Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK: Di 19’ê Tîrmehê de gelê Rojava biryara xwe ya azadiyê da

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
19/07/2018 - 10:06
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
PKK’ê: Bi tekoşîna bi ruhê 1’ê Gulanê encamên dîrokî dikarin bên afirandin
ParvekeTweet

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Li dijî her şêweyên êrîş û dagirkeriyê wê ruhê biratiyê û yekîtiya demokratîk a gelan xurtir bibe.”

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera 6. a Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 19’ê Tîrmeha 2012’an ew roj e ku gelê Rojavayê Kurdistanê biryardarî û îradeya xwe ya ji bo jiyana azad nîşan daye.

PKK’ê destnîşan kir ku îradeya jiyana azad a bi rûmet ku 14’ê Tîrmeha 1982’an di Rojiya Mirinê ya Mezin de hate nîşandan, 19’ê Tîrmeha 2012’an li Rojavayê Kurdistanê veguherî helwestea gel a nayê guhertin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê di salvegera şeşemîn de Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya dîrokî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelê Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Azadiyê yên Rojava û hemû mirovahiyê pîroz kir.

PKK’ê di şexsê şehîdên Kobanê û Berxwedana Efrînê de hemû şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di sala heftemîn a şoreşê de wê şoreşa çandî û civakî ya gelê Rojava kûrtir bibe, hêza xweparastinê wê xurtir bibe û li ser bingeha yekîtiya Sûriyeya demokratîk têkoşîna siyasî geştir bibe.

ŞOREŞA ROJAVA RÊ LI BER ROJHILATA NAVÎN A DEMOKRATÎK VEKIRIYE

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Weke ku tê zanîn, Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ku weke parçeyek ji şoreşên Kurdistan û Sûriyeyê derkete holê, li ser bingeha teoriya modernîteya demokratîk a Rêber Apo pêşî li Kurdistana azad, Sûriyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk vekir û rêya wê ronî kir. Di serî de civaka Ereb bi hemû gelên li Sûriye û Rojhilata Navîn re biratî û yekîtiya demokratîk a gelê Kurd bi pêş ve bir û şoreşa demokratîk a herêmî ya gelan da destpêkirin. Li dijî çeteyên El Qaîde û DAÎŞ’ê, li dijî dagirkeriya li Cerablûs, Bab û Efrînê ya faşîzma TC a mêtinger-qirker bi rengekî leheng li ber xwe da û bû hêza parastinê ya herî li pêş a yekîtiya Sûriyeya demokratîk. Bi sîstema konfederalîzma demokartîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha xweseriya demokratîk afirand, rê li ber pêvajoya netewebûyîna demokratîk vekir.

ŞOREŞA ROJAVA DI HEMAN DEMÊ DE BÛYE ŞOREŞA AZADIYA JINÊ

Şoreşa Rojava bi qasî ku şoreşeke civakî ya demokratîk û azad e, di heman demê de şoreşeke azadiya jinê ye. Ji aliyê îdeolojîk û pratîk ve bû şoreşek ku jinê pêşengî jê re kir û bi vî rengî hem asta azadiya civakî ya şoreşên Kurdistan û Sûriyeyê diyar kir, hem jî ji bo pêşketina şoreşa azadiya jinê ya li gelemperiya cîhanê bû çirûskeke dîrokî. Lewma hemû hêzên sosyalîst, şoreşger û demokratîk ên li gelemperiya cîhanê, neçar man ku ji aliyê teorîk, îdeolojîk û taktîkî ve ji nû ve li xwe bipirsin.

LI DIJÎ HER ŞÊWE ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ LI BER XWE DA

Di nava şeş salên bihurî de gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bi helwest û ruhekî azadîparêz li ber hemû êrîş û dagirkeriya biyanî rabû. Tevî ku bi hezaran şehîd da, têkoşîna xwe ya leheng dewam kir û bû mînakeke dîrokî ji bo hemû mirovahiyê. Bi rastî jî fedakarî, wêrekî û helwesteke azadîparêz hate nîşandan ku ji her alî ve hêjayî pesindayinê ye. Bi taybetî, îradeya jiyana azad a ku jinên Kurd nîşan dan, berxwedana lehengî ya bi pêşengiya YPJ’ê hate pêşkêşkirin, bandor li tevahiya mirovahiyê kir û ji bo hemû jinan bû çavkaniyeke mezin a hêz û moralê.

ŞOREŞA AZADIYÊ YA ROJAVA HERÎ ZÊDE BANDOR LI TIRKIYEYÊ KIR

Şoreşa Azadiyê ya Rojava bandor li tevahiya herêmê û cîhanê kir. Bi taybetî bandoreke xurt û kûr li Tirkiyeyê kir. Ji gelemperiya cîhanê bêhtir ciwan û tevgerên şoreşger-demokratîk ên Tirkiyeyê berê xwe dan Rojava û li hundir li dijî êrîşên çeteyên faşîst, li derve jî li dijî destwerdana kapîtalîst-mêtinger li cem gelê Rojava ji bo azadî û sosyalîzmê şer kirin. Lewma di salvegera sêyemîn a Şoreşa Rojava de li dijî ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyî ku ji bo destekê bidin Rojava berê xwe dan Pirsûsê, 20’ê Tîrmeha 2015’an bi tifaqa MÎT-DAÎŞ’ê komkujiyek hate kirin. Em wê komkujiya ku di salvegera sêyemîn de hate kirin bi hêrseke mezin şermezar dikin û şehîdên komkujiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

DAGIRKERIYA FAŞÎST WÊ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN

Em pê bawer in ku di sala heftemîn a Şoreşa Azadiyê ya dîrokî de wê gelên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, têkoşîna Sûriyeya demokratîk û Kurdistana azad ji her alî ve xurt bikin, li ser vê bingehê hîn bêhtir pêşî li Şoreşa Rojhilata Navîn a demokratîk vekin. Li dijî her şêwe dagirkerî û destwerdana biyanî, wê ruhê biratiyê û yekîtiya demokratîk a gelan xurtir bikin. Di serî de li Efrînê wê li dijî dagirkeriya TC a faşîst a li gelek qadên Sûriyeyê, wê têkoşîna berxwedana şoreşgerî bi hev re û bi rengekî çalak geştir bikin û dagirkeriya faşîst a AKP-MHP’ê ji wan herêman derxînin. Bi pêşengiya jin û ciwanan wê şoreşa çandî-civakî pêk bînin, li ser xeta komuna demokratîk û takekesiya azad, wê karê avakirina neteweya demokratîk li her qadê bi awayekî serketî bimeşînin.

Li se vê bingehê em salvegera şeşan a Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya 19’ê Tîrmehê careke din pîroz dikin, şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin û ji gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê û gelên Sûriyeyê re di têkoşîna wan a azadî, demokrasî û biratiyê de serketinê dixwazin. Bila serketin timî ya wan be.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Analîzên Rêberê Gelan Ocalan: Di civaka Rojhilata Navîn de kirîz û çareseriya şaristaniya demokratîk 5

Nivîsa Pêş

HPG’ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG’ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir

Li Îranê jinên ciwan yên xwendekar li dijî hikûmetê nerazîbûn nîşan dan

Li Îranê jinên ciwan yên xwendekar li dijî hikûmetê nerazîbûn nîşan dan

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li ser geşedanên Sûriyê civîya û li hemberî dagirkeriyê helwest nîşan da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.