KOBANÊ – Bi boneya nêzbûna salvegera 27’emîn a komployê navnetewî yê ku Rêber Apo da girtin, Berdevka Ofîsa Jin a Desteya Ciwan û Werzîş a Kobanê Jîn Mihemed axivî.
Jîn wiha got: “Meha Sibatê meha ku komployê li dijî tevahî gelê kurd hatiyê çêkirin, di şexsê Rêber Apo de. Ev komplo ji 1996’an heya 1998’an destpêkir û di sala 1999’an bi encam bû.
Li dijî doza kurdî komployekî hat çêkirin. Lê li wir nesekinî, heya niha berdewamiya wê tê kirin. Êrîş li dijî yekîtiya gelê kurd tên kirin. Herî dawî êrîşên li ser kurdan bi taybet zêde bûn, hem çekdarî hem di milê şerê taybet û medya dîjîtal de. Kesên ku digotin ku ji ber kurdan çek rakirin her kes êrîşê wan dike, niha ku Serokatî gavavêtinekî ji bo aştî avêt, dîsa şerekî çekdarî li ser kurdan hat kirin.
Êrîşekî bi çi rengî tê çêkirin? (Dewletên navnetewî) xwedî li kurdan derneketin, vekişandin. Ev êrîş, êrîşekî li ser banga aştî û civaka demokratîk bû. Bi taybetî kesên ku li dewletên derve rûniştî ne û li ser medya dîjîtal diaxivin, êrîşê Serokatî dikin, êrîşê yekîtiya gelê kurd dikin, ev kesan eger ku bixwazin ji vî gelê re bibin alîkar, ne hewce ye ku şerekî bi rengî bimeşînin.
Em di mehekî komplo de ne, mehekî ku ewqas neheqî li dijî kurdan hat kirin, li dijî Rêber Apo hat kirin. Ev berdewam e, û bi taybetî di vê demê dawî de, dewletên ku destûr dan HTŞ ku êrîşê kurdan bikin, di bin navê ku QSD dixwaze Sûriyê parçe bike, her kes dizane ku ne bi vî şiklî ye, em her tim di parastinê de bûn. Em her tim gel diparast, ne tenê gelê kurd, ereb jî dihatin parastin. Lê mixabin li hemberî vê yekîtiya gelan êrîşekî neheqî hat kirin, ku dîsa kurd kir hedef, fikirê Aştî û Civaka Demokratîk bû hedef, xwestin vê fikirê tune bikin. Tabî em li vê derê wek ciwanên Kobanê, emê her timî li ser lingan bin, em tiştên ku tên qewimandin qebûl nakin, fikirê netewa demokratîk her ji me re esas e. Hevpeymanên ku ji bo gelê kurd tên çêkirin, ji bo di vê herêmê bi awayekî ewle jiyan bike, ev erkê me yê yekemîn e.
Her tim azadkirina fîzîkî ya Rêbertî erkê me ye, emê her tim ser van esasan kar bikin, da ku em bikaribin mafên kurdan bidestbixin.”

