NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên ji Kurdistan û Tirkiyeyê îro ji bo meşe Amedê, ku bi dirûşmeya “Bi reberê azadiyê re ber bi jiyana azad ve” tê lidarxistin, ber bi Amed ve diherikin. Ciwan bi coş ber bi Amed ve dimeşin, di rê de gelek caran stran dibêjin û govendê digerînin.
Berî ku ciwan dest bi rê ve bibin, daxuyaniyek kurt hat dayîn û hat xwestin ku ciwanên ji ber beşdarbûna di heman meşê de hatibûn girtin, bên berdan. Her wiha daxwaza azadiya a Rêber APO kirin: ‘Hûn aştiyê dixwazin? Wê demê Reber APO azad bikin. Ger hûn naxwazin êdî xwîn biherike, wê demê Rêber APO azad bikin.’


