Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

YJA Star: Helwesta Tevlîbûna Pêvajoyê, Helwesta Ziyad, Denîz û Feraşînan e.

Edîtor: Nucan Serdoz
22/01/2026 - 12:34
di nav Çalakî, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojava
Reading Time: 8 mins read
A A
YJA Star: Helwesta Tevlîbûna Pêvajoyê, Helwesta Ziyad, Denîz û Feraşînan e.
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi vî rengî ye:

“Şoreşa Rojava ku li gel hemû nebaşiyên sîstema dewletperest û tarîtiya ku hêviya azadiyê tine dike, bi pêşengiya Rêber Apo weke qadeke azadiyê rehên wê li ser ked, bawerî, bedewî û pêşengiya jinê şîn bû, weke nirxê hevpar ê jinan, gelê Kurd û gelan ava bû. Li hemberî DAÎŞ’ê û rêxistinên cîhadîst ku amûra hilweşînê ya hêzên hegemon, bi taybetî jî ya dewleta Tirk e, şerekî mezin meşand, ji bo parastina rûmet, jiyan û azadiya mirovahiyê bi deh hezaran şehîd da, xwe ji ti fedakariyê neda alî. Di çarçoveya plansaziyekê de ku DYE û hin hêzên navneteweyî di nav de bûn, her wiha bi koordîneya dewleta Tirk û rêveberiya wê ya pratîkî çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê li dijî Şoreşa Rojava êrişên li dijî mirovahiyê dikin. Bi navê YJA Starê em van êrişan şermezar dikin û diyar dikin ku berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê li gel gelê xwe û wan jinan bin ku azadî pêk anîn. Di şexsê hevalên Ziyad, Denîz û Faraşîn de ku li ehmberî van êrişan sekneke rasteqîn a Şoreşa Rojava nîşan dan, hemû şehîdên xwe bi hurmet û minet bi bîr tînin. Di serî de xelkê me yê Efrîn û Şêxmeqsûdê, em gelên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li hemberî van êrişan serî natewînin, ruhê berxwedana neteweyî ya ku li çar parçeyên Kurdistanê derketiye holê bi hurmet silav dikin.

EV ÊRIŞ LI DIJÎ PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK A RÊBER APO YE

Di nava Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de ku li Rojhilata Navîn bi taybetîo jî li Kurdistanê giran bûye, gelan bi netewebûna demokratîk re çareseriya xwe û alternatîfa xwe ya avakirinê bi Şoreşa Rojava re şênber kirin. Ji bo jiholêrakirina vê alternatîfê bi destê çeteyên El Nûsra, HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk timî êriş li Rojava hatin kirin, li pêşberî sekn û ruhê şoreşê yê mezinbûyî ji aliyê dewleta Tirk ve Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin. Qadên şoreşa Rojava her tim bûn hedefa êrişên dewleta Tirk, dewleta Tirk bi navê qirkirina Kurdan her cûre tawîz da hêzên hegemon, di xizmeta hêzên navneteweyî de veguherî hêzeke nebaş û hilweşîner. Piştî ku Sûriye radestî rêxistina terorîst HTŞ û serçete Colanî hate kirin, Sûriye veguherî hêlîna terorîstan. ji bo ev yek bê rewakirin jî konsepta qirkirina gelan hate birêxistinkirin û bicihanîn. Rêber Apo di vê pêvajoyê de bi banga 27’ê Sibatê re bi Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk re mercên afirandina netewbûna demokratîk mezin kir. Qadeke rêxistinî û perspektîfek afirand ku pêşî li polîtîkay ‘parçe bike û bi rê ve bibe’ ya hêzên navneteweyî bigire. Li hemberî vê yekê DYE li gel Îngilistanê di nava çend rojan de hevdîtin bi Erdogan re kirin ku bi salan helwest li hemberî wî nîşan didan. Ev hevdîtin bi esasî destwerdana li vê pêvajoyê bû. Weke dewama vê yekê jî dewleta Tirk qaşo bi navê aştiya Rojhilata Navîn li dora maseya li Misrê hate danîn rûnişt û Xeze pêşkêşî bazarê kir. Herî dawî bi peymana li Parîsê re di berdêla ku Başûrê Sûriyeyê ji Îsraîlê re bê hiştin, bi tevlîbûn û rêveberiya dewleta Tirk, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi qirkirinê re rû bi rû hate hiştin. Bi vî şerî re ku neteweperestî bi zanebûn tê sorkirin û nakokiyên navbera gelan têne kûrkirin, tê xwestin ku şoreşa azadiya jinê bê fetisandin, gelê Kurd bê qirkirin, Rojavayê Kurdistanê weke hêlîneke çete ji bo destwerdanên li ser Iraq û Îranê bê bikaranîn. Şoreşa Rojava li gel ku li hemberî DAÎŞ’ê bi deh hezaran şehîd da, niha pêşkêşî çeteyên DAÎŞ’ê tê kirin. Ji ber vê yekê rewşa heyî weke ku Rêber Apo jî got, Komployeke 15’ê Sibatê ya nû ye. Qirkirin li ser şoreşa me ya jinê, li ser gelê me tê ferzkirin. Bi her awayî êrişên dûrî ji exlaqê û dûrî ji mirovahiyê têne kirin. Ev êriş bi esasî êrişek li hemberî projeya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo ye.

