Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Gelê Kurd li seranserî Rojava qetlîamê Parîs’ê şermezar kirin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
09/01/2019 - 22:49
di nav Çalakî, Giştî, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
Gelê Kurd li seranserî Rojava qetlîamê Parîs’ê şermezar kirin
ParvekeTweet

Îro li seranserê di xaka Rojavayê Kurdistan’ê de gel derket qadan û qetliama li dijî sê jinên Azad Sara, Rojbîn û Ronahî yê ku di dîroka 9 Çileyê 2013 de li Parîs’ê hate kirin protesto kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN- Îro li seranserê di xaka Rojavayê Kurdistan’ê de gel derket qadan û qetliama li dijî sê jinên Azad Sara, Rojbîn û Ronahî yê ku di dîroka 9 Çileyê 2013 de li Parîs’ê hate kirin protesto kirin.


Qamişlo

Bi pêşengtiya Kongereya Star bi sedean gel bi armanca şermezar kirina Komkujiya Parîsê bi dirûşmeya’ Bi rihê Sakîne, Avêsta tekoşînê bilind bikin û faşîzmê têk bibin’, meşeke girseyî li dar xistin.

Bi tevlîbûna bi sedan gelê bajarê Qamişloyê, tevahî sazî û rêxistinên Rêverberiya Xweser û sivîl amede bûn. Meşa bi pêşengtiya Kongreya Star ji bo şermezar kirina komkujiya Parîsê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên her sê tekoşerên jin Sakîne, Leyla, Fîdan û Leyla Guven, û alên Kongereya Star hat xemilandin. Meş ji Qada şehîdên 12 Adarê dest pê kir û ber goristana Şehîd Delîl Saroxan veguherî Mîtingê.

Piştî deqeyek rêzgirtin, Hevseroka Meclisa Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Çîger axivî, Zelal destpêkê her sê şorşgerên jin bi bîr anî û wiha got:”Komkujiya li ser her sê jinên Şoreşger hevkariya Tirkiyê û delwetên Komploger nîşan da, ev eşkere hat xuyakirin berdewamiya komploya navnetewî bû. Têkoşîna jinê îro li Rojava, Bakurê kurdistanê û tevahî cîhanê li ser xeta Sakîneyan didome. Sîyaset û komployên mezin li ser doza jin, gel û azadiya herêmê tê meşandin. Banga me ji tevahî gelan re ku ji her demê zêdetir ji bo ku em şoreşa jin biparêzin û xwe bi rêxstin bikin û li dijî tevahî rengên dagirkeriyê bisekinin, berxwedana xwe bidomînin.”

Meş bi dirûşmeyên’ Şehîd Namirin, Jin Jiyan Azadî, Bimire Îxanet’ bi dawî bû.

Tirpespiyê

Bi dirûşmeya’ Bi rihê Sakîne û Avêstayan em ê têkoşînê bilind bikin, faşîzmê têk bibin’ komkujiya Parîsê bi meşekê hat şermezar kirin.

Bi tevlîbûna bi sedan jin û sazî û rêxstinên sivîl di pêşengtiya Kongreya Star de meşeke girseyî hat li dar xisitn. Di meşê de dirûşmeyên’ Werin em bi vîna Jina Azad dagirkeriyê hilweşînin’, alên Kongereya Star û wêneyên şoreşgerên jin hat xemlandin. Meş ji navenda Kongreya Star destpêkir û li qada Azadî veguherî Mîtingê.

Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Kongreya star Berwîn Yûsiv Axivî, Berwîn balkişand li ser hedefa Komplo û got:”Di şexsê hevala sakîne de hemû komplogerên ku dixwazin careke din komploya nevnetewî dûbare bikin  em şermezar dikin, komplogeran xewset bi vê komkujiyê me ji fikrê Rêber Apo dûr bixê lê ev encam pêk nehat. Çawa ku nikarîbûn fikr û felsefeya rêberê me ji me dûr bixin wê nikarîbin vîna me bidin çewisandin, xeta azadiya jin bi pêşengtiya şopa Sakîne wê bidome.”

Meş bi dirûşmeyê’ Bijî serok Apo, jin jiyan azadî’ hat bi dawî kirin.

