NAVENDA NÛÇEYAN – Rapora hevpar a dawî ya Komîsyona Meclisê bi piraniya dengan hate qebûlkirin.
Komîsyona Meclisê ya bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, di civîna 21’emîn û ya dawî de rapora dawî erê kir. Rapor bi 47 dengên erê hate qebûlkirin.
Di dengdayînê de 2 dengên redê û yek jî yê bêalî hatin dayin. Bi vê yekê re xebatên komîsyonê jî temam bûn.
Di dengdayînê de endamê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik û endamê Partiya Kedê (EMEP) Îskender Bayhan dengê ‘na’ dan. Endama CHP’ê Turkan Elçî jî dengê bêalîtiyê da.

