NAVENDA NÛÇEYAN- HPG-NRÇ’ê di daxuyanaiya xwe ya nivîskî de got, “Em ewladên leheng ên gelê Kurd hevrêyên xwe Xerzan Zerdeşt, Navdar Serkeftin, Adir Bistin, Cesur Botan û Bager Ararat ên ku sala 2019’an li qadên cuda yên Kurdistanê şehîd bûne, bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin.”
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Hevrêyên me mîna her ciwanên Kurd ên bi rûmet xeteriya qirkirinê ya li hemberî gelê me dîtin û hîs kirin, di tevahiya jiyana xwe de ji bo azadiya gelê me têkoşîneke bêhempa meşandin. Hevrêyên me bi îdeolojiya Apoyî xwe jinûve ava kirin, di kesayeta xwe de guhertinên bêhempa ava kirin. Weke milîtanên samîmî, dirûst û kedkar di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girtin. Li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk li ser xeta fedayîtiyê berxwedan raber kirin û hemû wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anîn. Bi kedên bêhempa, tevlîbûnên bi coş û tecrûbeyên îdeolojîk ên di têkoşîna me de cihê xwe di dîroka azadiyê ya gelê me de girtin û bûn nemir. Em diyar dikin ku em ê teqez meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad a ku xeyal û armanca herî mezin a hemû şehîdên me ye, bigihînin serketinê û li gorî vê heqîqetê bibin xwedî sekin.
Li ser vî bingehî di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Xerzan, Avdar, Adir, Cesur û Bager, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
![]() |
Nasnav: Xerzan Zerdeşt Nav û Paşnav: Yahya Karabaş Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs Navê Dayik – Bav: Memîxan – Secattîn Cih û Dîroka Şehadetê: 25’ê Îlona 2019’an / Qendîl |
![]() |
Nasnav: Navdar Serkeftin Nav û Paşnav: Mehmet Îhsan Kilinç Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn Navê Dayik – Bav: Hadran – Şêxmus Cih û Dîroka Şehadetê: 23’yê Tebaxa 2019’an / Mêrdîn |
![]() |
Nasnav: Adir Bîstîn Nav û Paşnav: Halîm Buyukbayram Cihê Jidayikbûnê: Amed Navê Dayik – Bav: Zeynep – Selahattîn Cih û Dîroka Şehadetê: 6’ê Hezîrana 2019’an / Xakurkê |
![]() |
Nasnav: Cesur Botan Nav û Paşnav: Serkan Karaduman Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg Navê Dayik – Bav: Hatîce – Mehmet Hasan Cih û Dîroka Şehadetê: 14’ê Mijdara 2019’an / Avaşîn |
![]() |
Nasnav: Bager Ararat Nav û Paşnav: Omer Seferoglu Cihê Jidayikbûnê: Agirî Navê Dayik – Bav: Yildiz – Daduşhan Cih û Dîroka Şehadetê: Kanûna 2019’an / Avaşîn |
XERZAN ZERDEŞT
Rêber Apo derbarê rastiya şehîdan û dîroka me ya têkoşînê ev tespît kirine: “Dîroka Partiya me, berxwedana lehengî û ev berxwedan dîroka pêşketina destanî ya şehîdan e. Qasî rastiya şehîdan ti rastiyeke din nîne ku bandorê li gelekê bike, têkildarî berjewendiyên jiyanî wê bi zane bike û di jiyana dîrokî de cih bigire. Ne pêkan e ku mirov têgeheke qasî vê binirx bifikire. Ji bo tevgerekê tişta ku îspat dike ew çiqasê cidî ye; li aliyekê şehîd in, li aliyê din jî dilsoziya li ser bingehê rast xistina meriyetê ye û wê li ser bingehê hemû darazan dayîna rûniştandin e.”
Yek ji milîtanên fedayî yên Apoyî ku ev rastî kiriye cewherê hemû jiyana xwe, hevrêyê me Xerzan Zerdeşt e. Hevrê Xerzan sala 1981’an li gundê Tasuh ê navçeya Xîzan a Bedlîsê hate dinê. Zarokatiya xwe li Tasuhê derbas kir. Li gundê Tasuh jiyan bi çandinî û sewalvaniyê derbas dibe. Ji ber ku dibistan tune li wir, zarokên gund ji bo xwendinê diçûn navçeyê. Hevrêyê me Xerzan jî lewma encex karî heya refa 3’yan bixwîne. Mamê wî hevrê Burhan Karabaş ê ku sala 1986’an ewilî koçî Mêrsînê kir piştre jî koçî Stenbolê kir, destpêka salên 1990’an tevlî nava refên gerîla bû û sala 1992’yan li Eyaleta Tolhildan (Başûrêrojava) şehîd bû, vê yekê bandoreke kûr li hevrê Xerzan kir. Tevlîbûna mamê wî, şehadeta piştre çêbûyî, çûyîn û hatina gerîlayan a li gundê wan, hem ji gund hem ji derdora malbata wî ya nêz tevlîbûn ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hebûn û du melayên gund ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin, evane hemû bûn faktorên diyarker ku hevrê Xerzan berê xwe bide têkoşînê. Weke encameke van rewşan hevrê Xerzan destpêka sala 1993’yan ji bo tevlî bibe xwe gihand gerîla. Lê ji ber ku temenê wî biçûk bû, paşde hate şandina malê.
