Ciwanê 24 salî yê bi navê Kemal Cemal ku ji Selahedîn ji bo geştê serdana bendavê kiribû, dema ku avjenî kir xeniqî.
NAVENDA NÛÇEYAN – Di Bendava Seruçawî ya li nêzî bajarokê Seruçawî ya ser bi Îdareya Raperînê de, di dema avjenîkirinê de ciwanê 24 salî yê bi navê Kemal Cemal xeniqî.
Berdevkê Polîsên Raperîn Şoreş Îsmaîl diyar kir ku ji aliyê tîmên rizgarker ve cenaze ji bendavê hate derxistin û cenaze şandin Tiba Edlî ya Raperîn.


