MERSÎN – Li Mersînê, li navçeya Akdenizê, ji Parka Aştiyê ber bi avahiya navçeya Akdenizê ya DEM Partiyê ve meşek hate lidarxistin.
Girseya ku li Parka Aştiyê civiya bû bi çepik û stran komployê şermezar kir. Girseya ku jin û ciwan bi giranî tê de bûn, bi pankarta “Em Komploya 15’ê Şubatê şermezar dikin. Bi ronahiya rastiyê ber bi azadiyê ve dimeşin” meş kir. Di dema meşê de gelek caran sloganên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Na şerê, aşîtî niha”, “Jin jiyan azadî” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” hatin bilindkirin.
Piştî meşê, Hevserokê Parêzgeha DEM Partiyê Reşat Aşan axaft û got: “Azadiya Rêberê Gelê Kurd xeta sor a Kurdan e.”
Piştre, parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Ali Bozan got ku gelê Kurd 27 sal in tevî hemû zordarî û işkenceyan li ser rêberiya xwe rawestiye û piştgirî daye, û piştgirî dê bidomîne. Bozan got: “Komploya ku we 27 salan nivîsand betal bû. Komploya ku li Parîsê nivîsand jî betal bû. Gelê Kurd îro ji 50 sal berê gelek, gelek hêzdarتر e û bi ruhê yekîtiya neteweyî gelek zêdetir yekgirtî ye.”
Meş bi çepik û sloganan bi dawî bû.


