Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Demîrtaş: Em ê teqez bi ser bikevin û rojên azad bibînin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
06/06/2018 - 12:54
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Demîrtaş: Pergala zilm û zordariyê 24’ê Hezîranê wê biqede
ParvekeTweet

Namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku civak bi AKP’ê bê kêf e, reşbîn e û got, “Niha ne dema bêhêvîbûnê ye, ne dema tirsê ye. Em ê bi hev re bibin welatekî mezin ê bi xwişk û biratî.” Demîrtaş ev bang kir, “Dengek ji bo HDP’ê, dengekî ji bo Demîrtaş.”

NAVENDA NÛÇEYAN – Namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ê dîlgirtî, ji Girtîgeha Edîrneyê bi rêya telefonê mîtîngek li dar xist.

Di ‘mîtîngê’ de ku ku malbata wî tevlî bû, Demîrtaş wiha axivî:

“Beriya her tiştî ji dil û can silavên xwe li her kesên ku dengê min dibihîzin dikim.

20 meh in bi rengekî ne qanûnî û li derveyî hiqûqê, weke dîlgirtiyekî siyasî li vir têm hiştin. Heta niha ne ez ne jî hevalên min, bi awayekî adîl nehatine darizandin. Zextên siyasî li hemû dadgehan hatin kirin û pîvana serweriya hiqûqê vekirî hate binpêkirin.

Tevî ku girtî me, rayedarên hikumetê her roj li televîzyonan, li rojnameyan îftirayê li min dikin. Di vê rewşê de ku nikarim mafê xwe yê bersivdanê jî bi kar bînim, bi dek û dolabên siyasî hewl didin min nebaş nîşan bidin. Lê belê haya we hemûyan ji rastiyê heye.

Ez bi vê zanim û dibînim. Rewşa min tenê mînakek e. Îro temamiya welêt, tevahiya welatiyên me bûne mexdûrên bê edaletiyê. Bê edaletî ne tenê li qesrên edaletê rû didin. Li nexweşxaneyan, li zanîngehan, li nava zeviyan, li febrîqeyan, li daîreyên dewletê û li kolanan her roj li her derê her kes dibin mexdûr û bê edaletî li wan tê kirin.

‘CIVAKA TIRKIYEYÊ JI BER AKP’Ê REŞBÎN Û BÊHÊVÎ BÛ’

Mixabin Tirkiye bi temamî bûye girtîgeheke nîv vekirî. Bi vê yekê re dixwazin tirsê bidin dilê her kesî, bixin dilê tevahiya civakê. Halbûkî karê dewletê ne tirsandina welatiyan e, karê dewletê xizmetkarî ye.

Lê belê pêkanînên antî demokratîk ên salên dawî rû dan, civaka Tirkiyeyê kiriye gelê herî bê kêf û reşbîn. Welatê me di nava xwe de ji hev hatin cihêkirin û li derve jî bi tenê û bê qîmet hate hiştin.

‘EM NE NEÇAR IN, EM DIKARIN TIRKIYEYEKE DEMOKRATÎK AVA BIKIN’

Ne heq e ku em bi rêveberiyeke wiha nebaş bijîn. Weke welatiyên li ser erdê herî bedew û dewlemend ê cîhanê dijî, ne heq e ku em bêhêvî û xizan bin. Ev yek ne çarenûsa me ye, em ne neçar û mekûmî vê ne.

Em dikarin dest bidin hev û bi hev re Tirkiyeya demokratîk a paşerojê, jiyana nû, jiyaneke bi kêf û xweşî, jiyaneke azad ava bikin.

Xwişk û birayên min ên hêja, dem ne ew dem e ku em bêhêvî bin û bitirsin. Bi lihevkirin, piştevanî û yekîtiyê em dikarin hemû pirsgirêkên welatê xwe çareser bikin. Bêyî ku welatiyeke/î xwe mîna dijmin bibîne û xwe jê vegire, em dikarin bi hev re ji dil bibin welatekî mezin ê xwişk û biratiyê.

Em ê mirovên xwe li gorî partî, nasname, mezheb û zayendan ji hev cihê nekin. Em ê serweriya hiqûqê û demokrasiyê li ser dewletê ferz bikin. Eger dewlet dewleta me hemûyan e, welat welatê me hemûyan e, wê çaxê erk û wezîfeya me ye ku em ji bo her kesî rêveberiyeke adîl û wekhev ava bikin.

Ji bo kes xwe weke zarokên ji jinbavê nebîne, ji bo kes neheqiyê nebîne, em ê polîtîkayeke nû ya ku 81 mîlyonî dihewîne, bixin meriyetê.

‘GEL LI WELATÊ DEWLEMEND BI RENGEKÎ XIZAN DIJÎ’

Em ê ji erd, derya, dîrok û mîrateya xwe ya çandî bi xurtî sûdê werbigirin. Em ê giraniyê nedin ser beton û înşaetên nehêja. Em ê li ser axê, ked, hilberîn û zanistiyê rawestin û teqez em ê xizaniyê biqedînin. Li welatekî dewlemend ê mîna Tirkiyeyê, mirov neçar hatine hiştin ku bi rengekî xizan bijîn. Ev yek şerma rêveberên vî welatî ye. Em ê welatê xwe ji vê şermê rizgar bikin.

‘EM BI HÊVÎ NE, BI COŞ IN’

Em niha hîn bêhtir bi hêvî, bi kelecan, bi coş xwe ji hilbijartinê re amade dikin. Ez li vir di nava çar dîwaran de me. Lê pê zanim ku niha bi hezaran Demîrtaş li nava zeviyan, li karê çapeyê, li zeviyên findiqan e. Demîrtaş niha li madenan e, li kargehan e. Li dersê ye, li anfî ye, li qadan e. Li înşaetê ye, li berxwedana grevê ye. Ji kar hatiye avêtin. Bêkar e, xizan e. Ciwan, e jin e, zarok e. Tirk e, Kurd e, Çerkes e, Pomas e, Boşnak e. Elewî ye, Sûnî ye, lê berî her tiştî bi hêvî ye, bi coş e. Govendê digerîne, di horonê de ye.

‘SERBILIND BIN, DENG BIDIN HDP Û DEMÎRTAŞ’

Demîrtaş li hucreya Edîrneyê nîne, Demîrtaş hûn in. Ji xwe bawer bin. Serbilind bin.

Deng bidin xwe. Bêjin; dengek ji bo HDP’ê, dengek ji bo Demîrtaş.

Ji bîr nekin, dengekî bi tenê dikare gelek tiştan biguherîne. Tu dikare vê bike, xwişk û birayê min ên delal. Ji bo rojên xweş û geş, dem dema guhertinê ye. Em bi hev re bikin, em bi hev re bi ser bikevin.

Ji dil û can we hemûyan silav dikim.

Em ê teqez bi ser bikevin û rojên azad bibînin. Di xêr û xweşiyê de bimînin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Analîzên Rêber Ocalan li ser şaristaniya kapîtalîstê

Nivîsa Pêş

Siyaseta Erdogan ya feneka ye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Siyaseta Erdogan ya feneka ye

Siyaseta Erdogan ya feneka ye

Hêzên gerîla li Barzan, Lêlîkan û Colemêrgê lê dan

HPG'ê: 9 jê tîmên taybet, 24 leşkerên Tirk hatin kuştin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.