Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCDK-E: Erdogan dixwaze têkoşîna Kurdan li Ewropa bixe nava xwînê

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
23/02/2018 - 21:19
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
KCDK-E: Erdogan dixwaze têkoşîna Kurdan li Ewropa bixe nava xwînê
ParvekeTweet

Dîwana Hevserokatiya kungreya civakên demokratîk a kurdîstanîyen li Ewropa KCKD-E daxuyaniyaek nivîskî weşand û diyarkir ku Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan li dijî îradeya xwedîderketina li berxwedana Efrînê ya derketî holê, ji bo berteraf kirina hêzên navnetewî li Ewropa li ser navê PKK’ê ketiye nava hinek hewldanan.

NAVENDA NÛÇEYAN – Dîwana Hevserokatiya KCDK-E: Erdogan li Fransa, Swîsre Belçîka û bi taybet li Elmanyayê li dijî hinek kesayetan plana sûîqastê, hinek cihên kar bişewitîne, li mîtîng û meşan komkujiyan bike û dixwaze vê jî bixe stûyê PKK’ê.

Daxuyaniya Dîwana Hevserokatiya KCDK-E wiha ye;

“Dewleta Tirk ji bo ku gelê Kurd nebe xwedî statû û ji bo bi îradeya xwe avakirina bingehî ku xwe birêvebinin çênebe tam bi zîhniyetekî seferberiyê dixwaze polîtîkayek komkujî û qetilker bixe meriyetê. Bi xwedîkirina DAIŞ’ê û çekdayîna wê, tektîka şer a ji bo xistina Kobanê, dîplomasiya ku li qada navnetewî dike û herî dawî sedemê stratejiya dagirkeriya Efrînê jî ji ber vê ye.

Tevî ku plana dagirkerina Efrîne gelek bi rîske jî dixwaze vêya pêk bîne. Sûdgirtina ji şer û nakokiya di navbera DYA û Rûsya de, bêdengiya Îran, Sûriye û Iraqê ji ber heman sedemê û di heman demê de bi şêweyek din destûr dayînê êrîşî Efrînê kir. Li dijî vê hêzên QSD’ê û gelê Efrînê tam 35 roje berxwedanekî lehengî li dijî vê dagikerî-komkujî û qirkirinê didin nîşandan.

Serokkomarê Komara Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan destpêkê got ‘3 rojan’ , piştre ‘3 hefte’ , û piştre bi geşkirina têkoşînê re got: ‘Em ê li dem temaşe nekin, li neticeyê temaşe bikin’ û di nava vî demî de zanî ku gelê Efrînê ne pariyekî zeyîfe. Tevî hemû qirkirin û komkujiyên sivîlan gelê Efrînê li ber xwe dide. Berxwedana gel ya li Efrînê rêzdariyek mezina girt, hem li qada çapemeniya navnetewî de û rêxistinên civaka sivîl de. Tirkiye her ku diçe berbî kurahiyekî ne diyar ve diçe û hatiye rewşekî teşhir kirinê.

Ji bo piştevaniya gelê Efrînê re hemû sazî û rêxistinên civaka sivîl di vê mijarê de daxuyanî dan. Saziyên ku di qada navnetewî de xebat dikin diyar dikin ku artêşa Tirk a dagirker di rewşekî li dijî aşitiyê şer û komkujiyê esas digre de, ji ber van sedeman banga vegerandina ji dagirkeriyê kirîbûn. Em dixwazin bibêjin ku dewleta Tirk a dagirker li dijî berxawedana Efrînê ku hem li qada navnetewî de û hem jî li Ewropa îradeya gel ku derketî holê bişkêne û ketiye nava komplo û provakasoynên nû de.

