Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

NÛÇEYA LEZGÎN- Girtiyên Azadiyê Dest Bi Greva Birçîbûnê Bêdem û Bêdorveger Dikin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
15/12/2018 - 16:52
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
72 roje di hucreyekê de tenê tê girtin
ParvekeTweet

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya nameyek şand û diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan dê bi tevlibûna 30 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya nameyek şand û diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dê bi tevlibûna 30 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin. Kaya bang li hemû derdorên demokrat, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û akademîsyen kir ku li dijî rejîma Erdogan tev li berxwedana wan bibin.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiye’yê, bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, di 27’ê Mijdarê di roja damezirandina PKK’ê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a 10 rojan kiribûn. Di vê çarçoveyê de li 117 girtîgehan, zêdetirî 600 girtî ketibûn greva birçîbûnê. Têkildarî mijarê li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, Denîz Kaya nameyek şand û da zanîn ku dê di 16’ê Kanûnê de bi tevlêbûna 30 girtiyan, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin.

Nameya Denîz KAYA wiha ye

“Li dijî  îşkenceya ku faşîzma qirker a AKP-MHP’ê li ser gelan ferz dike, li ku derê dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin. Her çiqas rejîma dîktayê hewl bide çalakiya gelên me yên ku tecrîdê red dikin û xwedî li Rêbertiya me derdikevin bitepisîne jî, dê nekare bi ser bikeve. Dixwazin gelê Kurd ên ku li derve ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo ketine greva birçîbûnê; bi serdagirtin, binçavkirin û girtinan bişikînin. Lê ev hewldan dê bênemcam bimînin. Em weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Herêm û Tirkiyeyê, radigîhînin ku em çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a di 27’ê Mijdarê de hatibû destpêkirin, mezintir dikin.

Em bi rastiya dewleteke ku daxwazên gelan ji nedîtî ve tê û qurbanî egoya rejîma yekzilamî dike re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê jî di vê rewşa heyî de ji bilî berxwedanê, tu alternatîfên me yên din nînin. Rejîma faşîst û qirker a Erdogan ku tehemûla gelê kurd û hilbijartiyên wan nake, dibe ku em dîlgirtî bin lê divê bê zanîn ku em teslîm nabin.

Rejîma Erdogan ku welat ber bi aloziyê ve dibe, meşandina polîtîkaya bi xwînî ji bo xwe weke mafeke rewa dibîne û bi ser sivîlan de bi tonan bombeyan dibarîne. Ev jî nîşan dide ku rejîma Erdogan bi temamî ji mirovahiyê derketiye. Bombebarana li dijî Mexmûrê û di heman demê de êrîşên li dijî Şengalê, bêtehemûliya faşîzmê ya li hemberî gelê kurd e. Di rewşa heyî de em ê li hemberî  polîtîkaya mezinkirina şer a desthilatdariya faşîst a qirker, bêdeng nemînin.

EM DEST BI GREVA BÊDEM Û BÊDORVEGER DIKIN 

Em weke girtiyên PKK û PAJK’î, ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me, heta ku em digihîjin armanca xwe dê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bidomînin. Di vê çarçoveyê de, dê di 16’ê Kanûnê de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, Girtîgehên Gebze, Kandira, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê û Girtîgeha Panos a Agiriyê 30 hevalên me dest bi çalakiya greva bêdem û bêdorveger bikin.

Heta ku tecrîd bê şikandin jî dê her 10 rojan carekî bi tevlibûna girtîgehên cuda, çalakiya me ya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dê bidome. Tekane rojeva me, şikandina tecrîda girankirî ya li ser Ocalane. Bi vê boneyê jî heta ku em encamê bi dest dixin dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Di vê çarçoveyê de em bang li hemû derdorên demokratîk, li rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar, hunermend û parêzvanên demokrasiyê dikin ku xwedî li berxwedana me ya bi rûmet derkevin û vedixwînin berxwedana li dijî rejîma Erdogan.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Atîna Di Pêşengtiya Ciwanan de Li Dijî Gefên Li Ser Rojava Meşek Hete Lidarxistin

Nivîsa Pêş

YBŞ; ”Em ê Heya Dawî Parastina Gelê Xwe Bikin”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
YBŞ; ”Em ê Heya Dawî Parastina Gelê Xwe Bikin”

YBŞ; ''Em ê Heya Dawî Parastina Gelê Xwe Bikin''

Gelê Êzîdxan’ê Li Dijî Êrîşan Meşiyan

Gelê Êzîdxan'ê Li Dijî Êrîşan Meşiyan

Manşet

  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.