Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê: Li Başûr 43 leşkerên Tirk hatin kuştin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
22/05/2018 - 16:15
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Hêzên gerîla li Barzan, Lêlîkan û Colemêrgê lê dan
ParvekeTweet

Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî hêzên Tirk ên dagirker, li herêmên Barzan û Bradostê yên Başûrê Kurdistanê çalakiyên berfireh kirin. Li her du herêman herî kêm 43 leşkerên Tirk hatin kuştin. Nasnameya çawişekî pispor ê hate kuştin, eşkere bû.

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên vê dawiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me li herêmên Bradost û Barzanê yên Başûrê Kurdistanê û li Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyên berfireh kirin. Di çalakiyan de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan:

LI BARZANÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

21’ê Gulanê saet 06:30’î hêzên me li dijî yekîneyeke dijmin ku demeke dirêj girê Şikêr ê nêzî Tepê Xwedê yê li herêma Barzanê kontrol dikir, çalakiyek kirin. Ji nêz ve derbên giran li yekîneya dijmin hatin xistin û 5 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê topên ahwanê û obus avêt herêmê.

LI LÊLÎKANÊ 13 ÇEPER Û 5 STARGEH HATIN RÛXANDIN: 23 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me heman rojê saet 15’an li dijî artêşa TC a dagirker a li girê Lêlîkanê yê herêma Bradostê bi cih bûbû, çalakiyeke berfireh kirin. Hêzên me ji 7 baskan ve li girê ku dijmin li ser bû reşandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 23 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi gelek wesayitan mirî û birîndarên xwe rakirin derdora gundê Lêlîkanê. Şeva heman rojê bi balafirên şer û helîkopterên bi tîpa Kobra bombe li herêma Lêlîkanê hatin barandin.

YEK JÊ ÇAWIŞÊ PISPOR HERÎ KÊM 15 LEŞKERÊN TIRK LI EVDILKOFÎ HATIN KUŞTIN

Hêzên me saet 17’an jî li leşkerên dagirker ên li ser girê Evdilkofî yê li herêma Bradostê xistin. Hêzên me bi lêdana derbên giran bi ser çeperên dijmin ve çûn û derbên xurt li gelek çeperên dijmin xistin û rûxandin. Di vê çalakiyê de çawişekî pispor ê bi navê Hasan Alî jî di nav de 15 leşkerên dijmin hatin kuştin. Hêzên me ku bi rengekî fedayî bi ser çeperên dijmin ve çûn, çekek BKC, cîhazeke ragihandinê ji ser cenazeyên dijmin rakirin û gelek alavên leşkerî îmha kirin. Piştî çalakiyê saet 22:45’an balafirên şer bombe li herêmên Evdilkofî û Ermûşê barandin.

LI COLEMÊRG Û SÊRTÊ ÇALAKIYÊN SÛÎQESTÊ

Roja 21’ê Gulanê saet 10:30’î, hêzên me li dijî leşkerên li qereola Şikêr a li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

22’ê Gulanê saet 08:30’î, hêzên me li çeperên dijmin ên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

21’ê Gulanê saet 12:20’î, hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên dijmin ên li qereqola Erbo ya li navçeya Hawêl a Sêrtê çalakî kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

LI DIJÎ KONTRAYÊN KU LI BEDLÎSÊ DAR DIBIRÎN ÇALAKÎ HATE KIRIN

Artêşa TC a dagirker ev demeke bi desteka kontrayan li geliyê Kesre yê li navenda Bedlîsê daran dibire û rêya ewlekariyê çêdike. Tevî ku hêzên me gelek caran hişyar kirin jî, kontrayên ku di birîna daran û çêkirina rê de cih digirin, guh nedan hişyariyan. Li dijî kontrayan roja 21’ê Gulanê saet 12:30’î çalakiyek hate kirin. Di vê çalakiyê de hejmara kontrayên hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Êvara 17’ê Gulanê, artêşa TC a dagirker li qada Şehîd Kawa yê li navçeya Farqîn a Amedê û herêma Şehîd Navdar a li navçeya Licê tevî balafirên keşfê yên bê mirov dest bi operasyonekê kir. Operasyon roja 19’ê Gulanê bi rengekî neserketî qediya.”

 

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

1139 malbatên çeteyan li Efrîn hatin bi cih kirin

Nivîsa Pêş

Dewreya 95 ciwanên ku tevlî QSD’ê bûn bi dawî bû

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dewreya 95 ciwanên ku tevlî QSD’ê bûn bi dawî bû

Dewreya 95 ciwanên ku tevlî QSD'ê bûn bi dawî bû

ROJEVA 14’Ê GULANA 2018 AN

ROJEVA 23’Ê GULANA 2018 AN

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Turnuvaya Taxên Gel li Bajarê Reqayê Dest pê dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.