Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Avesta: Divê  hemû ciwanên Kurdistanê li derdora gerîla kom bibin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
16/06/2018 - 9:51
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
Sozdar Avêsta: Ciwanên Êzîdî Li Hember Faşîzmê Serî Hildin
ParvekeTweet

Endama Konseya Rêveber ya Konseya Serokatiya KCK’ê Sozdar Avesta bal kişande ser êrîşên dagirkerên ên dewleta Tirk ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê û got, armanc ji vê dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Konseya Rêveber ya Konseya Serokatiya KCK’ê Sozdar Avesta bal kişande ser êrîşên dagirkerên ên dewleta Tirk ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê û got, armanc ji vê dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye. Avesta diyar kir ku dewleta Tirk a bi pêşengiya AKP-MHP’ê dixwazin dagirkeriyê berfireh bikin  û sedsalekê bidin mayinde bikin.

Piştî xebata hilbijartina li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi avakirina bloka faşîst ya AKP û MHP li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê tevgera dagirkerî ya Artêşa Tirk ya dagirker hat destpêkirin. Endama Konseya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sozdar Avesta li ser van mijaran nirxandinên girîng kir û bang li ciwanan kir ku tevî eniya berxwedanê bibin.

Sozdar Avesta di destpêka axaftina xwe de cejna Remezanê li hemû cîhana îslamê, gelê Rojhilata Navîn,Gelê Kurdistanê û malbatên şehîdan pîroz kir û wiha axivî: “Bi minasebata Roja Cejna Remezanê ez hemû şehîdên azadiyê bi hurmet û mînetdarî bi bîr tînim û bejna xwe ditewînim.’’

ARMANC JI BAKUR HETA BAŞÛR DAGIRKERIYEKE BERFIREH E

Avesta li ser armanca dewleta Tirk wiha got:

Li ser Kurdistanê dîsa dagirkeriyeke nû heye. Dewleta faşîst ya AKP û MHP’ê ji bo ku di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de xwe bixe desthilatdar, plana dagirkeriyekê berfireh li ser axa Iraqê û Başûrê Kurdistanê  dide destpêkirin. Bi dagirkeriya Başûrê Kurdistanê û Iraqê ve dixwazin xewn û xeyalên xwe pêk bînin. Ev êriş ne êrişeke ji rêzê ye û ne jî propagandaya hilbijartinê ye, armanc ew e ku AKP-MHp dixwazin ji Kerkûkê heta Şengalê tevahiya Başûr dagir bikin. ‘’

LÎSTIK LI QADÊN PARASTINA MEDYAYÊ DEST PÊ DIKE, ARMANC IRAQ E

Avesta di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser îtîfaqa AKP û MHP’ê û wiha axaftina xwe domand:”Beriya  çend mehan serokê MHP yê Faşîst ku aqil dide Erdogan, her bajarekê Başûr û Rojavayê Kurdistanê weke bajarê Tirkiyê dihesiband û behsa 81 bajaran dikir. Niha jî dixwaze ku vê xeyala xwe pêk bîne. Ji bo wê jî êrîş birin ser Efrînê û Efrîn dagir kirin. Li ser Efrînê dixwazin ku xwe bigîhînin Helebê. Niha jî wekê lîstokekê bi dagirkirina Qadên parastina Medya dixwazin hemû axa Başûrê Kurdistanê û Iraqê dagir bikin.”

ÊRÎŞA DAGIRKERIYÊ BERDEWAMIYA ENFAL Û HELEPÇE YE

Avesta bang li raya giştî kir û wiha pê de çû: “Ev êrîş ne bi tenê li ser gerîlayên azadiyê û Tevgera Azadiya Kurdistanê ne. Qendîl ji bo dewleta faşîst lîstok e, ew ne bi tenê ji bo gerîla diçin Qendilê, bi vî awayî dixwazin ku destkeftiyên gelê Kurdan û gelên heremê têk bibin. Divê ku ev hêz beriya her tiştî vê erişê li ser xwe bibînin. Li Başûrê Kurdistanê ew hêzên ku bi dehan salan e ji bo berjewendiyên xwe rê didin dagirkeriya dewleta Tirk, îro jî li hemberê dagirkeriya Dewleta Tirk ti dengekê wan nîne. Ev ne cara yekem e ku gelê me yê Başûrê Kurdistanê komkujiyan dibîne, di serî de Helepçe û Enfal li pêş çavên hemû dinyayê ne û hin ev birîn nehatine dermankirin.”

