Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Gerilla Azad: ‘Ciwanên Kurd divê ji bo gelê xwe şer bikin’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
22/07/2018 - 14:18
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
Gerilla Azad: ‘Ciwanên Kurd divê ji bo gelê xwe şer bikin’
ParvekeTweet

Azad Tendurek ku di dema leşkeriya ji neçarî ya dewleta Tirk de li ber zext û zora dewletê rabû û tevlî nava refên gerîla bû, bang li ciwanên Kurd kir ku ji bo gelê xwe şer bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN- Yek ji ciwanên Kurd ku dema ji dewleta Tirk a dagirker re ji neçarî leşkerî dikir ji ber zext û zordariya faşîst û nîjadperest tevlî nava refên gerîla bû, Azad Tendurek e. Gerîlayê HPG’ê Tendurek sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû. Tendurek li nava malbateke welatparêz ku ji ber zilma dewletê koçî metropolan kir, ji dayik bû.

 

Gerîla Azad Tendurek qala serpêhatiya xwe kir: “Jiyana li metropolan ji bo Kurdan gelekî zehmet e. Mesela, tu diçe mala xwe jiyaneke cuda ye, tu derdikeve derve jiyaneke cuda ye. Ev yek rê li ber pirsa ‘gelo jiyaneke alternatîf nîne?’ vedike. Çima nêzîkatiyên bi vî rengî yên nîjadperestî hene? Sîstemekê nêrîneke welê xistiye serê mirovan, ku ji mirovan heye ji bilî vê jiyanê jiyaneke din nîne. Bêguman mirov çiqasî lê bigere û hewl bide têkoşînê nas bike, ewqasî jî encamekê bi dest dixin.”

‘EZ KURD BÛM, LÊ JI MIN DIXWESTIN KU LI DIJÎ KURDAN ŞER BIKIM’

Azad Tendurek ji ber ku kurê herî mezin ê malbata xwe ye, işaret bi berpirsyariyên xwe kir û got, “Min berê jî dixwest tevlî nava refên PKK’ê bibim. Lê belê berpirsyariya min bû ku li malbata xwe binerim. Piştî wextekê taxiza banga ji bo leşkeriyê ji min re hat. Min nedixwest leşkeriyê ji dewleteke din re bikim. Ez ê ji bo çi biçûma şer, min ê li dijî kê şer bikira? Ev hemû nakokî bûn ji bo min. Nêzî 2 salan ez ji leşkeriyê reviyam. Piştî 2 salan min dît ku ji bo mirov karibe li nava sîstemê jiyana xwe bidomînin, divê leşkeriyê bikin. Ji neçarî çûm leşkeriyê.

Lê belê nakokiyên min dewam dikirin. Dilê min ne rehet bû. Wijdanê min gelekî diêşiya. Min zanîbû ku yên li hemberî min ku divê li dijî wan şer bikim, mirovên min in, mirovên ji xwîna min in. Ez jî Kurd im û dixwestin ku ez li dijî Kurdan şer bikim.”

CEZAYÊN MÎNA ÊŞKENCEYÊ DIDAN

Gerîla Azad Tendurek diyar kir ku bi navê perwedeya leşkerî êşkence û zext lê dihate kirin û wiha dewam kir: “Di perwerdeya yekîneya ecemî de em bi saetan di bin baranê de dihatin hiştin. Di serma zivistanê de em bi saetan di nava avê de ku dihat het açonga me, dihatin hiştin. Serdestekî leşkerî yê ji rêzê jî radibû sixêf û heqaret li dayika me, li bavê me dikir. Dema ku em li ber radibin, ceza li me dibirîn. Me ji wan re digot, ‘madem we em bi zorê anîne vê derê, hûn çima heqaretê li me dikin, bi rengekî ne mirovane nêzî me dibin’. Lê me yê piştre fêhm bikira, ku tiştek ji faşîzmê nayê hêvîkirin.”

Azad Tendurek di dewama axaftina xwe de anî ziman ku leşkerên Tirk jî naxwazin biçin leşkeriyê û got, “Ji ber ku mejiyê faşîst bandorê li wan jî dike. Bi qareqara ‘Leşkerên Tirk ên qehreman’ ku li nava raya giştî tê belavkirin, nexapin. Zêdeyî nîvê wan bê dilê xwe bûne leşker. Ya rast hinek ji wan tevlî nava refên gerîla jî bûn. Dixwazin mînakekê bidim. Ciwanekî ji Trakyayê hebû. Digot, ‘bi dahol û zirneyê ez hatim. Niha li kiryarên li vir dinerim û ji xwe dipirsim, gelo ji bo vê hatime? De were dernekeve serê çiyê’. Yanî wî bi xwe jî nikarîbû xwe li kiryaran rabigire.”

