STENBOL – Li ser banga Platforma Saziyên Demokratîk, hejmareke mezin ji gel û ciwanan li Qada Aksarayê ya Stenbolê kom bûn û êrîşên HTŞ-DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin ên li ser Rojava şermezar kirin.
Polîsan êrîşî girseya ku hewl dida ber bi Saraçhaneyê ve bimeşe kirin, û hewl dan ku meşê asteng bikin. Tevî destwerdanê jî, berxwedana xwepêşanderan li herêmê berdewam dike.



