Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Li Çiyayên Kurdistanê Pîrozbahiyên 27’ê Mijdarê

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/11/2018 - 11:01
di nav Çalakî, Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Li Çiyayên Kurdistanê Pîrozbahiyên 27’ê Mijdarê
ParvekeTweet

Li beramberî tevahî teknîk û êrişên dewleta dagirker, gerillayên PKK sersala xwe li çiyayên Kurdistan pîroz kirin.

Li beramberî tevahî teknîk û êrişên dewleta dagirker, gerillayên PKK sersala xwe li çiyayên Kurdistan bi merasîmekê pîroz kirin. Di merasîmê de Fermandarê karargaha Navenda Parastina Gel Bahoz Erdal axaftinek kir. Bahoz Erdal got ku”Berxwedan û têkoşîna PKK ji tevahî gelan re wê azadiyê bine.”

Salvegera 40’î ya damezrandina PKK’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke bi heybet hate pîrozkirin. Ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Bahoz Erdal û Gulîstan Gulhat, fermandarên HPG û YJA Starê Jîndar Zagros, Rêzan Amed û Ferzad Wan tevlî merasîmê bûn. Bahoz Erdal li merasîmê axivî û got, “Eger hûn li dîroka têkoşînê ya 40 salî ya PKK’ê binerin, hûnê bibînin ku ev tevger ti carî têk naçe û ev doz wê teqez bi ser bikeve.”

‘LI DIJÎ HER ŞÊWE ÊRÎŞAN, PKK HER LI SER PIYAN E’

Erdal, salvegera 40’î ya damezrandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurdistanê, gelên herêmê û hemû hevrêyên xwe pîroz kir.

Bahoz Erdal diyar kir, têkoşîna PKK’ê mohra xwe li 40 salên bihurî yên dîroka Kurdistan û herêmê xistiye û got, “Li herêmê ti hêz neman ku êrîşî partiya me nekirin. Kurdên xayin û paşverû bi dewletên mêtinger re tifaqên siyasî û leşkerî kirin û yek bi yek êrîşî partiya me kirin. Dewletên mêtinger ên li herêmê û hêzên navneteweyî jî li ser bingeha berjewendiyên xwe tifaq çêkirin. Li dijî Rêberê me, li dijî gel û partiya me komplo kirin. Dewleta Tirkiyeyê bi navê ‘kuştinên kiryar nediyar’ li Kurdistanê bi hezaran mirovên me kuşt. Nêzî çar hezar gund hatin valakirin. Li seranserê xaka Kurdistanê bombe barandin. Tevî van hemû êrîşan jî partiya me PKK mîna çiyayê Cûdî, mîna çiyayê Mûnzûrê ti carî nehejiya û her li ser piyan ma. Her ku êrîş zêde bûn, heybet û serê PKK’ê jî bilind bû. Li gel hemû astengî û komployan, têkoşîna PKK’ê mîna çemên Dîcle û Firatê timî rêya xwe vekir û ji bo mirovahiyê dewam kir.”

‘TÊKOŞÎNA 40 SALÎ BI ŞER Û BERXWEDANÊ DERBAS BÛ’

Erdal bi bîr xist, li Kurdistanê li herêmê rêxistinek nîne ku li hemberî ewqas êrîş, komplo, dek û dolab û hêzan li ser piyan nemaye û wiha dewam kir: “Hinek radibe dibêje ‘PKK’ê çi kiriye, heta niha çi bi dest xistiye?’ Em jî dibêjin; Di nava têkoşîna 40 salî de gelo tiştek maye ku PKK’ê nekiriye? Li binê kîjan serketina li Kurdistan û Tirkiyeyê mohra PKK’ê nîne? Ne tenê ji aliyê siyasî û leşkerî ve, ji aliyê civakî û ramanî ve jî rewş bi vî rengî ye. Yên ku dixwazin fêhm bikin bê PKK’ê çi kiriye, bila serdema berî û ya piştî PKK’ê bînin ber hev. Eger ne bê wijdan bin, wê fêhm bikin bê PKK’ê ji bo Kurdistanê çi kiriye, rê li ber kîjan pêşketinan vekiriye. Eger îro Kurd li herêmê bûne hêzek û temamiya gelên cîhanê Kurdan û Kurdistanê nas dikin û hurmetê nîşan didin, ev yek bi saya têkoşîna PKK’ê ye.”

