Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Çalakvanên Şêladizê ji aliyê hikumet û Asayişa PDK’ê ve tên tehdît kirin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/01/2019 - 11:46
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 3 mins read
A A
Çalakvanên Şêladizê ji aliyê hikumet û Asayişa PDK’ê ve tên tehdît kirin
ParvekeTweet

 Gelê bajarokê Şêladizê dema duh xwestin êrişên dewleta Tirkiyê ya dagirker li ser xaka herêma Kurdistanê şemezar bikin li rastî mudaxeleya hêzên asayişa PDK’ê hatin. Çalakvanan diyar kirin ku hêzên asayîşê gefên mirinê li wan dixun. 

NAVENDA NÛÇEYAN- Gelê bajarokê Şêladizê dema duh danê êvarê xwestin êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser xaka herêma Kurdistanê şemezar bikin li rastî mudaxeleya hêzên asayişa PDK’ê hatin. Çalakvanan diyar kirin ku hêzên asayîşê gefên mirinê li wan dixun. Çalakvanê bi navê Mistefa Salih Bamernî dema ku di derbarê çalakiyê de li ser tora civakî weşana zindî dikir ji aliyê hêzên asayîşê ve gef lê dihat xwarin û diyar kir ku demê ku wî weşana zindî dikir û gelê Kurdistanê agahdar dikir bi telefon û peyaman ew gelek caran hatiye tehdît kirin û got: “Lê bila bizanin ku em ji gefên tu kesî natirsin û em ê berdewam bikin. Mirov rojekê di mire bila em her roj ne mirin.’’

Çalakvanekî din jî ev tişt gotin: ‘’Me xwest em bombebarana dewleta Tirk û kuştina xelkê me yê sivîl bi çalakiyekê şermezar bikin. Lê leşkerên Tirk xwe li vê nerazîbuna gelê me ranegirt û bi guleyan êrişê gelê me kirin. Dewleta Tirk 20 sale bi zorê xaka me dagir kiriye, em bang li hukumeta herêmê dikin ku li hemberî bombebarana balafirên Tirk li ser xaka me hewildanan bikin. Bese bila bes bi hêcetan xaka me dagir bikin, em Kurdin ev jî xaka meye.’’

Çalakvanan kel û pelên leşkerî şewitandin

Gelê Navçeya Şêladizê ya girêdayî Dihokê ku di navde xizmên kesên di bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dayîn dema xwestin ku çalakiyekî protestoyî li darbixin ji aliyê asayîşê ve hatin asteng kirin. Leşkerên Tirk piştî ku ditin gel di çalakiya xwe de bi biryarin bi guleyan êrişê gel kirin. Li ser êrişa leşkerên Tirkiyê hêrsa gel bilind bu û êriş kirin ser barageha Leşkerî ya ‘Sîryê’ û gelek kel û pelên leşkerî hatin şewitandin, gelek çek jî hatin desteser kirin.

Di çalakiyê de 8 welatî birindar bun, birindar rakirin nexweşxaneya bajarokê Şêladizê.

Li gorî agahiyan dema ku çalakvanan dest bi çalakiya xwe kirin û heya niha jî balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker bê navber di ser herêmê re di firin.

Bêdengî nebes bû bi fermî jî gef li çalakvanan xwar!

Bi pêşketina çalakiyên xûrt re, Hikumeta Herêma Kurdistanê ku ev bi salane êrîşên balafirên dewleta tirk a dagirker û bi dehan sivîl şehîd xistî re bêdeng maye, bi daxuyaniyekê niviskî gef li çalakvanan xwar. Di daxuyaniya hikumetê de hat gotin “Li pişt bûyeran destên provakatoran heye. Saziyên ewlehiyê dê lêpirsînek hûr û kur bikin û kesên bûne sedema gengeşiyê û provakator bên cezakirin.”

Çavkanî: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Meclîsên Ciwanan a Gebze’yê avabûna xwe îlan kir

Nivîsa Pêş

LEZGÎN- HRE: “Li Efrîn û Marê li hember dagirkeran 4 çalakî hat li dar xistin”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN- Li Ezaz’ê çeteyek bi sekvanî hate kuştin

LEZGÎN- HRE: "Li Efrîn û Marê li hember dagirkeran 4 çalakî hat li dar xistin"

PKK, Nasnameya Yilmaz a ku li Manîsa 1981’ê de şehîd ketiye eşkere kir

PKK, Nasnameya Yilmaz a ku li Manîsa 1981'ê de şehîd ketiye eşkere kir

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.