WAN- Li Wanê, endamên Jinên Ciwan ên DEMê li ser rê pankartek daliqandin ku li ser wê “Silav ji bo yên ku berxwe didin, ji Sara heta Arîn Mîrkan” hatibû nivîsandin. Jinên Ciwan her wiha wêneyên Sakîne Cansız, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di sala 2013an de li Parîsê hatin qetil kirin, nîşan dan û di salvegera şehadeta wan de merasîmek bîranînê li dar xistin.



