Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Payebilindê MÎT’ê yê di destê HPG’ê de Mikûr Hat- NÛKİRÎ

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
04/12/2018 - 13:51
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
Payebilindê MÎT’ê yê di destê HPG’ê de Mikûr Hat- NÛKİRÎ
ParvekeTweet

HEVDÎTIN LI NAVENDA PARASTINÊ PÊK HAT

Ji rêveberên MÎT’ê yên ji aliyê HPG’ê ve hatine girtin Aydin Gunel, li ser karên xwe yên hevpar ên bi kes û hêzên ji nava PKK’ê reviyan û li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurd kar dikin, agahî da. Gunel diyar kir, Nîzamettîn Taş serkêşê wan kesan e ku dixwazin li Bakurê Kurdistanê li dijî Tevgera Azadiyê partiyeke alternatîf ava bike. Taş û rêveberên MÎT’ê bi vê armancê sala 2017’an du caran li hev rûniştin. Hevdîtin jî li navenda Parastinê ya li bajarê Seleheddînê pêk hat.

‘TEVÎ SEROKÊ DAÎREYA OPERASYONÊ YA MÎT’Ê LEVENT TURKGUCU EM PÊ RE RÛNIŞTIN’

Çend ji agahiyên ku rêveberê MÎT’ê Aydin Gunel li ser mijarê da, wiha ne: “Nîzamettîn Taş ê bi navê kod Botan ji me re got ku dixwaze hevdîtinê bike. Daxwaza hevdîtinê bi rêya rêxistina îstîxbaratê ya PDK’ê (Parastin) hate kirin. Parastinê ev daxwaz bi rêya Konsolosxaneya Erbîlê ji Musteşariya MÎT’ê re ragihand. Li ser vê yekê, Adara 2017’an tevî Serokê Daîreya Operasyonê ya MÎT’ê Mehmet Levent Turkgucu em hatin Erbîlê û li avahiya Parastinê ya li Selehaddînê bi Nîzamettîn Taş re rûniştin. Di hevdîtinê de berpirsyarê maseya PKK’ê ya Parastinê Salih Barzanî, nûnerê MÎT’ê yê Erbîlê Selçûk Şenel û tercûmanek jî amade bû.”

Aydin Gunel bi dewamî diyar kir ku Taş di hevdîtinê de nêrînên xwe yên li ser bûyerên li herêmê diqewimin ragihandiye û piştre gotiye, ew dixwazin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, partiyeke ku bibe ‘Alternatîfa PKK’ê ava bikin û di vê mijarê de piştgiriyê dixwazin. Li gorî gotinên Aydin Gunel, Nîzamettîn Taş di hevdîtinê de bi bîr xist ku ew sala 2004’an ji PKK’ê qut bûye û rêxistina bi navê PWD a bi Osman Ocalan û Hidir Sarikaya re ava kirine, bi ser neketiye. Her wiha jê re gotiye, 13 sal in ew li bin kontrola PDK’ê dimînin, tên mijûlkirin û ‘dema wan bi valatî derbas dibe’.

NÎZAMETTÎN TAŞ Ê JI NAVA PKK’Ê REVIYA, AVAKIRINA PARTIYEKE NÛ PÊŞNIYAR KIR

Nîzamettîn Taş li ser ‘partiya nû’ ya ku dixwazin ava bikin, van agahiyan dide rayedarên MÎT’ê: “Em dixwazin bi partiyên Hak-Par, PAK û PWD re li hev kom bibin û li Tirkiyeyê partiyeke legal ava bikin. Bi pêşengiya PDK’ê demeke dirêj em hevdîtinan dikin. Armanca vê partiyê, şikandina bandora PKK’ê ya li herêmê ye. Gelek eşîr û malbatên cerdevanan hene ku destekê didin me. Beşek ji kadroyên di salên damezrandina PKK’ê de amade bûn, bi me re ne. Em ê li Tirkiyeyê karê rêxistinbûnê bikin û hewl bidin xwendekarên zanîngehan ber bi xwe ve bikişînin. Em ê weşanên qenala TV bikin.”

Nîzamettîn Taş dibêje, piştî ku partî ava kirin wê hin kadroyan bişînin Tirkiyeyê. Ji bo kesên bişînin Tirkiyeyê jî dixwaze ‘pirsgirêkên hiqûqî’ çareser bibin, bên parastin û ji bo vê jî alîkariyê ji endamên MÎT’ê dixwaze.

Taş her wiha ji rêveberên MÎT’ê re dibêje ku PDK alîkariya madî dide wan.

Di hevdîtina Adara 2017’an de Taş diyar dike ku di mijara karê avakirina partiyê de di nava wan de hin nakokî hene, lê belê wan rêziknameya partiyê amade kirine.