Sala 1994’an gundê wan ji aliyê dewleta Tirk ve hate şewitandin û bi vê yekê re hevrê Xerzan jî neçar ma bi malbata xwe re koçî Stenbolê bike. Di şert û mercên metropolê de têkildarî zanebûna welatparêzî û dilsoziya bi nirxên çandî bû xwedî jiyan û sekneke bêtawîz. Dilsoziya wî ya ji bo Rêbertî û heyrantiya wî ya ji bo têkoşîna azadiya jinê di karakterê wî de veguhertineke girîng ava kir. Ji têkiliyên xwişk-biratiyê û hevaltiyê ya bi jinê re destpê kir û heya têkiliya azadiyê azadiyê ya hevrêtiya bi wate ev yek dît û hîs kir. Tevlîbûna wî ya kedkar û bêhesab a li jiyanê, weke taybetmendiyên wî yên diyar derketin pêş. Dîsa hezkirina wî ya li hemberî xweza û lawiran, di her kêliya jiyanê de xwe nîşan da. Ji ber ku têkiliya wî ya bi dayika wî û xwişkên wî re di hemû civakê de xwedî ferqeke cuda bû, ji rastiya civakî ya klasîk û kevneşopiyê qut bû. Hevrê Xerzan bi veguhertina di kesayeta xwe de li dijî çewisandin û mêtîngeriya li hemberî jinê, derket. Sekneke serhildêr li hemberî qural û qanûnên civakê yên klasîk, raber kir. Xwişka wî ya mezin heval Bermal Tasuh û keçmeta wî Sozdar di navîna 1990’an de tevlî nava refên gerîla bûn û piştre şehîd bûn, her wiha birayê wî yên mezin heval Ferhat Garzan sala 2000’an tevlî nava refên gerîla bû û sala 2013’an li Rojava şehîd bû. Têkoşîna van hevrêyan, pir bandor li hevrê Xerzan kir.
Di pêvajoya têkoşînê ya piştre de, her kêliya van şehîdên me yên leheng bi bîr anî, ew ji dil hîs kirin, zanebûna xwe bi heqîqeta wan xurt û bû xwedî sekneke li gorî jiyana li ser xeta şehîdan.
Hevrêyê me Xerzan bi zanebûn û hesteke wisa bi kok û xurt sala 2007’an biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrê Xerzan roja ku tevlî bû hemû ciwanên di malbata xwe de kom kir, ji wan re şeveke moralê lidar xist û mîna ku biçe dawetekê kelecan û coşa xwe bi wan re parve kir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Xerzan li Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi gerîlatiyê kir, di tevahiya jiyana xwe ya gerîla de bi kesayet û sekna xwe ya dilnizm derket pêş. Di akademiyên cuda yên PKK’ê de tevlî dewreyên perwerdeyê bû. Tevlîbûna wî ya bi cewher û samîmî û xwesteka wî ya pêşketinê, bû sedem ku di demek kurt de bigihije asteke pêşketinê ya girîng. Herî dawî sala 2011’an tevlî dewreya zivistanê ya Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlum dogan bû û hewl da ku hevrêtiyeke bi zanebûn bi Rêbertî re bike û hevrêtiya nebes derbas bike. Bi rêzê ve li Zap, Xakurkê û herî dawî salên dirêj li Qendîlê gerîlatî kir.
