REQA – Li Reqa Yekitiya Jinên Ciwan û Desteya Ciwan û Werzîşê bîranînêk ji bo şehîd Çiya Hozan organîze kirin.
Şervana YPJ’ê Çiya Hozan 16’ê Çileya 2025’an di berxwedana Bendava Tişrînê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbû. Ciwanan, şêniyên Reqqayê, koçberên ji Efrînê, rêveberên sazî, meclis û partiyên siyasî bi beşdarbuyina bîranînê şehîd Çiya Hozan bi rêzdarî bi bîr anîn.
Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di serî de endama Koordînasyona Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêva Bekir rola şehîd Çiya Hozan di rêxistinkirina Jinên ciwanan de anî ziman û got:
“Hevala me ya şehîd Çiya Hozan kaniya moral û rihê hevaltiyê bû. Şehadeta wê birîneke kûr li cem Jinên Ciwan wê vekir, ji ber ku Sehîd Çiya bi dilgermî ji bo xebatan yen Yekitiya Jinên Ciwan re dixebitî.
Şehîd Çiya xwedî kesayetiyeke bi bandor bû, bi taybetî ji ber ku wê di berxwedana Tişrînê de jî cih girt. Wek jinên ciwan, em rêzê li Şehîd Çiya û hemû Şehîdên Tişrînê digirin û soz didin ku em ê şopdarên riya şehîdên xwe bin û ji bo pêkanîna xewnên wan ên ji serkeftinê û têkbirina teroristan tekoşîna xwe bidomînin.”
Her wiha di bernameyê de sinevîsyonek ser jiyana şehîd Çiya hat peşkeş kirin. Piştre helbestek ji aliyê Medya Silêman, endama Tevgera Hîlala Zêrîn ve hat xwendin.
Bername bi pêşkêşkirina stranan ji aliyê zarokekî ve û pêxistina muman bi dawî bû.