JI MÎT’Ê RE RAPOR TÊ PÊŞKÊŞKIRIN

Li gorî îddîaya endamê MÎT’ê Aydin Gunel, rêveberên MÎT’ê yên ku vedigerin Enqereyê derbarê hevdîtina ku kirine, Raporekê ji navenda xwe re pêşkêş dikin. Di raporê de bal tê kişandin ser vî tiştî projeya ku Nîzamettîn Taş pêşkêş kiriye di asta destpêkê de ye û tê diyarkirin ku divê xebat werin şopandin, li benda lîsteya Nîzamettîn Taş were sekinandin a ku tê de tê destnîşankirin ku divê ev kes werin parastin û pê re jî têkilî bidomin.

DEMA ENDAMÊN MÎT’Ê TÊN GIRTIN PROJE TÊK DIÇE

Di Hezîrana 2017’an de careke din hevdîtinek tê lidarxistin. Ev hevdîtin ji ser rêxistina PDK’ê ya îstîxbaratê Parastinê tê kirin. Serokê Daîreya Koordînasyona MÎT’ê Yûsûf Serkan Paksoy tevlî vê civînê dibe. Paksoy beriya ku biçe vê hevdîtinê, raporên civîna di meha Adarê de dixwîne. Dema ku vedigere Enqereyê diyar dike ku Nîzamettîn Taş tiştekî nû ji wan re negotiye, rêziknameya partiyê amade ye ya ku dixwazin ava bikin û piştî Cejna Remezanê ew ê serî lê bidin. Gunel ê ku endamê MÎT’ê ye diyar dike ji bo partiya ku ew ê were avakirin ew jî di hevdîtinê de amade bûye lê ji ber ku di Tebaxa 2017’an de ji aliyê PKK’ê hatine girtin, ev hevdîtin di nîvî de maye û tenê du hevdîtin hatiye kirin. Gunel diyar dike ku piştî girtina xwe ew nizane di vî warî de çi pêk hatine. Bi qasî ku ji îfadeyên Gunel tê fêmkirin bi girtina endamên MÎT’ê yên ku bi Nîzamettîn Taş re di têkiliyê de bûn, ev proje jî têk diçe.

VÎNA SIYASÎ KEMAL BÛRKAY ANÎ TIRKIYEYÊ

Herî dawî berpirsê MÎT’ê Aydin Gunel dibêje MÎT li Bakurê Kurdistanê ji bo ku alternatîfa PKK’ê ava bike tim di nav hewldanan de ye û got, ”Vîna siyasî Kemal Burkay anî Tirkiyê. Ew bi dahol û zirnê pêşwazî kirin. Armanc ew bû ku were gotin, va alternatîfî PKK’ê pêkhateyeke me ya Kurd heye. Lê ew xebat jixwe bi ser neket. Nîvco ma.”

Berpirsê din ê MÎT’ê Erhan Pekçetîn jî li ser heman mijarê got, ew ji hevdîtinê agahdar bûne û got, ”Serok Serkan xwest ku em partiya ku nû ava dibe bişopînin. Serok Levent jî ji bo partiya ku wê nû were avakirin behsa 300 hezar dolarî dikir. Ji bo mesrefa damezirîna partiya nû li vî pereyî difikirîn.”

ÇI BÛBÛ?

Ji rêveberên MÎT’ê Aydin Gunel û Erhan Pekçetîn ji bo êrîşên li ser rêveberên PKK’ê koordîne bikin Tebaxa 2017’an dema ku çûbûn Başûrê Kurdistanê, li nêzî bajarê Silêmanî ji hêla hêzên HPG’ê ve bi operasyoneke taybet hatibûn girtin. Dîmenên girtinê yên rêveberên MÎT’ê beriya bi çend mehan hatibûn weşandin.

Rêveberên MÎT’ê Gunel û Pekçetîn têkilî komkujiya Parîsê ya 9’ê Çile ya 2013’an agahiyên girîng dabûn. Rêveberên MÎT’ê bi berfirehî agahî dabûn ku komkuijya Parîsê ji hêla navenda MÎT’ê ve çawa hatiye organîzekirin, ku di vê komkujiyê de Sakîn Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez, hatibûn qetilkirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Jinên Ciwan Li Silêmanî Li Dijî Tundiyê Çalakî

Nivîsa Pêş

HPG: Di êrişên balafira şer a Tirkan de tu zarar negihiştiye hêzên me

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji Başûr heta Bakur çalakiyên gerîla li dijî artêşa dagirker.

HPG: Di êrişên balafira şer a Tirkan de tu zarar negihiştiye hêzên me

Li Fransa’yê Vê Carê Xwendevanên Lîseyê Rabûn Raperînê

Li Fransa'yê Vê Carê Xwendevanên Lîseyê Rabûn Raperînê

Manşet

  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li ser geşedanên Sûriyê civîya û li hemberî dagirkeriyê helwest nîşan da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.