Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

NPG: Em ê Faşizmê Têk Bibin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/11/2018 - 12:43
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Li Çiyayên Kurdistanê Pîrozbahiyên 27’ê Mijdarê
ParvekeTweet

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel daxuyaniyeke nivîskî weşand û salvegera 40’î ya damezrandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê welatparêz, malbatên şehîdan, têkoşerên li çiyê, bajar û zindanan, li dost û mirovahiya pêşverû pîroz kir.

Fermandariyê diyar kir, têkoşîna PKK’ê têkoşîneke şehîdan e û hemû şehîdên leheng ên di têkoşîna 40 salî de tevlî karwanê nemiran bûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî. Fermandariyê destnîşan kir, wê ala Partiyê ya ku şehîdan radestî wan kirine, her tim li ba bidin.

PKK NAVÊ TÊKOŞÎN Û SERKETINÊ YE

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “PKK li dijî kolekirinê navê berxwedan, têkoşîn û serketinê ye. Partiya me PKK ku beriya niha bi 40 salî bi rengekî fermî ava bû, ne tenê li cografyaya Kurdistanê, li ser asta herêmî mohra xwe danî binê gelek serketinên mezin ên şoreşgerî. Têkoşîna partiya me, di nava hemû beşên civakê de bi taybetî li nava jin û ciwanan rê li ber vejînê vekir. Di heman demê de ji bo nivîsandina dîroka şoreşgerî ya gelên cîran û afirandina têkoşîna wan a azadiyê, bi roleke mezin rabû.”

JI BER KU EM LI BER SERKETINÊ NE, ÊRÎŞ GIRAN BÛNE

Fermandariyê diyar kir, bi kedeke mezin, fedakarî û berxwedaneke bê eman Têkoşîna Rizgariya Gel gihaştiye vê astê û ragihand, “Hiş û mejiyê Serok Apo û keda wî ya mezin, ji Hakî Karer heta Delal, Zekî û Atakanan berxwedana fedayî ya şehîdên me yên leheng û fedakariya mezin a gelê me yê welatparêz ku di her şert û mercî de nîşan da, têkoşîna PKK’ê gihand vê serdemê. Tevgereke bi vî rengî ya mirovahiyê ku xwe dispêre sedemên mafdar, li dijî zîhniyet faşîst û hêzên li pişt wê ku ji bilî zilmê tiştekî din ji gelên me re rewa nabîne, wê bi ser bikeve û gelê me bigihîne rojên hîn azad û bi rûmet. Mêtingeriya ku li pêşberî têkoşîna me têk çûye, ji ber vê yekê êrîşên xwe yên li dijî gelê me û nirxên gelê me zêde kiriye. Di serî de êşkenceya tecrîdê ya li Rêber Apo tê kirin, operasyonên bi teknîkê yên li dijî gerîla, zextên li gelê me û siyaseta demokratîk a Kurd, ji ber ku tevgera me nêzî serketinê ye, tên kirin.”

‘EM Ê FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN’

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel diyar kir ku êdî gelê Kurdistanê nema dikare xwe li tecrîdkirina Rêberê xwe rabigire û wiha dewam kir: “Li dijî êrîşên faşîzma mêtinger ên li dijî Rêber Apo, eşkere ye ku gelê me dixwaze sala 41’ê ji her alî ve bibe sala azadiyan. Di vê demê de ku kêm maye tevgera me bi ser bikeve, faşîzma ku li pêşberî têkoşîna me ya partiyê nefesa xwe ya dawî dide, gel-kadro-gerîla û hemû hêzên Kurdistanî û hêzên dost, wê bi têkoşîneke hevpar û hevgirtî li dijî faşîzmê bi ser bikevin û faşîzmê têk bibin. Ji ber vê yekê, ji bo paşeroja azad gelekî girîng e ku di sala 41’ê de em yekîtiya xwe pêk bînin, li dora Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li hev bicivin û tevî hemû beşên civakê bi rengekî topyekûn cihê xwe di nava berxwedanê de bigirin.”

‘BERÊ ME LI AZADIYÊ YE’

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel ragihand ku ew di asta herî bilind de bi biryar û xwedî derfet in ku li ser xeta serketinê ya Rêberê Gelê Kurd Ocalan û PKK’ê têkoşîna azadiyê ya gel bi ser bixînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Bi nûbûneke xurt em dest bi sala 41’ê dikin. Berê me li azadiya Rêber Apo û gelê me ye. Di vê sala têkoşînê de li ser bingeha hewldana xurtkirina gerîlatiya modern a serdemê, em ê ji her demê bêhtir hewl bidin bersivê bidin daxwazên gelê xwe. Em kadroyên tevgereke ku xwedî tecrûbe û danheviyeke bêhempa ne. Bi karekî ji her demê xurtir û tempoyeke serketî, ji bo bicihanîna wezîfeyên xwe yên dîrokê, di asta herî bilind de em hewl didin. Em, ku neferên azadiyê ne, ji bo armancên partiya xwe PKK’ê di sala 41’ê de bi cih bînin, em ê bi hemû hêza xwe bi erk û wezîfeyên xwe rabin, di meşa serketina bi heybet a dîrokî de em salvegera partiyê li gelê xwe û hemû hevrêyên xwe yên têkoşer pîroz dikin. Di sala 41’ê ya têkoşînê de serketinê dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Asayişa Silêmanî ji derdora Navenda Tevgera Azadiyê paşvekişiya

Nivîsa Pêş

Ji DGH’ê li hember firoşgerên hêşbirê çalakî

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji DGH’ê li hember firoşgerên hêşbirê çalakî

Ji DGH'ê li hember firoşgerên hêşbirê çalakî

Ji Başûr heta Bakur çalakiyên gerîla li dijî artêşa dagirker.

Ji HPG li Îdir'ê Çalakîya Pîrozkirinê, 15 Leşker Hat Kuştin

Manşet

  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.