HESEKÊ – Duh Şev Li taxa Til Hecerê ya bajarê Hesekê bi pêşengtiya ciwanan şahiyeke çandî ji bo pêvajoya heyî hat lidarxistin.
Şahî bi beşdariya gelê taxê bi moral û coşeke pir mezin destpêkir .
Her wiha di berdewamiya şahiyê de ciwanek axivî û wiha got: “Emê heya dawî parstina bajar û taxên xwe ji van êrîşên hovan ên ku bi destên çeteyên HTŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk tên kirin bikin û piştgiriya şervanên xwe yên YPG Û YPJ’ê bikin. “
Di heman demê de hunermedekî stranek diyarî hemû şervanên ku di çeperên şer de ne û bi taybet diyarî Rêber APO kir.