EM JI BO KÊ ŞER DIKIN?

Gerîla Tendurek bi bîr xist ku li leşkeriyê dema wan ferman bi cih nedianîn dihatin girtin û got, “Ciwanek hebû, tiştek qebûn nekiribû. Ceza li wî birîbûn. Li gorî wî cezayî 17 rojan bi çakûç erd dikola, bizmar li text dixist û kevir dişikand. Ciwan dema vegeriya, destên wî xwîn bûbûn. Wê wextê gotibû, ‘Ez êdî nema ji vê dewletê bawer dikim’. Heta destdirêjî jî li leşkeran dikirin. Ji bo hin tiştan bidin qebûlkirin û mirovan bi xwe ve girê bidin, bi her awayî bê exlaqî dikirin.”

Azad Tendurek di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa leşkeran ku naxwazin şer bikin: “Dewletê timî digot, me operasyon kir, em ê bikin. Me didît ku berevajî îdîayên wan, leşkeran nedixwestin şer bikin, nedixwestin tevlî operasyonan bibin. Digotin, ‘leşkerên me yên gerîla wê dawî li gerîla, dawî li PKK’ê bînin’, lê ev gotinên wan li hewa diman. Hinek leşkeran bi vekirî digotin, ‘Çi karê me li van operasyonan, li vî çiyayî heye. Em ji bo kê, ji bo çi şer dikin. Bila rojên me zû biqedin ku em li mala xwe vegerin. Vegerin cem zarokên xwe’. Xeyala yekane ya gelekan vegera li malê bû. Yanî bêyî armanceke xwe hebe belasebep dimirin.”

PKK NAS KIR

Azad Tendurek qala dema tevlîbûna xwe ya li nava refên PKK’ê kir: “Piştî ku ji leşkeriyê vegeriyam, malbata min xwest min bizewicîne. Wê jiyanê bala min nedikişand. Ji ber ku min leşkerî kir wijdanê min ne reht bû. Rojekê ketim înternetê. Min ev gotina Rêbertî xwend: ‘Azadî bi wê yekê dest pê dike ku takekes xwe bi rê ve bibe’. Piştre lêgerîna min zêde bû.

Van lêgerînan ez gihand nav PKK’ê. Min PKK’î nas kir û biryar da ku li nava wê sîstemê nejîm. Bi vî rengî tevlî bûm. Dema ku mirov bi leşkeriya Tirk re bidin ber hev, jiyana li nava PKK’ê exlaqî û polîtîk e. Nêzîkatiyeke însanî heye. Mafê rexnekirin, rexnedayinê û pêşniyarê yê her kesî heye. Kes zextê li kesî nake. Mirov bi îradeya xwe tevdigerin. Ya herî girîng jî ew e ku tu zane ji bo gelê bndest şer dike û ev jî wijdanê de rehet dike.”

‘JI BO JIYANEKE BI RÛMET DIVÊ TEVLÎ NAVA REFÊN PKK’Ê BIBIN’

Azad Tendurek bang li hemû ciwanan kir û got, “Kurd, Tirk, Laz, Çerkez ferq nake. Kî dibe bila bibe, dema çû leşkeriyê bila vê pirsê ji xwe bike: ‘Ez ji bo çi diçim, ji bo kîjan armancê diçim?’ Li gorî van pirsan divê tevbigerin.

Sîstemeke welê ava kirin ku dema tu leşkeriyê neke tu nikare li nava wê civakê bijî. Ji bo ciwanên Kurd yekane alternatîfa vê jî tevlîbûna li nava refên azadiyê ye. Li şûna ku li ber destê hinekan mîna koleyan bimîne, bila ji bo welat, ax û gelê xwe leşkeriyê bikin. Li şûna ku mîna koleyan li ber destê Tirkan, Ereban û Farsan bimînin, divê tevlî nava refên PKK’ê bibin û ji bo gelê xwe têbikoşn. Ev nêzîkatî hîn bi rûmet e.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Êzidî: Em ê hesab bipirsin

Nivîsa Pêş

ROJEVA 23’Ê TÎRMEHA 2018 AN

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ROJEVA 14’Ê GULANA 2018 AN

ROJEVA 23’Ê TÎRMEHA 2018 AN

Analîzên Rêberê Gelan Ocalan: Kapîtalîzm ne ekonomî, formekî desthilatdarî ye 7

Analîzên Rêberê Gelan Ocalan: Li Dijî Kapîtalîzmê Civaka Ekonomîk 3

Manşet

  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina  Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.