NAVENDA NÛÇEYAN- Di nava 8 rojên borî de di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, 582 xwepêşander hatine binçavkirin û 16 xwepêşander jî hatine qetilkirin. Kesên birîndar bûyîn jî ji tirsa binçavkirinê, serdana nexweşxaneyê nakin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Herana têkildarî rewşa dawî ya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê raporek belav kir.
Di raporê de hate ragihandin ku di nava 8 rojên borî yên xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, herî kêm 582 xwepêşander ji aliyê hêzên ser bi rejîma Îranê ve hatine binçavkirin, herî kêm 16 xwepêşander di nav de ciwanek 17 salî, hatine qetilkirin.
Hate diyarkirin ku odeyên 15 û 16 yên Girtîgeha Kerecê ji bo binçavkirina xwepêşanderan hatine amadekirin, li gel vê jî 200 xwepêşanderên hatine binçavkirin ji bo Girtîgeha Qumê hatine şandin. Her wiha 81 xwepêşander li bajarokê Yasucê ya ser bi parêzgeha Kohgîluye û Boyer Ehmed hatine binçavkirin ku 70 ji wan temenê wan dibin 18 salî dene û şandien girtîgeha Yasuc.
Rêxistina Herana da zanîn ku di roja heştem a xwepêşandanên li seranserê welat de, hêzên ewlekariyê û artêşa pasdaran li dijî xwepêşanderan berdewam gulebaran, gaza rondikrêj û binçavkirina xwepêşanderan bi armanca rêgirîkirina li azadiya ramanê, belavbûna çalakî û xwepêşandanan, bikaranîn.
Li gorî rapora Herana belavkirî, gelek xwepêşanderên birîndarbûyîn ji tirsa binçavkirinê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, ji bo dermankirinê serdana nexweşxaneyan nakin.
Rêxistinê destnîşan kir ku tevî tundî û êrişan, li hinek deveran hêzên ewlehiyê yên tepeserker nekarîn rûbirû bibin û reviyan, avahî û wesayîtên artêşa pasdaran hatin şewitandin.
Têkildarî hejamara xwepêşandanên hatine lidarxistin de jî Rêxistina Herana agahiyan belav kir û wiha ragihand: “Di nava 8 rojên borî de, 174 xwepêşander li 60 bajarok û 25 parêzgehan hatine lidarxistin. Ji vê hejmarê 18 çalakiyên xwendekaran li 15 zanîngehan hatin lidarxistin. Dirûşmeyên xwepêşanderan behsa aborî û debara jiyanê dikin, rexne li şêwazê rêveberiyê ku azadiyên takekesî, civakî û dadperwer sînordar dikin, kirin.”
Hêjayî gotinêye ku roja 28’ê Kanûna 2025’an ji ber qeyrana aborî, siyasî û civakî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan ddestpêkirin û berfireh bûn.



