Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Berpirsyarê Eyaleta Erzîromê yê HPG’ê Kemal Garzan şehîd bû

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/04/2018 - 16:23
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Berpirsyarê Eyaleta Erzîromê yê HPG’ê Kemal Garzan şehîd bû
ParvekeTweet

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir, Berpirsyarê Eyaleta Erzîromê yê HPG’ê Kemal Garzan (Medenî Sayilgan) tevî 6 gerîlayên pê re şehîd bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

“4’ê Nîsanê, li bejahiya Pîlemûrî ya Dersimê ji ber operasyona artêşa TC a dagirker şer derket û di vî şerî de Berpirsyarê me yê Eyaleta Erzîromê hevrê Kemal Garzan tevî 6 hevalên xwe bi lehengî şer kirin û tevlî karwanê şehîdan bûn. Heta niha agahiyên li ser nasnameya 6 hevalên me yên şehîd bûn zelal nebûne. Nasnameya van hevalên me dema zelal bûn wê bi raya giştî re bên parvekirin.

Nasnameya hevrêyê me Kemal Garzan wiha ye:

Nasnav: Kemal Garzan
Nav paşnav: Medenî Sayilgan
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Kemîle-Halîl
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Nîsana 2018 / Dersim

 

Hevalê me Kemal Garzan (Medenî Sayilgan) sala 1977’an li gundê Vartinis ê Mûşê li nava malbateke kedkar ji dayik bû. Hevalê me Kemal kesekî welê bû ku li her cihê lê bû bi keda xwe li ser piyan ma. Ked ji bo wî nirxekî gelekî hêja bû.

Di salên 90’î de ku şerê dagirkerî û qirkirinê yê faşîzma TC li Kurdistanê gelekî dijwar bû, gundê hevalê me Kemal jî ji aliyê dijmin ve hate şewitandin û bi dehan sivîl hatin kuştin. Hevalê me Kemal li cihekî ku her roj êrîşên dijmin lê rû didan û zexteke giran dihate kirin mezin bû. Rastiya dijmin baş nas kir. Ji bo li ber dijmin rabe, ji sala 1992’an û pê ve cihê xwe di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de girt. Salekê bi rengekî çalak karê milîstiyê kir û sala 1993’an li Eyaleta Garzanê tevlî nava refên gerîla bû.

Li eyaleta Garzanê di nava şerekî dijwar û berxwedaneke bêhempa de ya li dijî êrîşên hovane yên dijmin, pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê bi cih anî. Di nava şerekî dijwar ê bênavber de ma. Piştî vî şerê giran, sala 1997’an çû cem Rêber Apo û tevlî perwerdeyê bû. Rêber Apo nas kir û bi vî rengî dilsoziya wî ya bi têkoşînê re zêde bû. Piştî ku li cem Rêbertî ji aliyê bîrdozî ve xwe xurt kir, sala 1998’an careke din li Eyaleta Garzanê vegeriya. Li dû pêvajoya komploya navneteweyî, piştî ku wextekê li Eyaleta Garzanê ma derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li vê derê tevlî perwerdeyeke din bû û ji bo beşdarî Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an bibe sala 2003’an careke din berê xwe da Eyaleta Garzanê. Piştî demeke dirêj, dest bi pratîka çalak a têkoşîna gerîla kir û bû pêşeng ji pêngavê re. Li dijî propagandaya dijmin ku digot ‘gerîla êdî nikare şer bike’, bi pratîka zehmet a li Eyaleta Garzanî dijmin tevizand. Bi pratîka xwe nîşanî dost û dijmin da ku gelê Kurd bê parastin nîne û gerîla di her şert û mercî de dikare gelê xwe biparêze.

Hevalê me Kemal sala 2008’an derbasî herêma Amanosê bû û bi gerîlatiya xwe ya 3 salan a li vê derê derbên giran li dijmin xist. Bi pratîka xwe ya gerîla dijmin matmayî hişt û raxist pêş çavan ku gerîlayên Kurdistanê di her şert û mercî de li her qadê dikarin şer bikin.

Salê 2011-2012’an weke Fermandarê Eyaleta Xakurkê tevlî Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî bû û li vê qadê tevî fermandar Reşît Serdar di koordîneya şer de cih girt ku derbên giran li dijmin hate xistin.

Piştî ku wextekê li çiyayên Zagrosê bi berpirsyarî rabû, sala 2016’an ji nû ve berê xwe da qadên Bakur û cihê xwe di nava Fermandariya Herêma Navîn de girt.

Hevalê me Kemal bi fedakariyeke mezin tevlî pratîka gerîlatiyê ya 29 salan bû. Bû hevrêyekî baş ê Rêbertî û milîtanekî dilsozê têkoşînê. Timî di nava pratîka şer de ma û bû fermandarekî şareza yê gerîla. Her tim hewl da ku wezîfeya jê re hatiye dayin bi ser bixîne û di gelek qedemeyan de bi berpirsyarî rabû. Herî dawî cihê xwe di nava Konseya Fermandaran a HPG’ê de girt û tecrûbeya xwe ya gerîlatiyêa di asteke bilindtir de xist meriyetê. Hevalê me Kemal ku bû yek ji fermandarên navê xwe li dîroka şerê gerîla nivîsand, wê weke şehîdekî me yê leheng ê ku têkoşîna azadiyê ya Kurd gihandiye siberojê, di dilê gerîla û hevrêyên xwe de bê bîranîn.

Ji ber êşa giran a şehadeta wî, em sersaxiyê ji malbata Sayilgan a welatparêz û hêja, ji tevahiya gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soz didin ku heta azadiya gelê Kurd em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Helîkoptereke Rûsyayê kete xwar. 6 kes mirin

Nivîsa Pêş

HPG’ê derbarê çalakiyên li Başûr û Bakurê Kurdistanê agahî da

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG’ê li Eyaleta Serhedê li dijî leşkerên Tirk çalakî kirin. 9 leşker hatin kuştin

HPG'ê derbarê çalakiyên li Başûr û Bakurê Kurdistanê agahî da

Asayîşa Dihokê êrîşî merasîma gerîlayê HPG’ê Demhat Ehmed kirin

Asayîşa Dihokê êrîşî merasîma gerîlayê HPG’ê Demhat Ehmed kirin

Manşet

  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina  Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.