ADANA – Li navçeya Seyhan a Edeneyê, ciwanên welatparêz bi meşekê êrîşên li ser Rojava protesto kirin.
Li navçeya Seyhan a Edeneyê, ciwanan bi meşekê êrîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin li ser Rojava protesto kirin. Ciwanan dema ku di nav taxan de dimeşiyan, gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” qîr dikirin.



