DRANCY – Li taxa Drancy ya Fransayê, Kurd û dostên wan ji bo silavkirina mîrata bi rûmet a berxwedana Kobanî û nîşandana helwesta xwe li dijî êrîşên dagirker meşek girseyî li dar xistin.
Koma ku saet 7ê êvarê li ber Navenda Civaka Kurd a Drancy kom bû, ji wir ber bi xaçerêya Bobigny ve meşiya. Bi qîrîna dirûşmeyan meşa xwe domandin.
Ciwanan xwepêşandana xwe bi dirûşme û fîtikan bi dawî kirin.