Hevrê Xerzan her tim hewl da ku li ser xeta Rêbertî û şehîdan bijî. Dilsoziya bi şehîdan û Rêbertî re ji her tiştê jortir girt. Dilê xwe bi heqîqeta şehîdan germ kir, zanebûna xwe bi rastiya Rêbertî ronî kir. Bi taybetî her tim anî ziman ku divê hemû şehîdên vê erdnîgariyê, bên bîranîn. Diyar kir ku heyranê fermandara mezin a jin û hunermend Hozan Mizgîn – Gurbet Aydin e. Hevrê Xerzan li hemberî polîtîkayên şerê taybet ên dijmin, bû xwedî hêrseke mezin û bi biryardariya têkoşînê ya bilind her tim ked da. Xeyalên xwe yên weke li gundê ku lê ji dayik bû li ser esasê felsefeya Rêbertî akademiyek were avakirin, baxçeyeke were avakirin ku her cure darên fêkiyê û gul lê hebin, bi hevrêyên xwe re parve kir. Hemû hewldana jiyanê ya hevrê Xerzan ji bo bedewkirina Kurdan û welatê me Kurdistanê bû. Ev xeyal bûn sedem ku her tim bi rengekî zindî û herikbar bi tempoyeke bilind têbikoşe. Jİ ber ku milîtanekî fedayî yê Apoyî û hêviya gelê xwe bû, hevrê Xerzan ti carî bêhêvî û bêmoral nebû. Anî ziman ku li her derê ku têkoşîn lê heye, hêvî her tim lê zindî ye û hewl da li gorî vê rêgezê bijî. Hemû hevrêyên wî bûn şahidê coş û kelecana wî ya di jiyanê de. Kenîn ji bo wî weke çalakiyekê bû. Weke şoreşgerekî dilnizm, sade, bi coş û bi istiqrar di dilê hemû hevrêyên xwe de bi hezkirin û hurmeteke mezin cih girt.
Ji çiyayan hez dikir, li çiya bi eşq ji pîroziya jiyanê bawer dikir, her der bi hemû zindiyên xwezayê re parve kir, bedewiya razana li ber siya dareke gozan bi ti tiştî re qiyas nekir, bû kesekî sade û heqîqî ku bi hemû zindiyên li xwezayê re bû yek. Hurmeta wî ya ji bo axê ew her tim bi fêkî û gulên herî berhemdar xelat kir. Lewma her tim ji madiyat û her tiştê ku bêhna berjewendiyê dide, dûr ket. Ti carî tenezulê rehetiyê nekir. Ji bo li ser bingehê azadiya fîzîkî ya Rêbertî jiyan û welateke azad were avakirin, her tim xwe ji bo ya herî zehmet pêşniyar kir. Weke şoreşgerekî fedakar derket pêş. Hevrê Xerzan îhtimala dîtina Rêbertî her tim di dilê xwe de zindî hişt. Xeyal û hêviyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Azadiya Rêber Apo û Kurdistanê bû armanc û motîvasyona wî ya têkoşînê. Ji bo vê yekê her tim pêşniyar dikir ku biçe eniyên şer ên ku şer lê dijwar e. Lê belê ji ber sekna wî ya bi bawer, kêrhatinên wî yên di xebatên cuda de û hem jî ji malbata wî gelek şehîd hene, hewl hate dayîn ku ji aliyê rêxistina me ve were parastin.
Hevrêyê me Xerzan 25’ê Îlona 2019’an dema ku wezîfeyeke hesas û girîng bi cih dianî, bi kadroyê pêşeng ê Tevgera Apoyî, pêşengê têkoşîna me, yek ji fermandarên ewilî yê rêxistina me ya leşkerî û yek ji damezrînerên Partiya me PKK’ê Riza Altûn re di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrê Xerzan bi kesayet, sekin û keda xwe di dil û hişê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Wezîfeya me esas e ku em xeyal û hesretên hevrê Xerzan pêk bînin, di rastiya Civaka Demokratîk û Gelê Azad ya bi pêşengiya Rêber Apo de em ê armancên hemû şehîdên xwe yên têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê vê wezîfeya xwe bi serketî bi cih bînin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û di şexsê hevrê Xerzan de ji bo em bibin layiqê hemû şehîdên xwe yên ezîz, em ê di nava hewldaneke mezin de bin. Em ji malbata hêja ya Karabaş re sersaxiyê dixwazin.
NAVDAR SERKEFTIN
Hevrê Navdar li navçeya Stewrê ya Mêrdînê hate dinê û li Mêrdînê mezin bû. Kesayeta hevrêyê me bi welatparêziya kûr a xelkê Mêrdînê şêwe girt. 10 salan li dibistanên dewleta Tirk xwend, piştre dest ji dibistanê berda û di karên cuda de xebitî.