Li Ewropa li gelek parlamentoyên welatan, wezîr, parlamenter û burokratan li dijî dagirkerî, komkujî û qetilkirina sivîlan ên ji aliyê artêşa Tirk çeteyên wê DAIŞ û El Nûsra ve daxuyaniyên şermezarkirinê dabûn û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku vê îradeya derketî holê û hêza navnetewî bertaraf bikin li Ewropa li ser navê PKK’ê ketiye nava hinek hewldanan û carek din me pêdivî dît ku em daxuyanî bidin. Li gorî îstixberata bi hêz û bi bawer a me girtî Erdogan li Fransa, Swîsre, Belçîka û bi taybet li Elmanya li dijî hinek şexsiyetn sûîqast plan dike, şewitaninda hinek cihên kar, li meş û mîtîngan komkujî pêk bîne û dixwaze bixe stûyê PKK’ê. Ev agahiya ku me girtî ji cihên bi bawerin û hinek gef ji hesabên tevna civakî yên girêdayî çeteyên Trik bi awayekî diyar eşkere dikin.

Divê hemû dewletên Ewropa û bi taybet hikûmeta Elmanya baş bizane, ne planek û stratejiyekî hemû partî û rêxistinên Kurdan û li ser navê Kurdan xebat dikin li Ewropa heye û ne jî xebatek bi vî awayî heye.

Em baş dizanin ku yê teror û terorîzmê li ser Kurdan dide kirin dewleta Tirk û Erdogan e. Gelek tetîkêş û sîxûr şandine Ewropa ji bo li dijî Kurdan teror û terorîzmê pêk bînin. Qetilkirina sê jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê mînaka vê ya herî zindî û ber bi çav e. Dîsa li Elmanya bi derketina gelek kujeran a ji aliyê dadgaha Elaman ve cezakirina wan ev rewş kir ku hê ber bi çav be.

Dewleta Tirk û Erdogan dixwaze têkoşîna Kurdan a rûmet a li Ewropa, dîsa bi çalakiyên terorî, kaos û krîmînalîzekirinê dixwaze têkoşîna azadiya Kurd bixe di nava xwînê de, mafê Kurdan tine bihesibîne û bêje; ‘Binêrin bê ka Kurd serî li şidetê dide, bê çawa mirovan û welatiyan dikujin’ ji bo li Ewropa toreke ya krîmînalîzekirinê bidin avakirin ketine nava hinek çalakiyên terorîstî, têkildarî vê mijarê em hemû welatê Ewropa û bi taybet hikûmeta Elmanya hişyar dikin. Hikûmeta Elmanya ya ku hişyariyên heta niha li ber çav negirtin, kir ku beriya demekê wesayîta lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî bê gulekirin, ji mirinê filitî, Niha jî Erdogan ketiye nava planên qirêj hinek welatiyên Tirk û hinek welatiyên Elman ji bo li welatên Ewropa li dijî hemwelatiyên wê çalakiyên sûîkastê pêk bîne.

Em baş dizanin ku Erdogan û dewleta Tirk çiqas xwedî karekterekî terorîstî ye. Bi vê boneyê di serî de em ji bo Elmanya, Fransa, Belçîka û hemû hikûmetên Ewropa dibêjin; eger ku hewldanên çalakiyên bi vî awayî bên kirin yekane berpirs dewleta Tirk û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan e. Em carekî din bang li gel û dostên xwe yên li Ewropa dijîn dikin ku têkildarî vê mijarê agahdar û bi hestyar tevger bikin. Em carekî din bi rûhê “Her cih Efrîn e, her cih Berxwedan e” banga geşkirina têkoşînê dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rêveberên MÎT’ê hevkarên xwe yên çapemeniyê eşkere kirin

Nivîsa Pêş

Ji Eniya Raco Awazên Ciwanên Berxwedêr ên Serdemê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji Eniya Raco Awazên Ciwanên Berxwedêr ên Serdemê

Ji Eniya Raco Awazên Ciwanên Berxwedêr ên Serdemê

Bi Biryardariyeke Mezintir Em Gihiştin Efrînê

Bi Biryardariyeke Mezintir Em Gihiştin Efrînê

Manşet

  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li ser geşedanên Sûriyê civîya û li hemberî dagirkeriyê helwest nîşan da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Emê xwedî li xewn û xeyalên şehîd Berçem derkevin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Parîsê li dijî tecrîda li ser Ocalan meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.