Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Ji Bo Bicihanîna Mutabaqata 10’ê Adarê Divê Hêzên Siyasî Hemû Hewl Bidin

Edîtor: Nucan Serdoz
08/01/2026 - 11:43
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Ji Bo Bicihanîna Mutabaqata 10’ê Adarê Divê Hêzên Siyasî Hemû Hewl Bidin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya KCK’ê de berxwedana li dijî êrişên hêzên hikumeta veguhêz a Şamê ya li Helebê hate silavkirin û bang li hêzên siyasî hıemûyan hate kirin ku ji bo bicihanîna Mutabaqata 10’ê Adarê hewl bidin.

KCK’ê her wiha bang li hêzên navneteweyî kir ên ku aştî û aramiyê li Sûriyeyê dixwazin ku bi rola xwe rabin.

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Di demekê de ku li Tirkiyeyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê nîqaşkirin û bi navê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz a Şamê heyet hevdîtinan dikin, destpêkirina êrişên li Helebê rewşeke cidî ye. Eşkere ye ku êrişên hêzên çekdar ên ser bi hikumeta Şamê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê yekser li dijî Kurdan e. Ev êriş di heman demê de hewldaneke ku gefê li paşeroja civak û gelên Sûriyeyê, gelê Ereb ê li Helebê dixwe. Tê xwestin, êrişên qirkirinê yên beriya niha li hemberî civaka Durzî û Elewî hate kirin li Helebê bêne dubarekirin. Ev êriş işaretê bi planeke metirsîdar dike ku armanca xwe jinûve geşkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ye. Di vê demê de ku hevdîtin bi Şamê re dihate kirin, destpêkirina van êrişan bi hevdemî li Helebê nêta Şamê radixe pêş çavan. Di hevdîtinên 4’ê Çileyê yên navbera heyetan de li gel ku nêzîkatiyeke welê hate nîşandan ku muzakere dewam bikin, destpêkirina şer nîşan dide ku planeke stratejîk di dewrê de ye. Lewma heman piştî hevîtina 4’ê Çileyê ya navbera Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz a Şamê destpêkirina êrişên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, nîşan dide ku Şam ji bo şer amadekariyê dike. Hêzên li dijî avakirina Sûriyeya demokratîk a bi rêbaza muzakere û diyalogê ne, şer sor dikin û hewl didin serweriyê li Sûriyeyê pêk bînin û berjewendiyên xwe garantî bikin. Dixwazin vê yekê bi qurbanîkirina gelan bikin. Têkiliya dewleta Tirk a bi hikumeta Şamê û hin komên çekdar ên li qadê re li pêş çavan e. Eger dewleta Tirk dest ji siyaseta xwe ya gefxwarin û şerkirinê berde û nêzîkatiyeke çêker û çareseriyê nîşan bide, wê xizmetê ji aştiya herêmê re bike. Eger dewleta Tirk ji bo bicihanîna peymana 10’ê Adarê bi roleke erênî rabe, bandora xwe ya li ser komên çekdar ji aliyê erênî ve binirxîne, zimanê xwe û polîtîkaya xwe ji aliyê çareseriya siyasî ve bi kar bîne wê tevkariyê li rawestandina şer û afirandina atmosfera aştiyê bike.

Kurdên li Helebê li dijî DAÎŞ’ê û gelek komên çete yên faşîst li hemberî êrişan bi berdêlên mezin bi salan li ber xwe dan, heta roja îro li ber xwe dan û karîbûn xwe biparêzin. Ji bilî berxwedana li dijî êrişan û parastina hebûna xwe Kurd li ser hikumeta veguhêz a Şamê yan jî li ser hêzeke din ti carî nebûne gefek. Li Helebê gelê Kurd-Ereb xwedî çanda jiyaneke hevpar a bi hev re ye. Êrişên li ser Kurdan ji bo koçberkirina bi zorê ya gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye, paqijkirina Helebê ji Kurdan e, sorkirina nakokiyên Ereb-Kurd e. Lewma êriş li dijî sivîlan, jin û zarokan tê kirin. Di serî de Kurd û Ereb, gelên Sûriyeyê wê li hemberî vê zordariyê mafê xwe yê berxwedana rewa bi rengê herî bi bandor bi kar bînin. Wezîfeya welatparêziyê ye ku gelê me li ser bingeha yekîtiya neteweyî li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, bi ruhê Kobanê tevlî vê berxwedanê bibe û seferber bibe. Em di wê baweriyê de ne ku Kurdên li Helebê wê bi sekna Tişrînê taxên xwe biparêzin û kevneşopiya berxwedanê dewam bikin. Di serî de Kurdên li Helebê li ber xwe didin, em gelê xwe û raya giştî ya demokratîk a ku piştgiriyê bi berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin, silav dikin.

Em bang li Şamê dikin ku êrişan tavilê bisekinîne, bang li aliyan dikin ku ji bo çareseriyê agirbestê ragihînin, aramiyê pêk bînin û jinûve li maseya muzakereyê vegerin. Hewldanên hêzên siyasî yên ji bo bicihanîna Mutabaqata 10’ê Adarê wê tevkariyê li berjewendiyên gelên Sûriyeyê û aramiya Sûriyeyê bike. Em bang li mirovahiyê û hêzên navneteweyî dikin ên ku aştî û aramiyê li Sûriyeyê dixwazin, ku li ber vê zordariyê rabin, ji bo çareseriya pirsgirêkê bi rêbaza aştiyane û diyalogê û pêkanîna agirbestê ya bi lezgînî bi rola xwe rabin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ewlekariya Hundirîn: Bi Hezaran Çekdar û Wesayîtên Zirxî Anîn, Lê Nekarîn Bi Pêş Ve Herin

Nivîsa Pêş

KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

Xwepêşandanên li Îranê di roja 12an de: 34 Xwepêşander Hat Qetilkirin, Di Nav Wan De 5 Zarok Hene

Xwepêşandanên li Îranê di roja 12an de: 34 Xwepêşander Hat Qetilkirin, Di Nav Wan De 5 Zarok Hene

Manşet

  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir
  • Ji Bo Bîranîna Şehîd Karker û Şehîd Brûsk
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne
  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.