Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Gerîla bi dilekî xweş û aram ku armanca xwe bi ser xistiye ji Şengal vedikişe

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
23/03/2018 - 19:17
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku şert û mercên 3’ê Tebaxa 2014’an ji holê rabûne, Êzidî êdî civakeke rêxistinbûyî ye, Şengal û derdora wê ewle bûye û ji ber vê yekê wê hêzên xwe yên gerîla vekişînin.

NAVENDA NÛÇEYAN – KCK’ê got, “Bê şik û guman, li Bakur, li Rojava, li Başûr, li Iraqê, li ku dibe bila bibe eger êrîşek li dijî Êzidiyan were kirin, em ê li cem Êzidiyan bin. Gerîla ji bo Êzidiyan ji qirkirinê rizgar bikin dest li Şengalê werdan. Gerîla bi dilekî xweş û aram ku ev armanca xwe bi ser xist, ji Şengalê vedikişe.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

BERXWEDANA GERÎLA YA LI ŞENGALÊ BÛYE BERXWEDANA MIROVAHIYÊ

“DAÎŞ ku dijminê mirovahiyê ye, bi desteka desthilatdariya AKP’ê destêkê Mûsil dagir kir, piştre jî êrîşî Şengalê kir. Qirkirineke mezin li ser Êzidiyan ferz kirin ku Êzidî jê re Fermana 74’an dibêjin. Destpêkê 12 fedayiyan dest li vê qirkirinê werdan û piştre jî gerîlayên HPG/YJA Starê û YPG/YPJ’ê pêşî li vê qirkirinê girtin. Gerîlayan bi vî rengî mirovahî ji gunehekî herî giran ê zalim, bê rehm, hovane û qirkirinê rizgar kirin. Berxwedana gerîla ya li Şengalê bû berxwedana tevahiya mirovahiyê. Gerîlayan nehiştin ku dijminê mirovahiyê DAÎŞ li Şengalê serdest bibe û piştre bajar ji wan paqij kirin. Piştî ku artêşa Iraqê Mûsil bi dest xist, çeteyên DAÎŞ’ê ji derdora Şengalê hatin avêtin.

ŞENGALÊ Û HIKUMETA IRAQÊ JI BO BICIHANÎNA DAXWAZAN HEVDÎTIN KIRIN

Piştî ku gerîlayan Êzidî ji êrîşa qirkirinê rizgar irin, Şengal veguherî pirsgirêka hemû mirovahiyê. Ne tenê tevgera me ya azadiyê, mirovahî tev bi hesasiyet nêzî Êzidiyan bûn ku yek ji baweriyên herî kevn ên dîrokê ye. Êzidiyan ji dîroka xwe û ji fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an ders derxistin û ji bo careke din neyên qirkirin xwe kirin civakeke demokratîk a rêxistinbûyî. Van çar salên dawî, Êzidiyan xwe di nava şert û mercên azad de ji nû ve afirandin. Êzidiyan, piştî ku DAÎŞ bi temamî ji derdora Şengalê avêtin, bi hikumeta Iraqê re têkilî danîn û hewl dan pirsgirêkên xwe bi rêya hevdîtinan çareser bikin. Hikumeta Iraqê jî bi têkiliya ku li Şengalê bi Êzidiyan re danî, ji bo bersivê bide daxwazên Êzidiyan kete nava hewldanan.

GERÎLA BI DILEKÎ XWEŞ Û ARAM KU ARMANCA XWE BI SER XISTIYE VEDIKIŞE

Êzidiyan dan xuyakirin ku bi hevdîtinên bi Iraqê re şert û merc û derfetên ji bo çareserkirina daxwazên wan afirîne. Piştî ku DAÎŞ li herêmê hate têkbirin, xeteriya li ser Êzidiyan jî bi giranî ji holê rabû. Nêzîkatiyên dewleta Iraqê û rewşa rêxistinbûyî ya civaka Kurd fikarên li ser ewlekariyê ji holê rakirine. Ji ber vê yekê, şert û mercên dema ku hêzên me yên gerîla dest li Şengalê werdan bi giranî ji holê rabûne. Wekî din, tê dîtin ku dewleta Tirk û hin hêzên din hewl didin Kurdan û Iraqê li ber hev rakin. Helwesta dewleta Iraqê ku guh nade polîtîkayên bi vî rengî yên dewleta Tirk û bi hesasiyet nêzî xwerêveberî û ewlekariya civaka me ya Êzidî dibe, kir ku em hemû hêzên xwe yên gerîla yên li Şengalê ji nû ve binirxînin. Ji ber ku Êzidî veguherîne civakeke rêxistinbûyî, ji ber ku gihîştine wê astê ku karibin li Şengalê xwe bi xwe bi rê vebibin, ji ber ku Iraq bi baldarî nêzî daxwazên demokratîk ên Êzidiyan dibe û di mijara ewlekariya Êzidiyan de bi erênî tevdigere, me biryar dan ku hêzên xwe yên gerîla ji Şengalê vekişînin. Gerîla, ji bo Êzidiyan ji qirkirinê rizgar bikin dest li Şengalê werdan. Gerîla bi dilekî xweş û aram ku ev armanca xwe bi ser xistiye wê ji Şengalê vekişe.

LI KU DIBE BILA BIBE, TEVGERA ME YA AZADIYÊ WÊ ÊZIDIYAN BIPARÊZE

Tevgera me ya azadiyê ji roja destpêkê ve di mijara Êzidiyan de gelekî hesas bûye. Bi taybetî Rêber Apo di mijara Êzidiyan de gelekî hesas e û ji bo parastina Êzidiyan her tim hişyarî daye tevgera me. Gotinên Rêbertî ji bo me her tim bûne talîmat. Bê şik û guman, li Bakur, li Rojava, li Başûr, li Iraqê, li ku dibe bila bibe eger êrîşek li dijî Êzidiyan were kirin, em ê li cem Êzidiyan bin. Lê belê hebûna niha ya hikumeta Iraqê li Mûsil û derdora Şengalê, her wiha têkiliya wan a baş bi Êzidiyan re nîşan dide ku pêwîstiyeke bi vî rengî niha nîne. Em pê bawer in ku karaktera civaka rêxistinbûyî ya Êzidiyan, hêza wan a xweparastinê, nêzîkatiyên erênî yên hikumeta Iraqê û baldariya mirovahiyê wê pirsgirêkên Êzidiyan çareser bikin. Li ser vê bingehê em spasiya hemû hêzan dikin ku li Şengalê destek dan têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê. Em hemû gerîlayên di têkoşîna jiyana demokratîk û azad a Êzidiyan de şehîd bûn, hemû şervanên hêzên xweparastinê yên Êzidiyan ku di rizgarkirina Şengalê de şehîd bûn bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di Newroza Ängelholmê de bangawaziya ciwanan

Nivîsa Pêş

Karayılan: Di sala 2018 an de berxwedana Efrînê ruhekî nu ava kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Karayilan: Divê em firsenda dîrokî ji dest bernedin

Karayılan: Di sala 2018 an de berxwedana Efrînê ruhekî nu ava kir

Hûşyar Ebdullah: PKK li dijî terora dewleta Erdoğan şer dike. PDK jî alîkarê sereke yê Erdoğan e.”

Hûşyar Ebdullah: PKK li dijî terora dewleta Erdoğan şer dike. PDK jî alîkarê sereke yê Erdoğan e.”

Manşet

  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.