Sala 2004’an bi malbat ve koçî Stenbolê kirin. Hevrêyê me Navdar li metropolê Kurdîtiya xwe parast û bi rengekî xurt jiyan kir. Her çendî ku bi fîzîkî ji Kurdistanê dûr jî be, di mejî û dilê xwe de ti carî ji welatparêziya xwe dûr neket. Weke Kurdekî bi rûmet û bi wijdan dît ku divê di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de tiştekî bike. Li ser vî bingehî bi kurxalê xwe hevrê Şevger re sala 2010’an tevlî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDGH) bû û di têkoşînê de cih girt. Hevrêyê me bi enerjiya xwe û coşa xwe ya şoreşgeriyê di xebatên ciwanan de derket pêş. Gelek berpirsyarî bi cih anîn. Dema xebatên ciwanan dimeşand, di çarçoveya operasyonên KCK’ê de ji aliyê dijmin ve hate girtin. 2 sal û nîvan li zindanê ma. Di vê pêvajoyê de kurxalê wî Şevger Çalak – Mustafa Kilinç ê ku sala 2011’an tevlî nava refên gerîla bibû, 22’yê Mijdara 2015’an şehîd bû. Têkoşîna şehîd Şevger di têkoşîna hevrêyê me Navdar de şopeke kûr hişt. Soz da ku bibe şopdarê hem xizmê xwe, hem hevrêyê xwe, hem jî şehîdê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kurxalê xwe hevrê Şevger û tola wî hilîne.
Hevrê Navdar li ser vî bingehî dema ji zindanê derket sala 2015’an li Amedê tevlî têkoşînê bû. Dema ku dijmin bi hovane êrîşî navçeya Sûr a Amedê kir, hevrê Navdar jî tevlî berxwedana li vir bû û hewl da berxwedanê mezin bike. Di pêvajoya Berxwedana Rêveberiya Xweser a li Sûrê de sala 2016’an de gule li destê wî ket û birîndar bû. Ji bo tedawiyê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Piştî tedawî dît, ji bo di gerîlatiyê de bibe pispor sala 2017’an li Akademiya Şehîd Mahîr li ser taktîka sabotajê perwerde dît. Hevrêyê me Navdar fêm kir ku serketin êdî bi gerîlatiya klasîk nabe, lewma armanc kir ku bigihije gerîlatiya modernîteya demokratîk. Li ser vî bingehî li ser taktîka dema nû, tarzê çalakî û tevgerê lêhêrbûn kir. Her kêliya xwe ji bo pêşxistina rê û rêbazan nirxand. Hevrêyê me Navdar piştî ku bû pispor û perwerdeya xwe qedand, bi eşq û xwestekek mezin car din ji bo tevlî têkoşîna li Bakurê Kurdistanê bibe berê xwe da Bakur.
Hevrêyê me Navdar weke gerîlayekî bûye xwedî tecrûbe, şer kiriye, perwerde dîtiye û bûye pispor weke gerîlayeke fedayî yê Apoyî vegerî xaka ku lê ji dayik bûye. Weke şoreşgerekî serbilind bû ku li xaka lê ji dayik bûye, têbikoşe. Rûmeta şoreşgeriyê bi layiqî temsîl kir û tevlî pratîka li vir bû. Li Mêrdînê berxwedan mezin kir û bersiva êrîşên dagirkeriyê yên dijmin da û wezîfeyên şoreşgeriyê bi cih anî. Hevrêyê me bi dilsoziya bi şehîdan re, manewiyat li her kêliya jiyanê zêde kir, her tim ji bo bibe layiqê şehîdan hewl da. Hemû derfetên di destê xwe de ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd bi kar anî û hewl da bi rola xwe rabe. Tecrûbeya hevrê Navdar bû diyarker ku weke fermandarek gerîla berpirsyarî bigire ser xwe. Di jiyan û şer de bû alîkarê hevrêyên xwe û îspat kir ku hevrêyekî heqîqî ye. Bi pratîka xwe ya serketî ya li eyaleta Mêrdînê hezkirin, rêzdarî û baweriya hemû hevrêyên xwe qezenc kir.
Hevrêyê me Navdar ê ku gerîlayekî Apoyî û fedayî ye, 23’yê Tebaxa 2019’an li qada Stewrê ya Mêrdînê di encama xiyaneteke nemerd û operasyona dijmin de bi hevrêyên xwe re li dijî operasyonê şer kir û şehîd bû. Hevrê Navdar heya nefesa xwe ya dawî girêdayî doza azadiyê ya gelê Kurd ma û bi fedayiyane ber bi şehadetê ve meşiya. Lehengiya wî dê her tim rê nîşanî me bide. Hevrê Navdar ji hemû ciwanên Kurd re bû mînakek mezin. Em soz didin ku wêrektiya wî di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de bidin jiyîn û armancên wî bi ser bixin.
