EDENE – Li ser banga Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê, girseyeke mezin di bin barana zêde de meşiya û êrîşan şermezar kir. Meşvan ji taxa Belediyeevlerî heta Bulvara Orhan Kemal a li taxa Kuçukkirimê meşiyan. Beşdaran hêrsa xwe ya li hember êrîşan anîn ziman û xwestin ku ew bi dawî bibin. Piştî meşê, Tahir Ozdemir, hevserokê şaxa navçeya Ceyhanê ya Partiya DEMê, êrîş û qetlîam şermezar kir.



