Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Êrîşa li ser Qereçoxê nîşan da ku dewleta Tirk şirîkê DAÎŞ’ê ye

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
25/04/2018 - 16:30
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
ParvekeTweet

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera yekemîn a êrîşa dewleta Tirk a li dijî biryargeha YPG’ê ya li Qereçoxê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

NAVENDA NÛÇEYAN – KCK’ê got, “Şehîdên Qereçoxê û Efrînê wê rê li ber Kurdistana azad vekin.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Êrîşên li ser Qereçox, Kerkûk û Efrînê raxistine pêş çavan bê gelê Kurd divê helwesteke çawa li dijî dewleta Tirk nîşan bide.”

KCK’ê li ser helwesta ku divê li dijî dewleta Tirk bê nîşandan got, “Tevgera Azadiyê ya Kurd, wê li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku dijminê hemû Kurdan e têbikoşe, êrîşên vê desthilatdariyê bişikîne û vê astengiya li pêşiya jiyana azad û demokratîk a gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn teqez ji holê rake.”

Di daxuyaniyê de mirovên di Qirkirina Ermeniyan a 24’ê Nîsana 1915’an hatin kuştin, hatin bîranîn.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

ŞEHÎD HATIN BÎRANÎN

“Beriya niha bi salekê balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li biryargeha YPG’ê ya li Rojava barandin û di encamê de 18 şervanên YPG’ê şehîd bûn. Em hemû şervanên Kurd ên di vê êrîşê de şehîd bûn bi bîr tînin. Heman demê balafirên şer êrîş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û şoreşgerê mezin ê kedkar Bedran Gundikremo û çar milîsên welatparêz ên Botanî şehîd bûn. Em van şehîdan jî bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin.

DEWLETA TIRK ŞIRÎKÊ DAÎŞ’Ê YE

Sedema destpêkê ya êrîşa li dijî Biryargeha Qereçoxê dijminatiya li Kurdan e. Sedema duyemîn jî ew e ku YPG di şerê dijî DAÎŞ’ê de hêza herî bi bandor e. Dema ku êrîş li Qereçoxê hate kirin, YPG’ê şerekî giran li dijî DAÎŞ’ê dikir. Li hezaran şehîdên ku di şerê dijî DAÎŞ’ê de hatin dayin, şervanên ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatin şehîdxistin jî zêde bûn. Bi vî rengî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê careke din nîşan dan ku şirîkê sûcên DAÎŞ’ê ye.

YPG’ê êrîşên çeteyên faşîst El Nûsra û DAÎŞ’ê yên ji bo dagirkirina Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê şikand û erdekî azad ê ku şoreşa demokratîk lê şîn dibe afirand. Bakurê Sûriyeyê kir warê demokrasî û azadîparêziya jinê. Faşîzma AKP-MHP’ê azadbûna Kurdan, avakirina xwerêvebriya demokratîk a bi feraseta neteweya demokratîk li gel Kurd, Ereb, Suryanî û hindikahiyên din, li dijî feraseta xwe ya netewe dewlet a qirker û tekparêz xeterî dît. Tirsiya ku mînakeke bi vî rengî ya bedew ji rejîma qirêj û faşîst a li Tirkiyeyê re bibe mînak. Ji ber van her du sedeman, bi rengekî ku li exlaqa şer nayê êrîş bir ser Rojava û biryargeha YPG’ê. Êrîşa li ser Qereçoxê karaktera dijminatiya li Kurdan û demokrasiyê ya faşîzma AKP-MHP’ê raxist pêş çavan.

ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ Û QEREÇOXÊ DIŞIBIN HEV

Êrîşên li ser Efrînê û Qereçoxê ji gelek aliyan ve dişibin hev. Ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan û demokrasiyê êrîş birin ser Efrînê. Dewleta Tirk bi van êrîşan eşkere kir ku ne tenê li Bakurê Kurdistanê, ew dijminê gelê li hemû parçeyên Kurdistanê ye. Ji xwe yên ku êrîş birin ser Qereçoxyê gefa dagirkirinê li Kerkûkê û gelemperiya Başûrê Kurdistanê xwarin.

Êrîşên li ser Qereçox, Kerkûk û Efrînê raxistin pêş çavan bê helwesta gelê Kurd a li dijî dewleta Tirk divê çawa be. Heta ku ev mejiyê dewleta Tirk neguhere, wê karaktera wê ya dij bi Kurda bidome. Lewma Kurdên li hemû parçeyan, dema êrîş li parçeyekî hate kirin divê weke êrîşa li dijî hemû Kurdan bibînin û bi rengekî vekirî li ber êrîşkariya AKP-MHP’ê rabin. Helwesteke bi vî rengî ji bo şikandina êrîşên dijmin û ji bo afirandina jiyana azad û demokratîk gelekî girîng e.

Tevgera Azadiyê ya Kurd, wê li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku dijminê hemû Kurdan e têbikoşe, êrîşên vê desthilatdariyê bişikîne û vê astengiya li pêşiya jiyana azad û demokratîk a gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn teqez ji holê rake.

WÊ HESAB BÊ PIRSÎN

Şehîdên Qereçox û Efrînê ji bo me sedema wê yekê ne ku em têkoşîna xwe ya ji bo Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk geş bikin. Hesab wê ji berpirsyarên van êrîşan teqez bê pirsîn.”

ERMENIYÊN DI SALA 1915’AN DE HATIN KUŞTIN HATIN BÎRANÎN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniyê de mirovên di Qirkirina 1915’an de hatin kuştin bi bîr anî:

“Li ber bîranîna mirovên di Qirkirina Ermenî, Asûrî û Suryaniyan a 24’ê Nîsana 1915’an hatin kuştin em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Bîranîna wan ji bo me sedema têkoşîna li dijî hêzên qirker e. Ermenî, Kurd û Suryanî bi sedan salan li welatê hevpar bi hev re jiyan e, ji her alî ve bûne gelên xwişk-bira. Têkilî û jiyaneke ku dişibe feraseta îro ya ku em bi neteweya demokratîk pênase dikin, ji aliyê van gelan ve bi sedan salan bi cih hate anîn. Em pê bawer in ku mîna sedan salên bihurî, îro jî Kurd, Suryanî, Ermenî, Ereb, Tirkmen, Çerkez, Çeçen, Azerî, Terekeme wê li welatê hevpar bi ruhê neteweya demokratîk bi hev re bijîn. Ji ber vê yekê têkoşîna me di heman demê de têkoşîna demokrasî û azadiya gel û baweriyên li ser vê axê ne ku hatine qirkirin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şervanên YPG’ê û YPJ’ê şehîdêd Qereçoxê bibîranîn

Nivîsa Pêş

HPG’ê nasnameya gerîlayên li Dersimê şehîd bûn eşkere kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG’ê nasnameya gerîlayên li Dersimê şehîd bûn eşkere kir

HPG'ê nasnameya gerîlayên li Dersimê şehîd bûn eşkere kir

HPG’ê li Eyaleta Serhedê li dijî leşkerên Tirk çalakî kirin. 9 leşker hatin kuştin

HPG'ê: Li Qers, Şirnex û Lêlîkanê 5 leşkerên Tirk hatine kuştin

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çemçemal û Ranya' yê çalaki berdevaminRanya ve Çemçemal’de eylemler sürüyor

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Başûr: ‘Li dijî êrîşên dagirker em ê bibin mertal’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.