REQA – Di çarçoveya amadekariyên Desteya Ciwan û Werzîşê ya Parêzgeha Reqqayê ji bo sezona nû ya werzîşê de, Encûmena Werzîşê ya Parêzgeha Reqqayê duh, 1ê Kanûnê, li baregeha encumenê pişka xwe ya Kûpaya Parêzgeha Reqqayê li dar xist. Pişka bi amadebûna nûnerên tîmên werzîşê, Nivîsgeha Werzîşê ya Tîman û Komîteya Teknîkî ya Futbolê hate kirin. Pişka pêşbirkên tîmên beşdar diyar kirin. Turnuva bi beşdariyeke berfireh tê xuyang kirin, 30 tîm beşdar dibin. Maçên lîgê dê roja Pêncşemê ya bê dest pê bikin. Di pêşbirkê de ev komên jêrîn pêk hatin:
Kom:
Koma 1: Ya’rub, El-Esadiye, El-Intifada, Mudar
Koma 2: El-Teracî, Dêrik, El-Kerama
Koma 3: Hattin, El-Felûce, El-Fetih, El-Selhabiye
Koma 4: Tişrîn, Ratla, El-Muteyyura, El-Hîşa
Koma 5: El-Zemalek, Şebab El-Kerame, El-Cîsr
Koma 6: El-Mejd, El-Wesl, El-Fursan, El-Ensar
Koma 7: Rebî’a, El-Sarî, El-Şehm, Nesrîn
Koma 8: El-Bewasil, El-Musteqbel, El-Ittihad, El-Şehîd Erdal