‘EŞKERE YE BÊ MÊTINGERIYA TIRK ÇIQASÎ JI PKK’Ê DITIRSE’

Fermandar Bahoz Erdal işaret bi dijminatiya mêtingeriya Tirk a li gelê Kurd û gelên herêmê kir û got, “Erdogan diçe Moldovya, Washîngtonê, Parîsê, Soçiyê, qala PKK’ê dike. Bi keyayan re civînê çêdike, qala PKK’ê dike. Ji bazirganan re diaxive, qala PKK’ê dike. Dibe ku di xewna xwe de jî PKK’ê dibîne. Ev yek nîşan dide bê çiqasî ji PKK’ê ditirse. Ev yek radixe pêş çavan ku PKK hêzeke çiqasî xurt e. Di heman demê de nîşan dide ku PKK’ê heta niha serketinên çiqasî mezin bi dest xistiye.”

Erdal anî ziman, nêzîkatiya Erdogan a li Kurdan û nêzîkatiya Hîtler a li Yahûdiyan weke hev e. Erdal bi dewamî got, “Erdogan Hîtlerê li ser serê Kurdan e. Ji bo vê siyaseta xwe pêk bîne, rêbazên DAÎŞ’ê bi kar tîne. Kiryarên Erdogan û AKP’ê yên li Kurdistanê, nêrîn û kiryarên Hîtler û DAÎŞ’ê nîşan didin. Dijminekî me heye ku ne ji mirovahiyê fêhm dike, ne ji axaftinê, ne ji diyalogê ne jî ji siyasetê fêhm dike. Yekane tişta jê fêhm dike, tinekirina Kurdan e. Lewma dibe ku hin Kurdên xayin hebin ku li cem wî cih digirin. Ji bilî wan xayinan divê ti Kurd xwe nêzî wî nekin.”

‘TÊKOŞÎNA PKK’Ê WÊ RÊ LI BER AZADIYÊ VEKE’

Endamê Biryargeha NPG’ê Bahoz Erdal diyar kir, êrîşên dijmin çiqasî zêde bibe, wê biryardariya wan a ji bo berxwedanê jî ewqasî mezin bibe û got, “Çiqasî êrîş bikin, çiqasî êşkenceyê li mirovên me yên sivîl bikin û bixin zindanan, çiqasî terorê li gelê me bikin, çiqasî êrîşî gerîla bikin jî wê ti carî di vî şerî de bi ser nekevin. Têkoşîn û berxwedana PKK’ê wê ji bo gelên Kurdistan, Tirkiye û gelên din rê li ber azadiyê veke. Delîla vê yekê jî têkoşîna destanî ya 40 salan a PKK’ê ye. Eger mirov li dîroka têkoşîna 40 salî ya PKK’ê binerin, wê bê dîtin ku ev tevger ti carî têk naçe û ev doz wê teqez bi ser bikeve.”

Erdal di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wê li ser şopa şehîdan bin û xewn û xeyalên wan bi cih bînin.

 

1 Ji 9
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Silêmaniye Fîlma 14’ê Tirmêhê were pêşandan

Nivîsa Pêş

Li Başur’ê Kurdistan Navenda Tevgera Azadî hat dorpêç kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Başur’ê Kurdistan Navenda Tevgera Azadî hat dorpêç kirin

Li Başur'ê Kurdistan Navenda Tevgera Azadî hat dorpêç kirin

Li her derê qirkirina siyasî

Li her derê qirkirina siyasî

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Berxwedana Strasboûrgê kete roja 114’an

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.