Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Jinên Azad ên Sosyalîst têkildarî 8’ê Adarê daxuyaniyeke weşand

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
03/03/2018 - 19:16
di nav Daxuyanî, Giştî, Jinên Ciwan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Jinên Azad ên Sosyalîst têkildarî 8’ê Adarê daxuyaniyeke weşand
ParvekeTweet
Jinên Azad ên Sosyalîst 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û bang li jinên Bakurê Sûriyeyê kirin ku bi rihê berxwedana Efrînê têkoşîna xwe mezin bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Azad ên Sosyalîst têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daxuyaniyeke weşand.
 Daxuyani wha ye:
“Di 7.emîn salvegara şoreşa me ya azadîxwaz a jinê, ya Bakûrê Sûriyeyê de, em roja “8’ê Adarê ya jinên cîhanê ên kedkar” li tevahî jinan re pîroz dikin. Me ev şoreş, wek jinên ji netew û baweriyên cûda; Kurd, Ereb, Suryan, Aşûrî, Ermen, Turkmen, Çeçen, Êzidî, Elewî, Xirîstiyan, Sunnî û jinên enternasyonal ên ku ji welatên cûda hatin bihevre parast û bihevre ava kir.
Em îro di têkoşîna xwe de, jinên ku di sala 1857’an de, roja 8’ê Adarê li New York’ê li berxwe dan, didin jiyandin. Clara Zetkin, Rosa Luksembûrg, Kollantay, Emma Goldman îro di têkoşîna Avaşînan, Arînan, Destanan, Raperînan, Saryayan û Avestayan de tên temsîlkirin. 8’ê Adarê ji sala 2011’an de heta îro di xweşikiya demsala biharê ku mizginiya hêviyê dide de derbas bû.  Me li Kobanê, Li Kantonên Cizîrê, li Halebê, li Minbicê, çeteyên paşverû, faşist û dijminên jinê yên wek Nûsra û DAIŞ’ê têk bir. Jinên Reqa yên bindest bi gihîştina azadiya xwe sala 2018’an pêşwazîkirin. Niha jî rojên ku jinên Dêrezorê  bigihîjin azadiya xwe nêzik in. Li Efrînê li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk, DAİŞ, El Nûsra û Artêşa Azad ên ku destkeftinên jinê hedef digire berxwedaneke bêhampa tê jiyin.
Em ê 8’ê Adara 2018’an bi rihê jinên ku li Efrînê li berxwe didin, bi rihê têkoşîna jinên wek Avesta, Barîn û şehîdên me yên din pêşwazî bikin. Dewleta Tirk a mêtînger û dikdatoriya Erdogan ji êrîşên ku li Tirkiyê pêkanîn, ji komkijiya jin û zarokan, ji êrîşa tacîz û tecawîzê têr nebû. Niha jî li Kantona Efrînê ji bo ku axa me, bedena me, keda me, dagir bike bi çekên xwe yên cûr bi cûr yên teknîkî êrîşa gelên me, jinan,zarokan û xwezaya me dike. Zilma ku li ser bedena şehîd Barîn pêkanîn rûyê Dewleta Tirk û çeteyên wê û feraseta wê careke din nîşan da. Lê dîrok nîşan dide ku me çawa DAÎŞ têk bir emê artêşa Tirk û çeteyên wê, teqez têk bibin.
Em wek jin hên bi awayekî xurt dikevin 8’ê Adarê. Me di pergala kapîtalîst û emperyalîst de li dijî duyemîn dîtina zayenda jinê, li dijî bandora feraseta zilamtî a li ser şoreşa xwe têkoşînên mezin da. Di encama têkoşîna me de  ger di milê parastinê de, ger di milê avakirina qada civakî de mafên jinê hat qanûnîkirin. Em di her serdemê de bi paşxistina serdestiya zilamtî bawer dikin ku, em ê di pêşerojê de rastiya kesayeta mirovê azad û jina azad misoger bikin.
Şoreşa me ya jinê, wê wek aleke sor ku rê nîşanî tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê dide, ê li şînahiya ezmanan pêl bide. Ev ji şehîdên me yên jin ku ji bo vê şoreşê ji fidakirina canê xwe netirsiyan û ji jinên kedkar yên ku li ser vê axê bi vîn û keda xwe jiyanê diafirînin re soza me ye. Em wek Jinên Azad ên Sosyalîst (JAS) roja 5’ê Adarê bi jinên ku ji tevahî kantonan berê xwe didin Efrînê, ji bo beşdarbûna meşa ku li 8’ê Adarê li Efrînê pêk were diçin Efrînê. Em di 8’ê Adarê de hemû jinan banga piştgiriya jinên ku li Efrînê li berxwe didin dikin, em banga mezinkirina rêhevaltiya jinê dikin. Em di 8’ê Adarê de, li tevahiya cihên Bakûrê Sûriyê, xwedî li berxwadana xwe ya Efrîn û şoreşa Rojava ya jinê derbikevin. Em refên berxwedanê xurttir bikin û bi hêzên jinê, şoreşa xwe bi parêzin.
Em wek Jinên Azad ên Sosyaîst, bi awayekî yek dil, berxwederên Efrînê, jinên cîhanê yên kedkar û azadîxwaz silav dikin. Werin em bi hevre, agirê şoreşa jinê li hemû cîhanê re belav bikin!
Bijî roja me ya, jinên kedkar yên cîhanê, Bijî 8’ê Adarê!
Bijî şoreş, Bijî sosyalizm!
Wê Efrîn û Şoreşa me ya jinê bi serkeve!”
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

QSD`ê: bîlançoya şerê 24 saetên dawî eşkere kir

Nivîsa Pêş

Ciwanên YCR,ê li Başurê kurdistanê: emê xwîna dijmin li Efrînê birijînên

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên YCR,ê li Başurê kurdistanê: emê xwîna dijmin li Efrînê birijînên

Ciwanên YCR,ê li Başurê kurdistanê: emê xwîna dijmin li Efrînê birijînên

Navê 40 leşkerên mirin û birîndar bûn eşkere bû

Artêşa tirk Li gondê baflonê kîmîyasal bi kar tîne

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.