Enter your email Address

Perşembe, Aralık 4, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Navenda Parastin Gel; ”Bi pêkanîna xeta serdema nû ya gerîla, em dikarin bersivê bidin Rêberê xwe”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
31/12/2018 - 15:50
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG’ê nasnemaya 6 şehîdên Pîlemûriyê eşkere kir
ParvekeTweet

 

NPG; ”Bi pêkanîna xeta serdema nû ya gerîla, em dikarin bersivê bidin berxwedêran hemûyan, bersivê bidin Rêberê xwe, bendewariyên gel û dostên xwe. Bi vê bîr û baweriyê em di têkoşîna sala nû de ji we hemûyan re bi coşa şoreşgerî serketinê dixwazin, bi rêzdarî we hemûyan silav dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) peyameke nivîskî weşand û işaret bi metirsî û biryardariya têkoşînê ya sala 2019’an kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dema ku mirov bala xwe bidin ser bûyerên giştî yên diqewimin, tê dîtin ku şerê li Rojhilata Navîn wê sala bê girantir bibe.”

Fermandariya Biryargeha NPG’ê got, “Ji ber ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan û rawestandina vî şerê ku êşên giran bi gelên herêmê dide kişandin, projeyeke çareseriyê ya hatiye destnîşankirin nîne.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tenê projeya çareseriyê ya Rêber Apo heye, ku di serî de mêtingeriya Tirk hêzên mêtinger û hegemon ên navneteweyî hemû ji perspektîfa çareseriya neteweya demokratîk a ku demokrasî, azadî, azadiya jinê û biratiya gelan pêşkêş dike, ditirsin û bi destê dewleta Tirk a faşîst êrîş dikin.

ERDOGAN NE SEROKKOMAR E, EW SERÇETE YE

Dewleta Tirk ku di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorîzmê’ de tundî û teroreke mezin li gelên herêmê dike, heta ku ev nêzîkatî û sekna xwe hebe wê hewldanên ji bo çareseriyê û rawestandina şer bi bandor nebin. Ji ber ku Serokkomarekî welê li dijî me ye ku kêfa wî ji kuştina Kurdan re tê, her roj li meydanan pesnê vê dide û propaganda wê dike, bi rengekî vekirî êrîş dike û terorê rewa dike, şovenîzma li Tirkiyeyê sor dike û bi kuştina mirovan dixwaze dengan bi dest bixe. Eşkere ye ku ev ne serokkomar e, ev serçete ye. Zîhniyeta faşîst a ku dixwaze bi rijandina xwînê li ser desthilatdariyê bimîne û hebûna xwe bi rijandina xwînê didomîne, heta ku bandora wê bi temamî ji holê neyê rakirin, nepêkane ku şerê li Kurdistanê, Tirkiyeyê û herêmê bisekine, nepêkane ku aştî û biratî pêk were.

ERDOGAN WÊ DI SALA 2019’AN DE ŞER GIRANTIR BIKE

Lewma, xuya ye wê di sala 2019’an de hem li herêma me hem jî li welatê me Kurdistanê şer giran bibe. Ji niha ve tê dîtin, di navbera rejîma Enqereyê ya nîjadperest faşîst û gel û tevgera me de wê li Bakur, Başûr û Rojava şerekî dijwar biqewime. Bêguman zor û zehmetî hene li pêşiya me. Lê belê eger em di nava her şert û mercî de bi felsefeya çareserî û ronîkirinê ya Rêber Apo tevbigerin, em ê her tim bi ser bikevin. Zîhniyeta mêtinger faşîst, ya ku sala 2018’an nekarî li Rojava bike hewl dide niah bike û plana êrîşa li dijî Rojavayê Kurdistanê dike. Ev yek tê wê wateyê ku Kurdistan bi temamî dikeve qonaxa şerekî nû. Eşkere ye, ne tenê li Rojava wê li gelemperiya Kurdistanê gelê me bi rengekî dîrokî li dijî mêtingeriyê li ber xwe bide.

MODELA NÛ YA GERÎLA

Hêzên Parastina Gel a Kurdistanê, di çarçoveya karên jinûve avakirinê de ku demeke dirêj e em li ser disekinin, wê li her qadê, teknolojiya dawî ya şer jî di nav de li dijî her şêwe êrîşan rawestin. Em çiqasî karibin sîstema xwe ya gerîlayên profesyonel û serdema nû biafirînin, em ê ewqasî di şer de bi ser bikevin.

Di vê mijarê de divê rojeva bingehîn a hevrêyan hemûyan, di çarçoveya jinûve avakirinê de bi karên perwerdeyî têgihiştin, pejirandin û bicihanîna xeta gerîla ya serdema nû be. Bi taybetî, şert e ku ji aliyê guhertina bingehîn ji aliyê zîhnî ve bê nirxandin, rêbaza gerîlayên serdemê bên bidestxistin, ji vê yekê bawer bikin û bi vê baweriyê bi hêza xwe hemûyî kûr bibin. Divê pê bawer in ku em çiqasî modela nû ya gerîla biafirînin em ê ewqasî bi ser bikevin û di vê çarçoveyê de gelekî girîng e ku rojên destpêkê yên salê li ser gerîlatiya profesyonel kûr bibin û guhertinên bingehîn pêk bînin. Gelekî girîng e ku em asta gerîlayên profesyonel ên ku bi performansa taktîk û teknolojîk encamê bigirin, biafirînin. Eger em kûrbûna xwe ya du salên dawî van rojan bigihînin asta bilind, em ê karibin bi têkoşîna gerîla ya nû, pêngavan pêk bînin û bi ser bikevin.

AFIRANDINA GERÎLAYÊN SERKETINÊ

Îro li girtîgehan û li derve bi pêşengiya lîderên şoreşger greva birçîbûnê tê kirin. Nêzîkatiya rast a gerîla ya li van çalakiyan, afirandina gerîlayên serketinê ye. Divê em zanibin ku ev yek jî bi kûrbûna leşkerî, rêxistinî û îdeolojîk a di çarçoveya projeya jinûve avabûnê dibe, bi afirandina modela nû ya gerîla pêkane. Li gorî vê yekê di vê em bi şêweyekî rast nêzî wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bibin. Peyama ku grevên birçîbûnê dide me; afirandina gerîlayên serketinê ye. Bi pêkanîna xeta serdema nû ya gerîla, em dikarin bersivê bidin berxwedêran hemûyan, bersivê bidin Rêberê xwe, bendewariyên gel û dostên xwe. Bi vê bîr û baweriyê em di têkoşîna sala nû de ji we hemûyan re bi coşa şoreşgerî serketinê dixwazin, bi rêzdarî we hemûyan silav dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çeteyên dewleta Tirk êrîşa herêma konê yê Minbîc’ê kirin

Nivîsa Pêş

Berxwedana Sakîne Cansiz bû kurtefîlm

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Berxwedana Sakîne Cansiz bû kurtefîlm

Berxwedana Sakîne Cansiz bû kurtefîlm

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Akîf Bagok hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Akîf Bagok hate veşartin

Manşet

  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Berpirsyariya Me Girtiye Ser Milê Xwe Nîşaneya Armanca Me Ya Jiyana Hevpar e

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan li Dêrîkê Şehid Berçem Kobanê biranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.