Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Xwendekarên zanîngehê: AKP peşeroja me tarî dike

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
12/05/2018 - 10:51
di nav Giştî, Jinên Ciwan, Manşet, Xwendekarên
Reading Time: 5 mins read
A A
Xwendekarên zanîngehê: AKP peşeroja me tarî dike
ParvekeTweet

Xwendekarên zanîngehê, diyar kirin ku hikûmeta AKP’ê Tirkiye dibe întîharê û wiha gotin: “Tenê hêviyek heye. Ew jî HDP ye. Çareserî û hêvî HDP ye.”

STENBOL – Xwendekarên Zanîngehê fikr û nerînên xwe yên der barê hilbijartina 24’ê Hezîranê û 16 salên polîtîkayên AKP’ê de anîn ziman û diyar kirin ku êdî tenê heviya wan HDP ye. Xwendekarê Zanîngeha Mersînê Serkan Erdogan, diyar kir ku ger AKP îktîdara xwe berdewam bike dê gel zerarê bibîne û wiha got: “Tenê ji bo patronan polîtîkayê pêş dixe. Ji bo hilbijartinê qezenç bike efûya bacê anî. Ji bo berjewendiyên gel tu tişt nekiriye.”

‘SÛR Û CIZÎRÊ BÎNIN BÎRA XWE Û DENGAN BIDIN’
Erdogan, destnîşan kir ku li ser HDP’ê û partiyên din ên sosyalîst zext zêde ne û xwest yên dengê xwe bidin êrîşên li ser Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê bînin bîra xwe û dengê xwe bidin û wiha got: “Di vê pêvajoya ku nêzî 2-3 hezar siyasetmedarê kurd girtî ne de hilbijartin pêk tê. Hevşaredar û parlamenter girtî ne. Divê her kes dengê xwe bide HDP’ê ji ber ku hevî HDP ye. Heviya hemû bawerî û rengan e.”
‘AKP PÊŞEROJA ME TARÎ DIKE’ 
Xwendekara Zanîngeha Stenbolê Ayşe Hacibektaşoglu jî anî ziman ku ji roja xwe nas dike heta niha Tirkiye bi polîtîkayên AKP’ê bi rêve diçe û wiha got: “Ez hem jin im û hem jî xwendekara zanîngehê me. Pêşeroja me ji destê me tê girtin. Mafê me yê xwendekarî û jinê ji destê me tê girtin. AKP pêşeroja me tarî dike. Ez wekî jinek ciwan piştî zanîngehê xelas bikim qadek ku ez lê debara xwe bikim tune ye. AKP hem civakê dike du perçe û hem jî ciwanan betal dihêle. Ez bawer dikim ku HDP pirsgirêkan çareser bike. Ji ber vê yekê  ez dê di hilbijartinê de dengê xwe bidim HDP’ê.
‘AKP WELAT DIBE ÎNTÎHARÊ 
Xwendekarê Zanîngehê Stenbolê Alî Duzkun jî anî ziman ku îktîdara AKP’ê bi şîara “Azadiya raman û îfadeyê” hat ser îktidarê û wiha got: “Yekem car Tirkiye dikeve rewşek wisa xerab. Îro mirov ji ber axaftinên xwe tên girtin û rastî ceza tên. Mirov bi KHK’yan ji kar tên avêtin. Mirov ji ber aştiyê diparêzin tên girtin. AKP Tirkiye dibe întiharê. AKP li ser jin, ciwan û hemû beşên civakê polîkayên tundiyê dimeşîne. Xwendkarên Zanîngeha Bogazîçî ji ber pankart vekirin hatin binçavkirin û girtin. Divê êdî em ji vê yekê re bêjin bes e. HDP ji hemû beşên civakê re hestiyar nêzîk dibe. Hewl dide bibe dengê hemû beşên civakê.  HDP heviyek mezin e.”
‘EM JI DIL DIBÊJIN TEMAM’ 
Xwendekarê Zanîngeha Bilgenê Maruf Yigitekin jî anî ziman ku li welat bêdengî pir zêde bûye û wiha got: “Welatê me hem ji aliyê çavkaniyên xwezayê û hem jî ji aliyê çavkaniyên mirovî ve pir dewlemend e. Lê ji ber polîtîkayên heyî xizan bûye. Rêveberiya bi vî rengî nayê qebûlkirin. Erdogan gotibû ‘Ger millet bêje temam ez dê xwe paşve bikişînim’ Em bi rastî û ji dil dibejim TEMAM. Êdî xwe vekişîne. Êdî bes e. Em bawer dikin ku vê carê gel dê dengê xwe bide HDP’ê.”
‘HDP DÊ BIBE DENGÊ BINDESTAN’
Yîgîtekin, anî ziman ku berî her tiştî piştî HDP bi ser bikeve dê gel û nasnameyên cuda ji bin zilmê derkevin û mafê wan dê bê parastin û wiha got: “Dê pirsgirêka aborî çareser bibe. Pirsgirêka betalî, perwerde û yên din dê çareser bibin. kesên tên binçavkirin 15 rojan di bin çavan de tên girtin. Hevalên me bi OHAL û KHK’ê ji kar tên avêtin. HDP dê bibe dengê bindest û mexdûran.
‘DI SERDEMA AKP’Ê DE MIROV ÎNTÎHAR DIKIN’
Xwendekarê Zanîngeha Acibademê Şuheda Kizilkaya jî diyar kir ku wekî xwenekarên zanîngehê dixwazin gavan bavêjin, lê hemû rê li pêş wan hatine girtin û wiha got: “Niha gelek hevalên me betal in. Ji ber betaliyê hevalên me yên întîhar dikin hene. Întîhar êdî bûye wekî tiştekî asayî. Ji ber vê yekê niha tenê çareserî HDP ye. Ez tenê çareserî û heviyê di HDP’ê de dibînim. “
Çavkanî: MA
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Almanya’ye ciwanên Kurd daketin qadan

Nivîsa Pêş

Gerîlayên HPG’ê: Ciwan tevlî refên gerîla bibin.

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Gerîlayên HPG’ê: Ciwan tevlî refên gerîla bibin.

Gerîlayên HPG’ê: Ciwan tevlî refên gerîla bibin.

Nûçegihanên herêma Êzidxanê ku dengdayînê dişopînin hatin astenkirin

Nûçegihanên herêma Êzidxanê ku dengdayînê dişopînin hatin astenkirin

Manşet

  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

Herî zêde hatine xwendin

  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.