Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Çalakgerên 15 Sibatê şermezar kirin: Çareserî rakirina tecrîdê ye

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
15/02/2018 - 15:34
di nav Çalakî, Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Çalakgerên 15 Sibatê şermezar kirin: Çareserî rakirina tecrîdê ye
ParvekeTweet

Endam û rêveberên HDP, DBP û rêxistinên demokratîk li Riha, Wan, Êlih, Amed, Stenbolê 15’ê Sibatê şermezar kirin. Di çalakiyan de çalakgeran diyar kirin ku tenê çareseriya li Tirkiye û Rojhilata Navîn rakirina tecrîda li ser Ocalan e.

NAVENDA NÛÇEYAN -Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi destê dewletên navneteweyî radestî Tirkiye hatibû kirin. Bi minasebeta salvegera 15’ê Sibatê li gelek bajar û navçeyan endam û siyasetmedarên kurd salvegera 15’ê Sibatê bi komî şermezar kirin. Bi dehan cihan hem 15’ê Sibatê û hem jî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kirin û xwestin tecrîd bi dawî bibe û rêya diyalog û muzakereyê bê vekirin.
RIHA 
Rêxistina HDP  û DBP’ê yên Rihayê bi armanca tecrîda li ser Ocalan û 15’ê Sibatê şermezar bike hevpar daxuyanî dan çapemeniyê. Endam û rêveberên HDP û DBP’ê li avahiya HDP’ê ya Rihayê civîna çapemeniyê pêk anîn. Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, diyar kir ku 15’ê Sibata 1999’an dîroka mudaxaleya li dijî Rojhilata Navîn e û wiha got: “Tecrîda li ser Ocalan, Tirkiye roj bi roj xistiye nava kaosê. Birêz Ocalan li dijî komploya navneteweyî û tecrîda giran bi têkoşîna xwe hemû lîstik û polîtikayên wan pûç kirine. Ji bo yekîtiya baweriya gelan û jiyana demokratîk a gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn têkoşiya ye. Em wekî endam û rêveberên HDP û DBP’ê tecrîd û komploya li ser Birêz Ocalan şermezar dikin û dixwazin demek berî demekê bi dawî bibe. Tecrîd Tirkiye dixe nava kaosê. Ji bo vê yekê divê pêvajoya çaresekiyê ji nûve dest pê bike. Ji bo Tirkiye ji nava kaosê derkeve divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe.”
WAN 
Li Wanê jî bi heman armancê çalakî hat lidarxistin. Endam û rêveberên DBP û HDP’ê yên Wanê li avahiya DBP’ê ya Wanê civîna çapemeniyê pêk anîn. Endam û rêveberên HDP û DBP’ê. Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadişen Karabulak û Hevserokê DBP’ê ya Wanê Okkeş Kawa jî amade bûn. Li ser navê Komê Rêveberê HDP’ê yê Wanê Nuri Erol, daxuyanî xwend û wina got: “19 sal berê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî ji Kenya anîn Tirkiye. Birêz Ocalan, 19 salin di bin tecrîdê de ye. 3 salin agahî jê nayê girtin. Piştî hevdîtinên bi Ocalan re hatin qutkirin di 3 salên dawî de li welatê me bi hezaran mirov hatin kuştin. Bi tecrîdê krîza civaki zêdetir bû. Bi tecrîdê hemû peymanên ku Tirkiye îmze kirine tev binpê bûn. Qaqanûna Bingehin tê îhlalkirin. Birêz Ocalan bi sekna xwe tecrîd pûç kir. Ji bo azadiya Birêz Ocalan, 10 milyon kesan îmze kom kirin. Heta birêz Ocalan azad bibe têkoşîna me dê berdewa bike.”
AMED
Li Amedê jî bi pêşengiya KCD, TJA, HDP û DBP siyasetmedar û welatiyan xwest bi boneya 15’ê Sibatê li Parka Koşuyolu daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin. Polîsan serê sibê zû Parka Koşuyolu dorpêç kir û destûr neda daxuyanî bê lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û siyasetmedar di nav de hatin ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Parka Koşuyolu. Ji ber polîsan daxuyanî qedexe kirin, siyasetmedaran xwest li hundirê parkê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Lê polîsan çalakiyê jî qedexe kir.
Siyasetmedaran demek dirêj li ser destûr nedayîna çalakiyê bi polîsan re nîqaş kirin, lê tu encam ji nîqaşê derneket. Li ser vê yekê koma xwest biçin avahiya HDP’ê ya Amedê dîsa rastî astengiya polîsan hatin. Li gel hemû astengiyan kom gihîşt avahiya HDP’ê. Polîsan li vir jî avahiya HDP’ê dorpêç kir.
ÊLIH 
Li Êlihê jî 15’ê Sibatê hat şermezarkirin. Komek ciwan li Taxa 19’ê Gulanê ya navenda bajêr rê li trfîkê girtin û agir pêxistin. Komê dirûjmên “Bimire komploya 15’ê Sibatê” û “Bijî serok Apo” berz kirin û piştî maşîneyên zirxî hatin cihê bûyerê, kom belav bû.
Di wê navberê de polîsan zarokeke biçûk ê di rêde diçû binçavkirin. Lê bi hewldana welatiyên taxê zarokê biçûk ji binçavkirinê xelas bû.
STENBOL
Rêxistina Bajêr a HDP’a Stenbolê jî, derbarê salvegera komplota navneteweyî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan teslîmî Tirkiyeyê hat kirin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Ên ku komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi plan kirin û pêk anîn, di 19’emîn salvegera komployê de li Rojhilata Navîn têk çûne û ber bi tunebûnê ve diçin. Divê li dijî komployê hemû gelên li Tirkiyeyê û herêmê, hemû civakên navneteweyî û hêzên demokratîk serferber bibin. Em pir baş dizanîn ku komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, li dijî gelên me di şexsê Birêz Ocalan de pêk anîn. Heya ku Birêz Ocalan azad nebe, dê dewama vê komployê were. Divê ku Birêz Ocalan azad bibe û di derfetên azad de rêbertiyê ji gelên me re bike. Mifteya aştiyê û çareseriyê Ocalane.”
Di dawiya dawiyaniyê de, komploya navneteweyî ya 15’ê Sibat hat şermezar kirin û bang bilind kirina têkoşînê hat kirin.
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li DYA ji ber êrîşa li lîseyekê 14 kes mirin

Nivîsa Pêş

Hackerên Kurd ji bo 15 Sibatê û Efrîn’ê çalakiyên siber

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Hackerên Kurd ji bo 15 Sibatê û Efrîn’ê çalakiyên siber

Hackerên Kurd ji bo 15 Sibatê û Efrîn’ê çalakiyên siber

Mexmur ji bo azadiya Rêberê Gelan îro li ser piyan bû

Mexmur ji bo azadiya Rêberê Gelan îro li ser piyan bû

Manşet

  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir
  • Ji Bo Bîranîna Şehîd Karker û Şehîd Brûsk
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne
  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.