ŞENGAL- Îro li Sinûna Şengalê, gele Şengalê ji bo piştgiriya Rojava bi hêrsek mezin meşiya. Meşa ku ji Şaredariya Sinûnê destpêkirî heye Dewreya Şehîd Mam Zekî Şengalî hat lidarxistin. Di meşa ku bi sedan kes tevlî bûn, gele Şengalê nerazîbûnên xwe îfade kirin. Di heman demê de baweriya xwe bi şervanên Rojava bi sloganên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Şehîd namirin” anîn ser ziman.



