HAMBURG – Platforma Hevgirtina bi Rojava re careke din bi girseyeke coşdar meşek li dar xist da ku êrîşên dewleta Tirk, DAIŞ û terorîstên HTŞ’ê yên li ser Rojava protesto bike. Di vê berxwedana bênavber a li Hamburgê de, peyama “Heta ku statuya xweser a Rojava neyê naskirin, em ê bi berxwedaneke bênavber li kolanan bimînin” hat dayîn.
Platforma Hevgirtina Hamburgê bi Rojava re meşek mezin li dar xist ji bo protestokirina êrîşên HTŞ û milîsên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ên li dijî Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê.
Bi hezaran kes li ber Hauptbahnhofa Hamburgê kom bûn û li ser rêya Gänsemark meşiyan.
Di çalakiyê de, ku ji aliyê Platforma Hevgirtina Rojava ve hat birêvebirin, endamên Platformê, Konseya Jinan a Rojbîn, TCŞ, Hamburg Für Kurdistan, enternasyonalîstên Alman, rêxistinên jinan ên çepgir û sosyalîst û kesên ji Kurdistanê beşdar bûn.
Di mîtîngê de pankartên wekî “Defend Rojava, Defend Kürdistan”, “Türkischen Angriffskrieg und Dschihadisten Stoppen! Verteidigt Rojava und die Frauenrevolution!”, “Stoppt die Angriffe auf Rojava und Rojhilat, Solidarität mit den Protesten im Iran!” , “Überall Rojava, Überall widerstand! Her der Rojava, her der Berxwedan” û “Wir sind bereit, uns denen entgegenzustellen, die uns unsere Freiheit nehmen wollen!” Ji bilî alên TEV-DEM û Kurdistanê, pankartên ku balê dikişînin ser komkujiyên ku ji hêla çeteyên HTŞ’ê ve hatine kirin jî hatin hildan. Çalakî bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistan û şoreşê dest pê kir.
Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”, “Terorîst Colanî, Terorîst Erdogan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Alle zusammen gegen den Faschismus” û “Bijî Berxwedana YPG-YPJ” hatin qîrîn. Her wiha di çalakiyê de sirûdên berxwedanê hatin lêxistin.
Nûnerê Partiya Komunîst a Kurdistanê Serhat Çeyînkaya li ser navê Platforma Hevgirtina bi Rojava re axivî û diyar kir ku têkoşîna li Rojava ketiye qonaxeke nû. Çetînkaya destnîşan kir ku berxwedanê rê li ber HTŞ û milîsên Tirk girtiye ku li Rojava bigihîjin armancên xwe û got, “Plana radestkirina gelê Kurd ji bo cîhadîstên selefîst hatiye pûçkirin û armancên hêzên kolonyalîst hatine hilweşandin. Plana ku Kurdan bi tevahî bêparastin bihêle jî têk çûye, ji ber ku hebûna HSDê, her çend tenê bi çar tugayan di artêşa Sûriyeyê de be jî, girîng e.”
Berîvan Agirî ji TCŞ (Partiya Komunîst a Tirkiyeyê), tekez kir ku berxwedana li Rojava bi destkeftiyên berbiçav hatiye tacîdarkirin û got, “Çalakî dê heta ku statuya xweser li Rojava neyê naskirin berdewam bikin. Divê hêzên navneteweyî Rojava nas bikin.”
Xwepêşandan, bi dirûşme û sirûdan, li Gänsemarktê bi dawî bû.



