 1:13
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Xwendekarên
Reading Time: 4 mins read
A A
Li Almanya di lîseyan waneyan de zimanê Kurdî
ParvekeTweet

Piştî ku li Elmanyayê eyaleta NRW´ê Kurdî wek zimanê biyanî li dibistanan qebûl bike, niha projeyeke mîna wê li DYE´yê gihiştiye qonaxa biryardanê. Heger Rêveberiya Dibistanan a bajarê Nashville sêşemê erê bike, Kurdî wê li lîseyên dewletê yê bajêr karibe weke dersa zimanê biyanî bê dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî ku li Elmanyayê eyaleta NRW´ê Kurdî wek zimanê biyanî li dibistanan qebûl bike, niha projeyeke mîna wê li DYE´yê gihiştiye qonaxa biryardanê. Heger Rêveberiya Dibistanan a bajarê Nashville sêşemê erê bike, Kurdî wê li lîseyên dewletê yê bajêr karibe weke dersa zimanê biyanî bê dayîn.

Karzan Sulaivany ji bo beşa Ingilîzî ya Kurdistan 24´ê nûçeyek amade kiriye û em pê dihisin ku heger meqamê Dibistanên Dewletê yê Nashvilleê pêşniyaza ji bo Kurdî qebûl bike, li lîseyên vî bajarî wê dersa Kurdî karibe bê dayîn.

Beriya niha bi hewldanên Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Elmanyayê (YMK), eyaleta Nordrhein Westfallenê (NRW) qebûl kiribû, heger şert bên pêkanîn, Kurdî li dibistanên dewletê weke zimanê biyanî yê duyem bê fêrkirin. Xebatên YMK´ê ji bo eyaletên din jî di vî warî de dewam dikin. Lê niha pêvajoyeke bi heman armancê li bajarê Nashville ê Emerîkayê ku bi serjimara xwe ya Kurd a zêde tê nasîn, hatiye ber qonaxa biryardayînê. Pêşniyaza civaka Kurd çû ber destê Rêveberiya Dibistanan a Nashvilleê.

Ev pêşniyaz bi hewldanên Civaka Kurd a li Nashvilleê derketiye pêş. Sêşema bê Rêveberiya Meqamê Dibistanan a Nashville Metro wê li ser pêşniyazê biryara xwe bi dengdayînê bide. Heger biryar erê be, Kurdî wê di nava zimanên navneteweyî de cihê xwe bigire û xwnedekar wê karibin notan jê bigirin.

Beriya vê pêşniyazê, civaka Kurd xelekî ji bo vê mijarê xebitî û di dawiya dawî de hin dersdarên li Rêveberiya Dibistanan destek da pêşniyazê. Li vî bajarê li eyaleta Tennessee nifûseke mezin a Kurdan heye û bêhtirî 1100 xwendekarên Kurd li vî bajarî diçin dibistanên dewletê.

ji 2016´an ve amadekarî hene

Yê ku ev pêşniyaz bi pêş xistî Dr. Heydar Xezrî ye. Ew endamekî mêvan ê fakulteya Zanîngeha Navendî ya Florida ye û lêkolînerê Bernameya Lêkolînên Siyasî yên Kurd (KPSP) ye li heman zanîngehê. Li vir wî ev proje weke fikr bi pêş xistiye.

Xezrî dibêje projeyê weke fikr sala 2016´an dest pê kir û niha ber û encamên wê didin der. Li gorî wî, “Ev proje, paşguhkirina bi dehan salan a Kurdî a neheq a li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi dawî dike. Dersên Kurdî wê bike ku penaberên ji Kurdistanê peywendiya xwe bi mîrasa xwe ya Kurdî re dewam bikin, û şagirtên Emerîkî jî wê ji civakeke global re amade bikin.”

Ji bo xwendekaran derfet e

Nawzad Hawramî jî rêveberê Navenda Salahadeen a Nashvilleê ye. Yê ku pêşniyaz ji Rêveberiya Dibistanan re şandî ew e. Ji bo dersên Kurdî ew jî dibêje, “Heger Kurdî li dibistanan bê fêrkirin, xwendekar wê bibin xwedî wê derfetê ku di peywendiyên navneteweyî de kariyerekê ji xwe re çêkin û li nûneriyên dîplomatîk kar bikin, her wiha li vir li DYE´yê jî li deverên weke Neteweyîn Yekbûyî.”

Ew jî wekî din bi îhtîmam îşaret pê dike ku ciwanên Kurd ên li bajêr jî wê karibin çand û zimanê xwe fêr bibin. Axir niha civaka Kurd a li Nashvilleê li benda biryara Rêveberiya Dibistanan a sêşemê ye.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtika

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Meclîsên HDP’ê li du bajaran avabûna xwe îlan kir

Nivîsa Pêş

Berpirsê Tevgera Azadî Mele Emîn Oremarî ji aliyê KDP’ê ve hate binçav kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Berpirsê Tevgera Azadî Mele Emîn Oremarî ji aliyê KDP’ê ve hate binçav kirin

Berpirsê Tevgera Azadî Mele Emîn Oremarî ji aliyê KDP'ê ve hate binçav kirin

Piştê ku Leyla Guven derket wêne û videoyên wê li malê!-NÛ BÛ

ANALÎZ- Berxwedana grevên birçîbûnê ketiye pêvajoyeke nû

Manşet

  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.