Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Nurî Mahmud: ”Berdêl çi dibe bila bibe, em ê rûmet û destketiyên gelê xwe biparêzin”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
12/01/2019 - 17:52
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet, Xwendekarên
Reading Time: 5 mins read
A A
Nurî Mahmud: ”Berdêl çi dibe bila bibe, em ê rûmet û destketiyên gelê xwe biparêzin”
ParvekeTweet

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê daxuyaniya Berdevkê Fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd li ser malpera xwe weşand. Mehmûd got; “Şervanên YPG û YPJ’ê bi biryar in, berdêl çi dibe bila bibe, em ê rûmet û destketiyên gelê xwe biparêzin.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya YPG’ê daxuyaniya Berdevkê Fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd li ser malpera xwe weşand. Mehmûd got; “Şervanên YPG û YPJ’ê bi biryar in, berdêl çi dibe bila bibe, em ê rûmet û destketiyên gelê xwe biparêzin.”

Daxuyaniya Berdevkê Fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd wiha ye;

“Wek tê zanîn 8’ê Çileyê vê salê şandeyek Emerîkî bi serokatiya Şêwermendê Ewlekariyê John Bolton çû serdana paytexta Tirkiyê Enqerê û li gel rayedarên vî welatî hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê, Berdevkê Serok-komarê Tirk Îbrahîm Kalin ji bo tevgera dagirkirina axa Sûrî rewa nîşan bide, careke din bi awayekî pûç û bê bingehî Yekîneyên Parastina Gel sûcdar kir. Kalin bi vê yekê, eşkere gelên Sûrî û bi taybet yên li Bakur û Rojhilat weke armanca êrişan nîşan da.

Wek tê zanîn li van herêmên ku ji aliyê YPJ û YPG’ê ve hatin rizgarkirin, bi avakirina pergaleke demokratîk, hemû pêkhate bi îradeyeke azad xwe bi rêve dibin. Modela li Bakur û Rojhilatê Sûrî peyda bûye, dikare ji bo çareseriya aloziya li welat bibe mînak. Lewma dewleta Tirk a xwe li vê projeya demokratîk ranagire, destekê dide hêzên terorê da ku xwe li herêma me birêxistin bikin.

Bi salane li van herêman bi pêşengiya şervanên YPJ û YPG’ê şerekî giran li dijî terora DAIŞ’ê tê kirin û di encama berdêlên giran de, jiyana arama ji bo hemû gelên herêmê hat peydakirin. Hêzên me ji bo parastina hemû mirovahiyê liberxwedan û hê jî vê berdexwedanê dewam dikin. Bi hezaran şervanên me ji bo ewlehiya Kurd, Ereb, Xirstiyan, Sunî, Şiî û mirovên Êzdî, bedena xwe kirin mertal û şehîd bûn. Ev yek bi awayekî berbiçav di berxwedanên Serêkaniyê, Kobanê, Şengal û Efrînê de derket holê.

Rayedarên dewleta Tirk ên YPG’ê weke hêza binpêkirina mafê mirovan binav dikin ji rastiyê dûr diaxivin. Li şûna tewanbarkirinê, eger yek belge di destê wan de hebe, wê demê lazime bi raya giştî re parve bikin. Tişta ji îdîayên Îbrahîm Kalin derdikeve holê ew e ku ev siyaset perçekeye ji gefa serokkomarê Tirk Erdogan a dagirkirina herêmên me ye. Ji wan ew e ku bi van îdîayên pûç ew ê karibin tevgera xwe a dagirkeriyê rewa nîşan bidin. Divê raya giştî hişyar be ku armanca sereke ji van îdîayên derew, zindîkirina terora DAIŞ’ê ye.

Li aliyekî din, Îbrahîm Kalin dibêje lazime hemû çekên ku ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê radestî şervanên YPG’ê hatine kirin, paş de werin girtin. Di vê pêvajoya ku şerê me li dijî terora DIAŞ’ê dewam dike, daxwazeke bi vî rengî, tenê tê wateya bihêzkirina terorê û ji nû ve dagirkirina axa Sûrî.

Ji destpêka aloziya li Sûrî, kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk li ser axa vî welatî,  ji aliyê cîhanê ve baş tên zanîn. Li pêş çavê her kesî, sala 2012’an çeteyên el-Nûsra derbasî Serêkaniyê kirin. Sala 2014’an dema hewldana dagirkirina Kobanê, dîsa dewleta Tirk a ku Îbrahîma Kalin berdevkiya serokê wê dike, ala xwe li ser avahiya Embarên Genim daxist xwarê û eşkere rê da çeteyên DAIŞ’ê ku Kobanê bi temamî dagir bikin.

Di pêvajoya dagirkirina Efrînê de jî dewleta Tirk ji bo sûcên li dijî mirovahiyê kirinê neyên eşkere kirin, destûr neda yek rêxistineke mafên mirovan an jî dezgeyên ragihandinê yên cîhanî ku lêkolînan li vî bajarî pêk bîne. Di nava demeke kurt de niyeta kuştina gelan û guhertina demografiya Efrînê ya dewleta Tirk derket holê. Ev binpêkirin, ne tenê li Efrînê, rojane li Cerablûs, Bab, Ezaz û Idlibê jî têne kirin.

Em ji bo gelên xwe û raya giştî re radighînin;

Dewleta Tirk ya ku bû hêlîna komkirina komên terorîst, îro heman siyasetê li hemberî gelên herêmê bi rêve dibe.

Em weke şervanên YPG û YPJ’ê bi biryar in, berdêl çi dibe bila bibe, em ê rûmet û destketiyên gelê xwe biparêzin.

Bi dehan artêşên cîhanî yên di Koalîsyona Navdewletî de cihê xwe digrin û li gel me şerê DAIŞ’ê dikin, ji nêz ve bûn şahidê vê biryardariya me.

Em ê li gorî pîvanên navneteweyî û li ser hîmê parastina mafê mirovan şerê terorê bikin û pêwendiyên xwe li gel hemû aliyên leşkerî pêş bixin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Meclîsa Ciwanên Rêxistina HDP’ê ya navçeya Rezanê avakirin xwe îlan kir

Nivîsa Pêş

Li Parîs’ê deh hezaran kes azadiya Ocalan xwestin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Parîs’ê deh hezaran kes azadiya Ocalan xwestin

Li Parîs'ê deh hezaran kes azadiya Ocalan xwestin

Ciwanên Çewlîg’ê avabûna xwe ya Meclîs’ê îlan kirin

Ciwanên Çewlîg'ê avabûna xwe ya Meclîs'ê îlan kirin

Manşet

  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.