Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Dûran Kalkan: Ji Bo Parastina Efrînê Emê Seferber Bibin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
25/01/2018 - 11:51
di nav Daxuyanî, Giştî
Reading Time: 4 mins read
A A
ParvekeTweet

Gelek ciwanên Kurd li dijî siyaseta qirkirin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tevlî merasîma dîplomayê ya gerîlayên nû yên HPG û YJA Starê bû û got, “Ji bo parastina Efrînê em ê seferber bibin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku li ser tevahî gelê Kurd û Kurdistanê dimeşîne, ciwanên Kurd ref bi ref tevlî nava gerîla dibin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, komek ji gerîlayan dewreya perwerdeyê ya Şehîd Dilêr Helo qedandin û bi merasîmekê dîplomayên xwe girtin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, ji fermandarên HPG’ê Orhan Jêhat, ji fermandarên YJA Starê Raperîn Zinarîn û Nûjiyan Garzan tevî gelek gerîla tevlî merasîmê bûn. Kalkan li merasîmê ji gerîla re axivî û bang li gelê Kurd kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê seferber bibe.

Kalkan diyar kir, ji niha ve eşkere bûye ku sala 2018’an wê bibe yek ji salên herî berfireh ên têkoşîna wan û got, “Êrîşên dijminê faşîst qirker, êrîşên çeteyên faşîst ên AKP-MHP-DAÎŞ’ê vê yekê bi zelalî nîşan didin. Dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî qîma xwe bi komkujiyên li Bakurê Kurdistanê û êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê neanîn. Niha jî êrîşî Rojava, yek ji cihên herî bedew ên Rojava êrîşî Efrînê kiriye. Armanca xwe şikandina îradeya Kurdan e, tinekirina tevgera me ya azadiyê ye. Vê yekê bi rengekî vekirî dibêjin. Em jî ji wan re dibêjin; Sala 2014’an dema we bi destê DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kiribûn we heman tişt gotibûn. Wê wextê we gotibûn ‘Kobanê diqede, dor tê Efrînê’. Me li Tebqa û Reqayê dît bê dawî çawa tê. Piştî ku li Kobanê têk çûn vê carê êrîşî Cizîr, Sûr, bajar û çiyayên Bakurê Kurdistanê kirin. Niha jî êrîşî Efrînê dikin. Eşkere ye ku li Cizîr û Sûrê têk çûn, ji Şemzînanê heta Amed, Mêrdîn, Serhedê, heta Dersimê çawa ku gerîlayên leheng, rêxistinên em yên jin û ciwanan û gelê me yê leheng çawa li ber xwe dan, hêzên YPG/YPJ’ê çawa ku li Reqayê faşîzma DAÎŞ’ê têk birin, faşîzma AKP-MHP’ê jî li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê, li çiya û newalan hate têkbirin.”

‘Em ê seferber bibin’

Kalkan diyar kir ku niha jî bi êrîşa dijî Efrîn û Şehbayê re ji wan heye ku wê tevgera azadiyê qels bikin, piştgiriya ji bo xwe zêde bikin û got, “Bi her awayî bazariyên qirêj tên kirin. Bêguman em detayên wan nizanin. Lê belê çi dibe bila bibe, bi meşa xwe ya 45 salan a bi pêşengiya Rêber Apo, vê tevgerê û vî gelî zingar û qirêjiya 5.000 salî avêt aliyekî. Me hemû dek û dolab, hemû hesabên dijminên gel û dijminên azadiyê kifş kir, mehkûm kir. Weke tevger û gel, me darizandineke dîrokî kir, niha jî hukmê edaleta îlahî wê li Efrîn, Şehba, li her çar aliyên Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi xurtî bi cih werin. Zalim, faşîst wê li cihê êrîş dikin bên şikandin. Wê di nava xwîna ku dirijîne de bifetisin. Weke gelê Kurd, tevgera azadiyê, ciwanên Kurd, jinên Kurd em ê ji bo parastna Efrînê, Şehbayê û gelemperiya Rojava seferber bibin. Ji bo ku vê faşîzma AKP-MHP-DAÎŞ’ê ku belayê serê mirovahiyê ye li Kurdistanê bişikînin, çi pêwîst be em ê wê bikin.”

‘Wê şerê li Efrînê destpê kir li seranserê Kurdistanê belav bibe’

Kalkan destnîşan kir ku pêvajoya heyî ya dîrokî vê yekê li ser wan ferz dike û got, “Bi têkoşîna 40 salî re li ser şopa şehîdên leheng û di rêya Rêber Apo de me ev yek pêk anî. Xuya ye wê fînala vê yekê di sala 2018’an de pêk were. Şerê ku li Efrînê dest pê kir ji xwe li Bakur didome. Wê li Rojava, Başûr, Rojhilat û seranserê Kurdistanê belav bibe. Em ê sîstema faşîst a qirker, mêtinger di nava êrîşkariya wê de bifetisînin. Em ê sala 2018’an bikin sala şer û berxwedaneke mezin, bikin sala serketinê.

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Hemamê 250 Çete Xwe Radest Kirin

Nivîsa Pêş

Berxwedana Efrînê Li Hamburgê Deng Veda

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş

Berxwedana Efrînê Li Hamburgê Deng Veda

Berxwedana Serdemê Tanka Sêyemîn Gihand Her Du Hevalên Wê

Manşet

  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.