ADIR BÎSTÎN
Hevrêyê me Adir li navçeya Çermûg a Amedê di nava malbateke ji eşîra Heciyan de hate dinê. Li gund ji bandorên sîstema kapîtalîst dûr û weke zarokê malbateke cotkar û kedkar mezin bû.
Mezinbûna di nava malbat û derdoreke wiha de bû sedem ku hevrê Adir bibe xwedî karaktereke girêdayî taybetmendiyên mirov ên xwezayî, bêhesab, bêberjewendî. Ji ber ku zarokek jîr û kêrhatî ye, dibistana gund bi serketî temam kir. Piştre çû dibistana derve û perwerdeya xwe domand. Di vê pêvajoyê de rû bi rûyê polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin ma. Ji ber ku bi Kurdî nediaxivî, sirûdên faşîst bi zorê pê didan jiberkirin, Tirkîtî lê dihat ferzkirin, li hemberî sîstema dewleta Tirk a qirker bû xwedî bertek. Lewma ket nava nakokî û lêpirsînên kûr. Dibistana amadeyî temam kir û çû zanîngehê. Ji ber ku li zanîngehê ket nava lêgerînan. Dît ku li zanîngehê tarzê jiyana xwendekaran a bêarmanc û bêrêkûpêk ti tevkariyê li wî nake. Her çendî ku 4 salan li vir pir hewl dabe jî, fêm kir ku li vir tiştekî nikare bi têkoşîna azadiyê ya gelê me bide qezenckirin. Lewma zanîngeh terikand û gav ber bi ciwanên welatparêz û şoreşger ve avêt, têkoşîna azadiyê nas kir. Hewl da ku ji jiyana sîstema kapîtalîst bireve. Ji bo ber bi azadiyê ve biçe, berê xwe da têkoşînê. Bi xeyala ku rojekê bibe gerîla, tevgeriya û çawa biryara xwe da çû çiyayan.
Hevrê Adir bi rengekî pir bi wate tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla 4’ê Nîsana 2015’an pêk anî. Di roja ku Rêbertiya me ji dayik bûye de tevlî PKK’ê bû û ev yek ji bo xwe weke jidayikbûneke jinûve nirxand. Hevrê Adir perwerdeya xwe ya gerîla ya ewilî li Xakurkê dît. Ji jiyana gerîla û peywendiyên hevrêtiyê pir bandor bû. Armanc kir ku bibe kedkarekî aktîf ê vê jiyanê. Hîs kir ku hingî ji heqîqeta hevrêtiya PKK’ê par digire, azad dibe. Bi taybetî jî ji ber ku jiyana gerîla bi xwezayê re rû bi rûye, xweza hîn rasttir nas kir. Bû heyranê şoreşgerên ku kêmahiyên mirovan fêm dikin, nîqaş dikin, rexne dikin. Hevrê Adir jî armanc kir ku bibe şoreşgerekî wiha. Ji bo perwerdeya PKK’ê kûr bike, bigihije hêza wate ya bilind û berfireh her tim hewl da xwe perwerde bike.
Ji bo fêrbûna sîstem û paradîgmaya Rêber Apo, pir bi kelecan bû. Dît ku Apoyîtî ne tenê li pey utopyayekê bezîn e, di heman demê de kêlî bi kêlî navê têkoşîna ku ew afirandî ye. Dizanî ku ev têkoşîn jiyaneke azad û mirovî pêşkêşî her kesê dike. Hevrê Adir ku şoreşgerekî bi biryar û bêteredut e, got, ‘ev şoreş dê pêk were, dê pêk were, teqez dê pêk were’. Bi vî rengî bû milîtanekî fedayî yê Apoyî yê ku ji çeperê dibeze çeperê, bêhesab ked dide û tevkariyeke mezin li têkoşîna azadiyê ya gelê me dike.
Hevrêyê me Adir parastina hebûna gelê me û têkoşîna ji bo azadiya gel, bi fedakariyeke mezin meşand û 6’ê Hezîrana 2019’an li qada Çilûçar a herêma Xakurkê di êrîşeke dijmin de şehîd bû. Em soz didin ku heya em jiyana azad a hesret û xeyala hevrê Adir, diyarî hemû gelê Kurd dikin, em ê bêteredut li ser rêya wî bimeşin.
