Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK; “Ne pêkane ku kes li ber berxwedana mezin bisekine”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
30/12/2018 - 8:35
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Rabin Ser Piyan, Tecrîdê Bişikînin, Faşizmê Têk Bibin
ParvekeTweet

Ruh û rêbaza berxwedêrên ‘tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin’ ku bi ruh û rêbaza berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê, ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ û berxwedana xwerêveberiyê re kirine yek, bersivê didin vê pêwîstiyê. Hêzên gerîla vî ruh û rêbazê timî di pratîka xwe de pêk tînin. Eger em karibin vî ruh û vê rêbazê di têkoşîna xwe ya demê de bi cih bûnin, wê serketin teqez be, tecrîd bişikê û faşîzm têk biçe.

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Berxwedana greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger, ku parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Apo dest pê kiriye, li hemû girtîgehan mezin bûye û gelê me li her devera ku Kurd lê ne, xwedî lê derdikeve. Berxwedana ’em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin’ ku bi biryardariyeke mezin li zindanan dest pê kir, bi ruhê 14’ê Tîrmehê li Kurdistanê hemû belav bûye û ji bo jiholêrakirina desthilatdariya AKP-MHP’ê wê bi roleke dîrokî rabe.

Leyla Guven bi welatparêzî û hişmendiya xwe ya siyasî, wateya dîrokî ya rabûna li ber tecrîdê dît û bi berxwedana xwe ya greva birçîbûnê bû çirûska berxwedana civakî. Hevrêyên me yên li zindanan û siyasetmedarên demokratîk welatparêz jî mîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek wezîfeyên demê dîtin û berxwedan geş kirin. Gelê me yê li Ewropayê jî mîna her carê bi erka xwedîderketina li Rêbertî rabû û cihê xwe di nava berxwedana ’em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin’ de girt. Em berxwedêrên di nava vê kampanya berxwedanê de cih digirin hemûyan silav dikin û rola wan a dîrokî ku di şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê de pê rabin, ji niha ve pîroz dikin.

Tê zanîn, êrîşên qirker ên niha jî tên kirin, 5’ê Nîsana 2015’an bi tecrîdkirina Rêber Apo dest pê kirin. Ev êrîş 24’ê Tîrmehê veguherîn şerekî qirker ê komkujiyan. Ev rastî radixe pêş çavan ku tecrîdkirina Rêber Apo û şerê qirkirinê bi hev ve girêdayî ne. Lewma berxwedêrên ‘tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk birin’ li gorî karkater û armanca serdemê bi helwesteke gelekî rast tevgeriyan. Bi vê helwest û sekna xwe, rê li ber pêvajoyeke berxwedanê vekirin ku mîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê dikarin roleke dîrokî bilîzin. Vê berxwedanê ji niha ve bandor li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê kir. Tirsa faşîzma AKP-MHP’ê ji ber vê rastiyê ye.

‘NEPÊKANE KU KES LI BER BERXWEDANA MEZIN BISEKINE’

Faşîzma AKP-MHP’ê çi dike bila bibe, nikare pêşî vê berxwedana bi rêbaz û ruhê 14’ê Tîrmehê bigire, nepêkane ku li ber vê berxwedana ku mezin dibe bisekine. Ruhê 14’ê Tîrmehê rê û rêbaza şoreşa Kurdistanê ye; rêbaza serketina bi berxwedanê ye ya di nava mercên zehmet de. Vaye îro jî di nava şert û mercên giran û zehmet de ji bo serketinê berxwedan heye. Ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê, ruhê fedayî yê ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ û berxwedana xwerêveberiyê di vê berxwedanê de gihîştine hev û veguheriye îradeyeke ku têk naçe. Bi vê berxwedanê re wê karaktera têkoşînê û îradeya berxwedanê ya gelê Kurd bigihêje asteke nû. Li dijî zêdebûna zilma faşîzma AKP-MHP’ê, bi asta û îradeyeke xurt a berxwedanê bersiv tê dayin. Berxwedana gerîla, gelê me û ya li qada siyaseta demokratîk li dijî faşîzma qirker tê kirin, bi berxwedana ’em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin’ re gihîştiye asteke nû. Gelê me wê sala 2019’an li Bakur, Rojava, Rojhilat, Başûr û her devera cîhanê bi vî ruh û vê asta berxwedanê têbikoşe û bike ku faşîzma AKP-MHP’ê hilweşe.

Bûyerên siyasî yên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn diqewimin, asta dijminatiyê ya li Kurdan û hêzên demokrasiyê ya li herêmê careke din raxistiye pêş çavan. Pêwîstî bi rêbaz û ruhekî ku êrîşkariya faşîzma qirker têk bibe, heye. Ev yek jî rêbaz û ruhê serketinê ye ku xwe dispêre hêza xwe û di nava şert û mercên herî giran de li ber xwe dide. Êrîşkariya faşîst a niha tê kirin, rêbazeke berxwedanê û asteke têkoşînê li ser me ferz dike ku em karibin êrîşkariya dijmin ji holê rakin û wê têk bibin. Ev yek jî di dîroka têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê de heye. Ruh û rêbaza berxwedêrên ‘tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin’ ku bi ruh û rêbaza berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê, ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ û berxwedana xwerêveberiyê re kirine yek, bersivê didin vê pêwîstiyê. Hêzên gerîla vî ruh û rêbazê timî di pratîka xwe de pêk tînin. Eger em karibin vî ruh û vê rêbazê di têkoşîna xwe ya demê de bi cih bûnin, wê serketin teqez be, tecrîd bişikê û faşîzm têk biçe.

Em girtiyên li zindanan hemûyan, berxwedêrên li Ewropa, Kurdistanê û her devera cîhanê tevlî vê berxwedanê bûne careke din silav dikin û bang li gel û dostên xwe dikin ku 2019’an bikin saleke mezin a têkoşînê, ji bo şikandina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê bi rola xwe rabin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çeteyên Dewleta Dagirker ê Tirk êrîşên noqteyên Meclîsa Leşkerî yên Mînbîc’ê kirin

Nivîsa Pêş

Li dijî zextan raperîna êlekzeran hêj didome

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Raperîna ‘Êlek Zeran’ Fransa’yê Dişewîtîne

Li dijî zextan raperîna êlekzeran hêj didome

Di Grevên Birçîbûnê ya Strasbourg’ê de Ciwanekê Kurd; ”Bi Ruhê Serî Hilde Berxwedanekî Yekpare”

Di Grevên Birçîbûnê ya Strasbourg'ê de Ciwanekê Kurd; ''Bi Ruhê Serî Hilde Berxwedanekî Yekpare''

Manşet

  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”
  • Nasnameyên 2 Şehîdên YATˊê Hatin Ragihandin
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Hamburgê Bi Hezaran Kes Daketin Kolanan û Daxwaza Statuya Rojava Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.