WEKALET KU DABÛNE DAÎŞ’Ê ÎRO ERDOGAN Û MHP PÊK TÎNIN

Avesta di gotinên xwe de bal kişande  ser êrişa çeteyan ya li ser Şengalê û Kerkûkê û wiha rista gerîla bi bîrxist: “Ger ku şervanên azadiyê berê xwe nedana Kerkûkê,Şengal,Mexmûr û heta Hewlerê,wê niha çeteyên Erdogan û DAİŞ li hemû Başûrê Kurdistanê xwe bi cih bikirana. Ew plansaziya ku dixwestin bi riya DAİŞ’ê bi ser bixin, îro dixwazin bi riya çeteyên MHP û AKP bi ser bixin. Armanca bikaranîna DAİŞ’ê, dixwestin ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bin bixin, niha jî dixwazin ku careke din vê êrişê li ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê bidomînin. Divê ku gelê me yê Başûrê Kurdistanê vê xeteriyê bibîne û li hemberê van xeteriyan bisekinin û  berjewendiyên hizbî li bin  berjewendiyên netewî bimînin. Divê hemû partiyên Başûrê Kurdistanê û saziyên sivîl, nivîskar, hunermend û rewşenbîrên civakê li hemberê dagirkeriyê serê xwe rakin.”

LÎSTIK WÊ DI HILBIJARTINAN DE WERE XIRAKIRIN

Avesta,  wiha domand, ‘’Eniya faşîst dixwaze dagirkeriyê berfireh bike. Ev lîstik dikare li Bakurê Kurdistanê bi hilbijartinê,  bi bersiveke xurt dikare were xirakirin. Gelên Kurd, Tirk, gelê demokratîk û azadîxawaz ji vê faşîzmê re dibêjin bes e. Divê ku carekê din dengê xwe nedin faşîzma AKP û MHP’ê û lîstokên wan di 24’ê Hezîranê de, ji 7’ê Hezîranê xurtir xirab bikin. Dîktatoriya faşîst di 24’ê Hezîranê de were hilweşandin. Ev di destên aliyên demokratîk û azadîxwaz de ne. Hemû aliyên demokratîk û azadîxwaz ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dijîn bangewaziya wan dikim ku dengê xwe bidin HDP’ê û Selahetîn Demîrtaş.”

BILA BAREGEHÊN DAGIRKERAN WERIN RÛXANDIN

Avesta destnîşan kir ku baregehên dagirkeran li Başûrê Kurdistanê divê werin ruxandin û wiha pê de çû: “Gelê me divê ku bi şev û roj di tevgerê de be û berê xwe bide Qendilê û baregehê leşkerî ku li Başûr  Kurdistanê hene birûxîne, çawa ku di sala 2008’an de li başûrê Kurdistanê di operasyona Zapê de gelê Qedîlê, Amediyê û Delalogê li hemeberê dagirkeriyê sekinîn û rê nedan wan, çawa ku gelê me li wir li berxe da û destanan nivîsandin, divê  niha jî berê xwe bidin Qendilê û piştgiriya xwe bidin wan.”

ÊRÎŞA Lİ SER BAŞÛR ÊRÎŞA LI SER ŞENGALÊ YE

Avesta di gotinên xwe de bal kişand ser gelê Êzîdî yên Şengalê û wiha dirêjî domand: “Êzîdî yên ku li Başûrê Kurdistanê dijîn û gelê me yên li Şengalê dijîn û yên derve divê bizanibin ku ev êriş careke din li ser Şengalê û li ser civaka me ya Êzîdî ye. Divê  li hemberê vê gelê me şiyar be û xwedan helwest be.”

BANGA LI GELÊN HERÊMÊ

Avesta  bang li gelên herêmê kir ku li dij dagirkeriya Tirk rawestin û got,“Ez bang li gelê herêmê Ereb, Kurd û Tirk, Asûrî,Sûryanî, civaka me ya Êzîdî, Elewî û hemû netew,ol,baweriyan dikim ku nehêlin axa wan careke din bikeve bin piyên dagirkeriyê. Ev dagirkerî  ji bo dagirkeriya sedsalan e, divê ku em gelek şiyar bin û xwedan helwest bin.”

GERÎLA DAGIRKERNA TÊK DIBE

Avesta di dawiya axaftina xwe de bal kişande ser rola gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk û got. ‘’Ji Serhedê, Zagrosê, Dêrsimê, Efrînê li hemberê dagirkeriyê, li qadên Bradostê gerîlayên azadiyê bi heftiyan li ber xwe dide. Ez berxwedaniya gerîlayan silav dikim û pîroz dikim. Divê  hemû ciwanên Kurdistanê li derûdora gerîla kom bibin, jin û ciwan pêşengtiya xwe bikin. Ez careke din bang li gel dikim ku têbikoşin.’’

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Analîzên Rêber Ocalan li ser têkiliya kapîtalîzmê bi desthilatadariya siyasî û huqûqê re 1

Nivîsa Pêş

Gerîla li Bradostê û Xakurkê berxwedaniyeke dîrokî dikin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Gerîla li Bradostê û Xakurkê berxwedaniyeke dîrokî dikin

Gerîla li Bradostê û Xakurkê berxwedaniyeke dîrokî dikin

Çalakiya Mertalên zîndî di roja 8’an de berdewam dike

Çalakiya Mertalên zîndî di roja 8’an de berdewam dike

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.