CESUR BOTAN
Hevrêyê me Cesur ji malbateke welatparêz a Colemêrgî li ber çiyayên Zagrosê hate dinê. Heybeta çiyayên Zagrosê dît, ji malbateke welatparêz terbiyeke xurt û exlaqî girt, çanda welatparêziyê kir cewherî û mezin bû. Çanda têkoşînê ya civakî ya hevrêyê me Cesur di nav de mezin bûye, şêwe da karakter û kesayeta wî. Hevrêyê me Cesur li ser rêya ku bibe Kurdekî bi rûmet meşiya, bû ciwanekî jîr û kêrhatî. Tevî ku bi zimanekî biyanî xwend, heya dibistana navîn dewam kir. Lê belê ji ber ku dibistanên dewleta Tirk Kurdî nas nakin, tune dihesibînin û hemû mufredata xwe li ser asîmîlasyonê ava dikin, dibistana terikand. Hevrê Cesur hîna dema zarok êrîşên qirkirinê yên sîstematîk ên dijmin ên li hemberî gelê me dît û derxist zanebûnê. Êşên ku li Kurdistanê ji ber terora dewletê çêbûne, jiyan kir. Malbata hevrêyê me Cesur jî rû bi rûyê zext û zilma dijmin ma. Vê rastiya kûr bandoreke kûr li hevrê Cesur kir. Kesên li derdora wî û bi taybetî birayê wî yê mezin, mamê wî, xalê wî û pismamên wî tevlî nava refên gerîla bûn, ev yek bû sedem ku hevrê Cesur ber bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ve bi rê bikeve. Destpêkê di serhildanên gel û xebatên ciwanan de cih girt. Hingî di nava têkoşînê de cih girt, xwest nas kir û gav bi gav ber bi şoreşgeriya profesyonel ve bi rê ket. Hevrê Cesur sala 2013’an biryar da ku tevlî nava refên PKK’ê bibe û li Çiyayên Zagrosê weke gerîla dest bi têkoşînê kir.
Hevrê Cesur gihişt çiyayên Kurdistanê û sedemên tevlîbûna xwe ya PKK’ê bi van gotinan anî ziman: ‘Min sîstema qirêj nas kir. Min dijmin ji nêz ve nas dikir û dizanî. PKK a ku bû alternatîf, pir xweşa min çû. Ji ber ku heqîqeta her tiştî nîşanî min da. Dewleta Tirk li dijî me ciwanan her cure heqaret û zext pêk anî. Êrîşên li dijî zarok û dayikên Kurd, hêrsa min mezin kir. Armanca min a herî mezin ew e ku ez li ser xeta şehîdan bimeşim û xwîna wan li erdê nehêlim. Li xaka Kurdistanê ji bo pêşxistina jiyaneke azad, ez ê bi her rengî têbikoşim. Hingî ku min rastiya PKK’ê nas kir, min digot xwezî min hîn zûtir nas kiriba. Ji ber ku jiyaneke welê ye ku hestên bi coş û kelecan li lûtkeyê ne’.
Hevrêyê me Cesur bi hestên xurt, zanebûneke xurt û biryardariyeke bilind tevlî nava refên gerîla bû. Pir zû pêş ket. Perwerdeya ewilî ya nava gerîla, li Avaşînê dît. Piştî perwerdeyê li heman qadê dest bi pratîkê kir û tecrubeyên xwe yên ewilî bi dest xist. Piştî ku salekê li Avaşînê ma, derbasî Garê bû. Salekê li Garê ma û tevlî perwerdeyên cuda bû, di rêjeyeke girîng de bû pispor. Hevrê Cesur li çiyayên Kurdistanê xwe di her warî de perwerde kir. Dîroka gelê Kurd, rastiya têkoşînê, heqîqeta PKK’ê û ya herî girîng jî rastiya Rêber Apo ku afirênerê van hemûyan e, nas kir. Hem di gerîlatiyê de, hem jî di hunera leşkeriyê de pêşketineke berçav bi dest xist û hem jî gihişt zanebûneke şoreşgeriyê ya xurt. Asta ku qezenc kirî, di kesayet û pratîka xwe de nîşan da. Her berpirsyarî bi serketî bi cih anî û bû milîtanekî Apoyî.
