Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Rojhilata Navîn û cîhan wê Şoreşa Rojava ji xwe re bikin mînak

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
18/07/2018 - 17:24
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 3 mins read
A A
KCK: Têkoşîna gelê Kurdistanê ya li çar parçan bi hev ve girêdayî ye
ParvekeTweet

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê salvegera 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava pîroz kir. KCK’ê di peyama xwe de got ku, “Şoreşa Rojava bi xeta xweseriya demokratîk û konfederalîzmê bûye modela azadî û demokrasiyê.”

NAVENDA NÛÇEYAN – Têkildarî salvegera 6’emîn a Şoreşa Rojava Hevserokiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de ji bo gelên Kurdistan, Sûriye û Rojhilata Navîn serdemeke nû bi Şoreşa Rojava re hatiye destpêkirin. Em bi hezaran şervan û gelê me yê ku şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînin.

Rastiya gel û civakî ya ku Rêber Apo di 20 salan de ava kiriye, di havîna 2012’an de bûye şoreşa civakî. Şoreşa Rojava bi xeta xweseriya demokratîk û konfederalîzmê bûye modela azadî û demokrasiyê. Kantonên li Rojava û Federasyona Bakurê Sûriyeyê li dijî her cure êrîşan bi qehremanî li ber xwe daye. Bi bêrdêlên giran bûye xerentiya jiyana azad û demokratîk a gelên Sûriyeyê.

Şoreşa Rojava û ya Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk nîşan daye ku Tirkiye ne bi tenê li Bakurê Kurdistanê, dijminê hemû Kurdan û yê gelên Rojhilata Navîn e. Tirkiye him dijminatiya Kurdan dike û him jî li Rojhilata Navîn dijminatiya gelan dike.

Îro li Rojhilata Navîn cihê ku xwe dispêre azadî û demokrasiyê Rojava û Bakurê Sûriyeyê ye. Li wê derê hemû gel bi hev re dijîn û li dijî êrîşan dibin yek, ev tişt jî qedera Rojhilata Navîn diguherîne. Hatiye dîtin ku nijadperestî û mezhepparêzî dijminatiya hemû komên etnîk dike.

Xeta azadiya jinê ya di Şoreşa Rojava de hemû cîhan xistiye nav heyecanê. Ji ber vê jî gelên cîhanê Şoreşa Rojava wekî şoreşa jinê pênase dikin. Hatiye dîtin ku çiqasî şoreşa jinê û azadiya wê pêk were, ewqasî şoreşa civakî pêk tê. Bi feraseta şoreşa azadiya jinê, di dîroka azadî û demokrasiyê de rûpelekî nû hatiye vekirin.

Bi Şoreşa Rojava re hatiye dîtin ku demokrasiya rastîn ew ê bi nirxên civakî yên Rojhilata Navîn pêk were. Ji niha û şûnde têkoşerên azadî û demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn û cîhanê ew ê Şoreşa Rojava ji xwe re bikin mînak. Ji ber ku gelek şoreşger û demokratên cîhanê berê xwe dane Rojava û hewl didin tecrubeya li vê derê fêm bikin.

Ev tişt gelekî zelal e ku, ji ber mezinbûna şoreşê dijmin êrîşkar bûye. Tê dîtin ku bi kûrbûna azadî û demokrasiyê re, divê berxwedan jî kûr û berfireh be. Şoreşa Rojava xwe her dem spartiye gel û hêza xwe ya navxweyî, ji niha şûnde jî wisa bidome ew ê şoreş bêtir serkeftî be.

Em balê dikişînin ser vî tiştî ku gelê Kurdistanê,gelên Rojhilata Navîn û Tevgera Azadiyê ew ê her dem bi wan re bin û di têkoşîna wan a ji niha şûnde jî em serkeftinê ji wan re dixwazin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê: Li hember dagirkeriyê çalakî hatin li dar xistin

Nivîsa Pêş

Emê erkê xwe yê şoreşgerî dewam bikin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Emê erkê xwe yê şoreşgerî dewam bikin

Emê erkê xwe yê şoreşgerî dewam bikin

Ciwanên Şehba û Efrînê 19’ê Tîrmehê pîroz kirin

Ciwanên Şehba û Efrînê 19'ê Tîrmehê pîroz kirin

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji ciwanên Kobanê bang ji ciwanên Bakur re: Kobanê biparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.