EDENA – Li navçeya Seyhan a Edeneyê, bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Partiya Dem, bi meşekê êrîşên HTŞ û çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin.
Meş ji taxa Daglioglu dest pê kir û ber bi Gulbahçeyê ve berdewam kir. Gelek kes, di nav wan de ciwan jî hebûn, beşdarî meşê bûn. Di tevahiya meşê de, gelek caran dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG” û “Bijî serok Apo” hatin berzkirin.
Piştî meşê, ciwan ji bo berdewamkirina çalakiyên xwe belavî kolanan bûn.



