Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

QSD`ê: bîlançoya şerê 24 saetên dawî eşkere kir

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
03/03/2018 - 18:33
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
QSD′ê bîlançoya 24 saetên dawî yên  şerê Efrînê ragihand.
ParvekeTweet

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî eşkere kir.

NAVENDA NÛÇEYAN –  QSD`ê diyar kir ku 5 wesayîtên leşkerî hatine rûxandin û bi dehan leşker û çete hatine kuştin. Dîsa QSD’ê ragihand ku artêşa Tirk û çeteyê wê welatiyên sivîl rast e rast dikin hedef.

Daxuyaniya  QSD’ê wiha ye:

“Tevî ku biryara agirbestê ya Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî ya li gelemperiya Sûriyeyê jî, êrîşên artêşa Tirk û çeteyê wê dewam dike. Artêşa Tirk a dagirker hemû hêza xwe bi teknolojiya asta herî dawî ya leşkerî bi armanca qirkirina gelê Efrînê bikar tîne. Ji ber vê yekê hêzên me neçar man mafê xwe yê parastina rewa bikar bîne û bersivên êrîşan bide.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:

“MABATA/ MABETLÎ:

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê (Cebhet El-Nusra/ DAIŞ) ji beriya çend rojan ve hewl didin li gundê Badîna pêşde bicin. Li hemberî van hewldanan hêzên me di nava berxwedanê de ne. Duh piştî nîvro li derdora gund şer rû da û heta saetên ber êvarî dewam kir. Di encamê de gelek leşker û çete hatin kuştin. Bi şêweyeke giştî 30 leşker û çete hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Derdora gundê Mîrkan li dijî deverên sivîlan topbaran hatin kirin. Ji ber topbaranê kuştî û birîndarên sivîlan çêbûn.

RACO

Hêzên me tevgera wesayîtên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Gewende şopand û yekser lêdan. Di encamê de wesayîtek wan hate rûxandin û 7 terorîst ku li ser bûn hatin kuştin. Di heman demê de jî derdora gundê Mûsaka û Racoyê hatin topbarankirin.

Li derdora navçeya Racoyê de ji saetên sibehê heta vê kêliyên di navbera hêzên me û leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şer rû didin.

CINDIRÊS

Balafirên artêşa Tirk a dagirker duh ji saetên 09:00‘ê bi şevê heta derangiya şevê gundên Remadiyê û Hemîlka bomberdûman kirin.

Dewleta Tirk dîsa jî bi armanca qirkirinê, sivîlan dike hedef. Di vê çarçoveyê de tankên Tirk duh wesayîteke ku sivîl ji cihê şer ên gundê Hecîler kirin hedef û lêxistin. Di encamê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 12 jî birîndar bûn. Dewleta cenazeyên şehîdan û birîndar birin navçeya Reyhanli yê Hatayê.

Hêzên me, kiryarên çeteyên bi navê Koma “Lîwa Sultan Mihemed El-Fatih” ku gundên Baflorê talan dikirin, şopand. Li vir jî Hêzên me yekser 4 wesayîtên wan kirin hedef, di encamê de kesên li ser sîwar bûn, hatin kuştin.

Li eniya gundê Celemê wesayîteke leşkerî ku hewl da pêşde biçe, ji aliyê hêzên me ve hate rûxandin.

ŞERA

Eniya Şerayê ji şevê din heta saetên ser vê sibehê ve hate topbarankirin. Giraniya topbaranê li ser gundê Sînka/ Sinkerlî, Berava, Kefer Cenê û navenda bajaroka Şera bû.

Di heman demê de, êrîşên hewayî li ser bargeha leşkerî ya Kefer Cenê, Sînka/ Sinkerlî, Çema, Xeraba Şera û Baflonê hatin kirin.

Şer li derdora gundê Baflonê û Çemayê berdewam e. Di şerê li vir de, saetên sibehê şervanên me du wesayîtên BMB rûxandin û 16 çete û leşker kuştin.

Hêzên me li eniya Baflonê, vê sibê saet di 10:00‘an de wesayîteke leşkerî îmha kir, çeteyên li nav jî hatin kuştin. Her wiha di saetên piştî nîvojî jî wesayîteke ku doçka li ser barkirî rûxand. Şer heta vê kêliyê berdewam e.

Vê sibehê ji saet 05:00-10:00’an nuqteyên Yekîneyên Gelerî yên girêdayî Artêşa Sûriyê bûn hedefa bombarana balafirên Artêşa Tirk a dagirker.

Balafirên artêşa Tirk saetên piştî nîvro gundê Mişelê bombebaran kir. Bombebaran heta vê kêliyê berdewam e. Li gorî agahiyên destpêkê 5 sivîl şehîd bûne û hejmareke din jî birîndar bûn. Tîmên rizgarkirinê ji ber êrîşan nikarin xwe bighînin gund.5

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şahîn Cudî: li hember dagirkeriye serî hildin

Nivîsa Pêş

Jinên Azad ên Sosyalîst têkildarî 8’ê Adarê daxuyaniyeke weşand

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Jinên Azad ên Sosyalîst têkildarî 8’ê Adarê daxuyaniyeke weşand

Jinên Azad ên Sosyalîst têkildarî 8'ê Adarê daxuyaniyeke weşand

Ciwanên YCR,ê li Başurê kurdistanê: emê xwîna dijmin li Efrînê birijînên

Ciwanên YCR,ê li Başurê kurdistanê: emê xwîna dijmin li Efrînê birijînên

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo Konferansa Jinên Ciwan belavok hate belavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.