LI DORA ŞOREŞA ROJAVA LI BER XWE BIDIN

Jin a azad, mirov ê azad, nasnameya Kurd a azad ku li ser xeta Rêber Apo xwe afirandiye, tekez teslîmiyetê qebûl nake, xwe naspêre kesî û zane ku berxwedaneke bi hêza xwe yekane rêya rizgariyê ye. Li ser vê bingehê divê gelên cîhanê û jin hemû li dora Şoreşa Rojava bi ruhê Kobanê bibin yek, li hemberî siyasetên qirêj ên dewletên DYE û Îngilistanê li ber xwe bidin. Têgihştina dewleta Tirk a li ser pêvajoyê tasfiye ye, bi qasî tarîkirina paşerojê ji pêşdîtinê bêpar e, weke çavkanieyke nebaşiyê ya mezin a ku berê xwe daye komkujî û xwîna Kurdan faşîzan e. Wezîfeya gelên Tirkiyeyê ye ku li pêşberî vê rastiyê li ber xwe bide. Di serî de jin, divê gelê Kurd bi sekna xwe ya siyasî li dora Şoreşa Rojava bibe xeleka ji agir, bi ruhê berxwedanê yê ku li hemberî 15’ê Sibatê hate nîşandan dest bi berxwedanê bike û nîşanî cîhanê bide ku sekn û rûmeta azadiyê hêza wê ya rasteqîn e. Kiryarên çeteyan ên li hemberî hin şervanên YPJ’ê û jinên Kurd ên bi rûmet ên hatin girtin, di çapemeniyê de hatin weşandin. Ti hêz nikare wan jinan gemarî bike, ku xwe azad kirine û azadiya gelê xwe pêk anîne. Em van kiryaran bi salan ji dewleta Tirk zanin. Ne em ê vê ji bîr bikin, ne jî bihêlin ku bê jibîrkirin. Jineke Kurd ku di serhildanan de helwesta xwe nîşan da, got ‘Ji me ditirsin, ji ber ku em mirov in’. Cudahiya me ya esasî ew e ku em mirov in. Ji ber vê yekê êriş tê kirin, ji ber vê yekê bêguman ji me ditirsin. Em ê li gorî vê rastiya xwe tevbigerin û destên dirêjî jin, welat, gel û zarokên me dibin bişikînin. Rûmeta azadiyê navê jiyanê ye û dest jê nayê berdan.

JIN DIVÊ PÊŞENGIYÊ JI BERXWEDANÊ RE BIKIN

Gelê me yê Rojava yê berxwedêr, nirxê me yê herî mezin e. Yek rondikê çavên zarokên me sedemê berxwedana bêsînor û hesab pirsînê ye. Em ê rûmeta xwe nedin binpêkirin. Li ser vî bingehî jin divê pêşengiyê ji berxwedanê re bikin, seferberiyê bi bandor bikin û bibin hêza hesabpirsînê. Gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê û dervey welêt, divê hemû qadan bi ruhê 15’ê Sibatê veguherîne serhildan û hesabpirsînê. Roj, roja yekîtiya hemû Kurdan e. Divê gumana ti kesê nebe ku Kurd wê bi jinan, ciwanan û kalan re, bi ruhekî hevpar ê serhildana neteweyî hemû êrîşên qirkirinê têk bibin. Yan em ê bi rumet û nasnameya xwe hebin yan jî kujerên kastîk wê bi qetilkirina me cîhanê veguherînin rewşeke hîn qirêj ku ti kes nikaribe lê bijî. Bi vê zanebûnê em ê xweparastinê bikin û şerê jina azad û Kurdê azad yê ji bo xwe avakirinê, berdêla wê çi dibe bila bibe bi ser bixin.

Bi vê biryardarî û seknê em bang li hemû jinan, gelê xwe, gelên cîhanê, şoreşgerên enternasyonalîst û jinên azadîxwaz dikin ku tevlî berxwedanê bibin. Em ê bi hemû derfetên xwe bi gelê xwe re bin. Helwesta tevlîbûna pêvajoyê, helwesta Ziyad, Denîz û Feraşînan e. Em soz didin ku vê sekna bi rumet bigihînin serketinê û em şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em ê bi pêşengiya Rêber Apo faşîzmê û sîstema dewletê ya mêr têk bibin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Xwendekarên Silêmaniyê Ji Bo Rojava Çalakî Li Darxist

Nivîsa Pêş

Rêveberiya Xweser: Êrişên Li Ser Kobanê Şerê Qirkirin û Sûc in

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Rêveberiya Xweser: Êrişên Li Ser Kobanê Şerê Qirkirin û Sûc in

Rêveberiya Xweser: Êrişên Li Ser Kobanê Şerê Qirkirin û Sûc in

Bi Hezaran Kes Ber Bi Sînorê Kobanî Ve Dimeşin

Bi Hezaran Kes Ber Bi Sînorê Kobanî Ve Dimeşin

Manşet

  • Ciwanên Ewrûpî Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir
  • Ji Bo Bîranîna Şehîd Karker û Şehîd Brûsk
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne
  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.