Her wiha li Navçeya Amûdê girêdayî bajarê Qamişlo,navçeya Girkêlegê û bajarê Dêirkê a Kantona Qamişlo di pêşengtiya Kongerya Star de meş hatin li dar xisitn û komkujî şermezar kirin.

Kantona Hesekê

HESEKÊ – Îro bi hezaran gelê herêma Hesekê bi hemû netewên xwe, tevlî hêzên xwe yê leşkerî daketin qadan û komkojiya parîsê şermezar kirin .

 

Meş ji Çarxereya Sînalko dest pê kir, bi sedan kes tevlî bû. Meş li çarxereya Itfayiyê veguherî şoreşa Rojava û berxwedana serdemê. Di meşê de dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’ hatin berzkirin û wêneyên Abdullah Ocalan û alên kongreya star hatin hilgirtin.

Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Koordînasiyona Kongreya Star Muna Yûsiv axivî û diyar kir ku Sakîne û rêhevalên wê Sembolên jinên azad in û got “ji dîrokê heta roja îro tirsa dijmin a ji hêza jinên aza heye, ji Sakîne ta Avêsta, barînan û Leyla Guven. Bi hêza van jinan em ê bighêjin jiyanek azad û wekhev .”

Meş bi siloganên “jin jiyan azadî” bi dawî bû .

Til Temir

Bi armanca şerezar kirina komkujiya Parîsê bi sedan welatiyên Til Temirê daktin qadan,  Di meşê de bang li tevahî jinan hat kirin ku hember faşîzmê tu carî serî netewînin.

Îro bi sedan ji gelê Til Temir daketin qadan û bi meşeke girseyî Komkujî şermezar kirin.Meş ji SMŞ dest pêkir, bi sedan jin ji tevahî netewan û tevahî hêz û saziyên sivîl beşdar bûn. Meş li Çarxereya Ş.Qendîl veguherî mîtingê. Çalakvanan wêneyên pekrewanan hilgirtin. Jinan bi yek dengî dirûşme avêtin û gotin:”Sakîne Namire. Sakîne hêz û îradeya jina azad e.”

Piştî deqeyek rêzgirtin, endama rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir axivî, Gulîxanê komkujiya parîsê şermezar kir û wiha dom kir:”Têkoşîna Sakîne û rêhevalên wê bandoreke pir mezin û ber bi çav li jinên cîhanê kir yek jê em in ku îro li Rojavayê kurdistanê pêşengtiya şoreşê dikin û civakeke azad û polîtîk ava dikin. Pêwîste ku her jinek xwedî li têkoşîn û mîrasê Sakîne Cansiz derkeve û hember faşîzmê tê bikoşin.”

Meş bi dirûşmeyên’ Şehîd Namirin, jin jiyan azadî’ bi dawî bû.

Serêkaniyê

Bi hezaran gel komkujiya Parîsê şermezar kirin.

Bi tevlîbûan bi sedan jin û saziyên sivîl di pêşengtiya Kongreya Star de meşeke girseyî, li dar xistin. Meş ji Mala gel destpêkir, û li ber konê Mertalên Zindî li ser Sînor veguherî Mîtingê. Meş bi wêneyên tekoşîerên jin û alên Kongreya Star hat xemlandin. Piştî deqeyek rêzgirtin, hevseroka Kantona Hesekê Semer Abdullah axivî.

Semer got:” Komkujiya di darheqê her sê tekoşerên jin pêkhat li dijî jin û insaniyetê bi giştî bû, bi armanca ku dengê jina azad qut bikin. lê em ê li ser Şopa Sakîne şoreşa xwe bidomînin û bi ser bikevin.”

Meş bi dirûşmeyên’ Bijî Serok Apo, Bijî berxwdana her sê tekoşerên jin’ bi dawî bû.

 

 

 

Parve Bikin1TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hûn nikarin bi sansûrê me bidin rawestandin! malpera nû www.nuceciwan10.com

Nivîsa Pêş

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiye’yê Sê Jinên Azad Hate Bîranîn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiye’yê Sê Jinên Azad Hate Bîranîn

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiye'yê Sê Jinên Azad Hate Bîranîn

ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2019'AN

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.