Ji bo derbasî Avaşîn bibe pêşniyar kir ku gava ewilî ya gerîla lê avêt û bîranînên xwe yên herî bedew lê jiyan kir. Pêşniyara hevrêyê me hate qebûlkirin. Sala 2015’an car din derbasî Avaşînê bû. Dijmin li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di çarçoveya ‘Plana Têkbirinê’ de êrîşên îmhayê yên topyekûn da destpêkirin. Li dijî van êrîşan li Avaşînê berxwedan mezin kir û bersiv da. Hevrêyê me Cesur bi cesaret, ked û fedakariyeke mezin tevlî pêvajoya şerê dijwar a li vir bû. Rastiya şer jiyan kir û bû xwedî tecrûbe. Di vê pêvajoyê de hem girêdana wî ya manewî ya ji bo têkoşînê mezin bû, hem jî di gerîlatiyê de pijiya û bû pispor. Bi hêrseke tolhildanê ya mezin, xwedî li çek û wezîfeyên xwe derket. Sala 2017’an li ser bingehê pêdiviyan çû Zapê. Li vir jî bi heman bawerî û biryardariyê têkoşîna xwe domand. Kesayeta serhildêr a Zagrosî ya hevrê Cesur, kedkarî, samîmiyet, kesayeta wî ya bi moral û hevrêtiya wî ya jidil ew kir milîtanekî ku li her derê lê tê lêgerîn. Weke milîtanekî Apoyî bi rengekî bêteredut û bi ruhekî fedayî xwedî li wezîfeyên xwe derket. Bi saya asta ku gihiştiyê, êdî gihişt formasyoneke ku fermandariyê ji hevrêyên xwe re bike. Piştî pratîka li Zapê sala 2019’an tevlî xebatên li Fermandariya Sewq Îdare ya Parastina Medyayê bû. Bi sekna xwe ya ku bawerî dide, pratîkek şoreşgerî ya ku ji kêliyê re bibe bersiv raber kir.
Ewladê wêrek ê gelê me yê Colemêrgê hevrêyê me Cesur 14’ê Mijdara 2019’an dema li ser wezîfeya xwe li qada Çemço di êrîşa hewayî de şehîd bû. Hevrê Cesur bi sekin, pratîk û kesayeta xwe ya hêja di her hevrêyek xwe de şopek kûr hişt û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê da nivîsandin. Em soz didin ku em ê bîranîna wî her tim bidin jiyîn û armancên wî bi ser bixin.
BAGER ARARAT
Hevrêyê me Bager li navçeya Bazîd a Agiriyê di nava malbateke welatparêz û girêdayî nirxên Kurdîtiyê de hate dinê. Ji ber ku ji malbata wî û derdora wî ya nêz tevlîbûnên nava refên gerîla û şehadet hene, hevrêyê me Bager ji biçûkahiyê ve têkoşîna me ya azadiyê nas kir.
Bi taybetî dema xwişka wî ya mezin hevrê Ararat – Melek Seferoglu sala 2010’an tevlî nava refên têkoşînê bû, vê yekê pir bandor li hevrêyê me Bager kir. Lewma tevî ku hîna temenê wî ciwan e, ket nava lêgerînan. Hevrêyê me li dibistanên dewleta Tirk demekê xwend, rastiya dewleta Tirk ewilî li van dibistanan nas kir. Fêm kir ku armanca dibistanan ew e ku zarokên Kurd asîmîle bikin û ji cewherê wan qut bikin, li hemberî vê yekê bû xwedî hêrseke mezin. Piştre fêm kir ku dewleta Tirk van polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê tenê bi dibistanan sînordar nake, li hemû qadên jiyanê vê yekê bi rengekî sîstematîk dimeşîne. Tehemûlê daxwazên herî rewa yên gelê me nake, bênavber êrîş dike, li her qada jiyanê çand û zimanê Kurdî qedexe dike, di serî de jin û ciwan beşê herî aktîf ê civaka Kurd bi tiryak, fûhûş û polîtîkayên şerê taybet ên cur be cur ji zanebûna azadiyê dûr dike û tîne rewşeke welê ku nikare têbikoşe. Ev yek bûn sedem ku hevrê Bager li dijî dewleta Tirk bibe xwedî hêrseke hîn zêdetir. Hevrêyê me bawer kir ku divê li dijî vê weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet û welatparêz teqez têbikoşe. Li ser vî bingehî tevlî xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz bû. Ji rojên ewilî û şûnde tevlîbûneke aktîf ji bo xebatan raber kir. Lewma hevrêyê me bala dijmin jî kişand û hate binçavkirin. Tevî hemû zext û êşkenceyên psîkolojîk ên dijmin, xwestek û biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê parast. Hevrêyê me bi xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz derfet dît ku rastiya me ya têkoşînê hîn baştir nas bike. Ji felsefeya azadiyê ya