Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Kordînasyona YCR û YJC’ê bi daxuyaniyekê 19’ê Tîrmehê pîroz kir

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
19/07/2018 - 13:08
di nav Daxuyanî, Giştî, Jinên Ciwan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ParvekeTweet

Bi bûneya salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku di 19’ê Tîrmeha 2012an çiroska wê ji Kobanê bi pêşengtiya ciwanan dest pêkir Kordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan daxuyaniyek nivîskî weşand.

QAMIŞLO – Kordînasyona YCR û YJC’ê di daxuyaniya xwe de got: Em soza xwe nû dikin heta rizgarkirina Efrînê, hilweşandina dagirkeriyê û azadiya Rêber APO em ê têkoşîn bikin, tola şehîdên xwe yek bi yek hilînin û xwîna wan li erdê nahêlin.

Daxuyaniya kordînasyonê wiha ye:

Ji gelê me yê welatparêz û tevahî ciwanên Rojava re!

Em salvegera 6’êmîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevahî gelê me, li Rêber APO û şervanên azadiyê pîroz dikin. Beriya niha bi 6 salan di şaxsê Kobanê de destpêkirina Şoreşa Rojava, şoreşa gelan bû, çirûska pêkanîna xewn û xeyalên şehîd û gelên bindest ên sedan salan.

Hîn beriya wê gelên herêmê bi taybetî li Misir û Tunis rabûbûn serhildanê. Buhara ereban Rojhilata Navîn hejand û qalibên paşverû yên hêzên desthilatdar şikand. Li Sûriyê jî rabûna gel gav bi gav ber bi şerekî herî dijwar a
sedsala 21’êmîn ve diçû. Di kesayeta şoreşa Rojava de buhara ereban veguherî buhara gelan. Binkeftina serhildanên di welatên erebî de hatin jiyankirin, ji bêrêxistinbûnê, ji bê alternatîf bûne bi şoreşa Rojava re derketinekê xwe yê nû dîtin, meşa bi îsrar ber bi serkeftinê, ber bi azadî, biratiya gelan û netewa demokratîk. Di vê demê de aloziya herêmê veguherî asta şerê cihanê yê sêyemîn.

Di nava wê de hêzên desthilatdar ên herêmî yên paşverû û hêzên emperyalîst ên navdewletî bi her awayî hewldidin li ser esasê bercewendiyên xwe pîlan û projeyên xwe yên îqtîdar û desthilatdarî bi her awayî biserbixînin, li ser gelên herêmê ferz bikin. Ji ber vê Libya, Yemen û Misir ketin nava kaosekê kûr û ji ber vê bi taybetî li Sûriyê heta îro şer di asta herî jor de tê domandin, lê di Sûriyê de xetekê din jî derket holê, berxweda û xwe da îspat kirin, ev yek xeta gelan, xeta demokratîk û jiyanaazad.

Şoreşa Rojava bû bingeh û navenda van hêviyên azadiyê û bû esasa şoreşa Rojhilata Navîn. Di heman demê de jî Şoreşa Rojava bi temamî şoreşekî Kurdistanî ye, di nava xwe de bi hezaran şehîdên ji çar perçeyên Kurdistanê heta ji derveyî welat jî dihewîne, bi xwîna wan şehîdan êrîşên herî dijwar li ser xwe şikand, xwe parast û mezin bû. Şoreşa Rojava di sedsala 21’emîn de, şoreşa Kurdistanê, şoreşa Rojhilata Navîn û hêviya mirovatiyê ye. Îro di 19’ê Tîrmeha 2018’an em bi êrîşekê topyekun ji aliyê hêzên dagirker ve rû bi rû ne.

Dewleta Tirk a dagirker û faşîst tevahî Rojava, Bakurê Sûriyê heta Başûr û Bakurê Kurdistanê jî kir hedefên xwe yên herî sereke. Di şerekî ku 2 mehan zêdetir Efrînê hat dagirkirin û niha jî hewldanên dagirkirina Qendîlê dike, lê li hemberî van pîlanên qirêj yên Erdoğan em bê deng namînin, bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê heta serkeftinê berxwebidin, li ser bingeha bîranîna tevahî şehîdên şoreşê em ê roj bi roj têkoşîna xwe bilindtir bikin!

Di vê roja dîrokî ya pîroz de em soza xwe nû dikin heta rizgarkirina Efrînê, hilweşandina dagirkeriyê û azadiya Rêber APO em ê têkoşîn bikin. Em ê tola şehîdên xwe yek bi yek hilînin, em xwîna wan li erdê nahêlin. LI ser vî bingehê em bang li tevahî ciwanên têkoşer û welatparêz dikin ku bi rihê 19’ê Tîrmehê werin nava hemleya me ya Serî Hilde de cihê xwe bigirin. Bi hev re em li dijî dagirkeriyê mil bi mil şer bikin û Efrînê azad bikin!

 

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Îranê jinên ciwan yên xwendekar li dijî hikûmetê nerazîbûn nîşan dan

Nivîsa Pêş

HPG’ê: Li Berzan û Çelê 14 leşkerên Tirk hatin kuştin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Hêzên gerîla li Barzan, Lêlîkan û Colemêrgê lê dan

HPG'ê: Li Berzan û Çelê 14 leşkerên Tirk hatin kuştin

Parêzerên Ocalan cara 759’emîn serî li dozgeriyê dan

Hevdîtina parêzaran a bi Rêber Ocalan re cara 773’an jî hate redkirin

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li ser geşedanên Sûriyê civîya û li hemberî dagirkeriyê helwest nîşan da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.