Rêber Apo pir bandor bû. Hevrêyê me ji bo jiyaneke wiha azad, fikirî ku divê xwe bi temamî fedayî têkoşînê bike. Dizanî ku ev yek encex li çiyayên azad ên Kurdistanê pêkan e. Li ser vî bingehî hevrêyê me Bager lêhêrbûnên xwe kûr kir, di meha Nîsanê ya sala 2014’an de ji qada Serhedê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrê Bager piştî demek kurt li herêma Serhedê ma, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Perwerdeya şervanên nû li herêma Avaşînê dît. Bi perwerdeyên dîtî re demek kurt fêrî jiyana çiyê û gerîla bû. Bû xwedî tevlîbûneke aktîf. Hevrêyê me yê ku xwedî zanebûneke diyar e, bi perwerdeyên îdeolojîk hem rastiya dijmin hem jî karakterê têkoşîna me ya azadiyê hîn baştir fêm kir. Hevrêyê me di ferqa pêdiviyên têkoşînê de bû, di ferqê de bû ku yekane xisûsa ku pêk bîne weke milîtanekî Apoyî bê kêmahî wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Hevrê Bager ê xwedî kesayeteke dirûst û samîmî, bi vê yekê bi fedekarî têkoşiya. Lewma hevrêyê me hurmeta hevrêyên xwe qezenc kir, ev yek kir sedemê hîn zêdetir têkoşînê. Hevrêyê me bi saya eleqeya xwe ya zêde ya ji bo xebatên leşkerî, ji bo fêrî taktîkên şerê gerîla bibe ket nava hewldaneke zêde. Di nava demek kurt de bikaranîna gelek çekan û taktîka gerîla ya esas, fêr bû. Bi tevlîbûna xwe ya aktîf a di pêvajoya perwerdeyê de û kesayeta xwe ya gihiştî, bû milîtanekî Apoyî. Hevrêyê me perwerdeya xwe bi serketî temam kir û tevlî xebatên pratîk bû.
Dîsa hevrêyê me li herêma Avaşînê tevlî xebatan bû, di nava refên gerîla de bi alîkariya hevrêyên xwe yên kevintir nava demek kurt tevlî xebatên pratîk bû. Hevrêyê me Bager ji tecrubeyên hevrêyên xwe sûd wergirt, bi kedkarî û afirêneriya xwe di her qada jiyanê de xwe kir pispor. Hevrêyê me piştî demekê di nava xebatên pratîk de ma baweriya hevrêyên xwe qezenc kir, tevlî hin xebatên girîng bû. Hevrê Bager li vir têkildarî Tevgera me ji hevrêyên xwe agahiyên girîng û tecrûbe bi dest xist. Ev yek kir bingehê mezinkirina têkoşîna xwe. Di vê pêvajoyê de xwişka wî hevrêya me Ararat – Melek Seferoğlu derbasî Rojava bibû, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir û şehîd bû. Hevrê Bager dema ev agahî girt, di aliyê hestiyarî de zorî kişand, lê belê dizanî ku şehadet rastiyeke têkoşîna me ye û ev şehadet jî kir sedemê mezinkirina têkoşîna xwe. Ji bo bersiva êrîşên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bide, xwest biçe qadên ku şer lê dijwar e. Lê ji ber ku ne xwedî tecrubeya şer bû, bi pêşniyara hevrêyên xwe ewilî beşdarî perwerdeyên pisporbûnê bû. Hevrêyê me Bager bawer kir ku wê bi taktîkên gerîla yên dema nû serketin were bidestxistin. Li ser vî bingehî tevlîbûneke aktîf raber kir. Hevrêyê me hem di warê teorîk hem jî pratîk de xwe pêş xist. Perwerdeyên xwe bi serketî temam kir. Hevrêyê me tolhildana şehîdan û azadiya fîzîkî ya Rêbertî, weke armanca xwe ya sereke diyar kir. Dizanî ku ji bo vê divê têkoşîneke fedayiyane bimeşîne. Hevrê Bager têkildarî vê yekê bi ti rengî teredut jiyan nekir. Bi cesareta xwe ya bilind û û ruhê fedayî bi ser dijmin de meşiya. Hevrêyê me Bager li herêma Avaşînê bi rengekî aktîf tevlî gelek çalakiyan bû. Ji bo ev çalakî bi serketî derbas bibin, bû xwedî kedeke mezin. Hevrêyê me asta pisporiyê ya di taktîkên şerê gerîla de û hêza xurt a milîtaniya Apoyî, di kesayeta xwe de şênber kir. Di vî warî de ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak û pêşeng.
Hevrêyê me Bager sala 2019’an xwest di meha kanûnê de li dijî dijmin çalakiyeke suprîz pêk bîne, li vir di şerê li dijî dijmin de şehîd bû û têkoşîna xwe ya azadiyê di lûtkeyê de temam kir. Weke hevrêyên wî em soz didin ku armanc û xeyalên hevrê Bager pêk bînin.”








